Malbata Şenyaşar: Dewlet li komkujiyê mikur hat

Malbata Şenyaşar got, "Dewletê jî qebûl kir ku komkujiyeke organîze hatiye kirin."

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûs a Rihayê kirin. Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Emîne û Ferît Şenyaşar bi mebesta girtina kujeran û darizandina wan, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 413’an de jî dewam kir.

Dayik û kurê xwe yên li ser derenceyên têketina edliyeyê rûniştibûn, der barê daxwazên edaletê û têkoşîna edaletê de agahî dan gel û parêzerên ku çûbûn serdana wan. Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal jî ev peyam parve kir: "Dewletê qebûl kir ku bi bikaranîna hêza siyasî re li dijî malbata me komkujiyeke bi organîze hatiye kirin. Di bûyerê de em weke qurbanî hatin hilbijartin. Ji me 3 kes şehîd bûn. Bila Fadil Şenyaşar ê dîl hatiye girtin jî were berdan. Bila zilma li pêşiya edliyeyê bi dawî bibe."