Rojnamevan Xidir: PDK êrişa dagirkeriyê fînanse dike

Salah Xidir diyar kir, ku PDK di êrişên dagirkeriyê de yên li dijî Zap û Avaşînê bi Tirkiyeyê re tevdigere û got: "PDK’ê tevahiya aboriya Başûrê xistiye xizmeta şerê li dijî Kurdan. Pereyê her guleyeke ku li Kurdan tê xistin, ji petrola Başûr tê girtin."

Li gorî rojnamevan Salah Xidir ku bûyerên li Başûrê Kurdistanê ji nêz ve dişopîne, biryara êrişên dagirkeriyê yên li ser Zap û Avaşînê di hevdîtina Erdogan-Mesrûr Barzanî ya 15’ê Nîsana 2022’an de hatiye dayîn. Rojnamevan Xidir anî ziman ku beriya dagirkeriyê bi taybet li Behdînan, PDK’ê li ser gundiyan ferz dikir ku li dijî PKK’ê çekên rakin, sîxuriyê bikin û gundên xwe vala bikin. Rojnamevan Xidir bersiv da pirsên me yên der barê bûyerên li pişt perdeyê ku di xeta Hewlêr-Enqereyê beriya êrişa dagirkeriya pêk hatiye.

Piştî hilbijartinên Cotmeha 2021'ê, di demekê de ku li Iraqê hîn hikûmet nehatiye avakirin, Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku di krîza hikûmetê de roleke girîng lîst, bi Erdogan û Hakan Fîdan re hevdîtin kir û piştî hevdîtinê di 15’ê Nîsanê û şûnde de êrişê dest pê kir. Di navbera van her sê bûyeran de çi paralel heye?

Tirkiye di krîza siyasî û ewlekarî ya Iraqê de xwedî roleke girîng e. Bi taybetî jî bi rêya hêzên girêdayî xwe yên sunnî, Eniya Tirkmenî û herwiha bi rêya PDKê, Tirkiye di kirîza Iraqê de xwedî roleke girîng e. Piştî rûxandina Saddam, Tirkiyê li Iraqê roleke neyînî lîst. Di rastiya xwe de rola Tirkiyê di terora siyasî ya li Iraqê de heye, bi awayekî eşkere destwerdan kiriye. Tirkiye ji aloziya siyasî, îdarî û ewlehiyê ya Iraqê sûdê werdigire û kirêya wê dixwe. Krîza neavakirina hikûmetê ya îro li Iraqê pêwendiya xwe bi destwerdana Tirkiyê re heye. Helbet aliyên wê yên cuda hene, lê rola sereke ya neyînî Tirkiye ye. Dewleta Tirk li gel krîza ji ber krîza îdarî, siyasî, ewlekarî û heta aborî û krîzên hêzên navneteweyî yên li herêmê dijîn wek firsend bi kar tîne û êrişên xwe yên dagirkeriyê didomîne.

Di vî warî de piştevanê herî mezin ê Tirkiyê di operasyonên dagirkeriyê de PDK’ê ye. PDK û Tirkiye di vê mijarê de li hev kirin. Helbet ev lihevkirin ne nû ye, vedigere salên berê, lê niha mezin bûne û bi awayekî din vê peymanê berfireh kirine. Berê jî Mesûd, Nêçîrvan an jî Mesrûr Barzanî; Operasyonên dagirkeriyê û siyasetmedar yên li Başûra Kurdistanê hatin hedef girtin. Bi rastî jî piştî danûstandinên Barzanî û dewleta Tirk, têkiliyên navbera hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê xirabtir bûn. Armanca çûna Mesrûr Barzanî ya di 15'ê Nîsanê de ji bo Tirkiyeyê bi giranî nîqaşkirina mijara operasyonên dagirkirina Zap û Avaşînê bû ku di 17'ê Nîsanê de dest pê kiribû. Bi baweriya min mijara enerjiyê jî hat axaftin.

Di heman demê de PDK’ê bi awayekî be jî hevpariya xwe ya di operasyonên daqirkeriya Zap û Avaşîn de qebûl dikin. Li ser vê yekê ez mînakekê bidim. Di 22’ê Nîsanê de Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil bersiva pirsa “Helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Kurdistanê çawa ye?” da. Yanî piştgiriya xwe ya ji bo vê operasyona dagirkeriyê red nekir. Jixwe înkar nakin jî nîşan dide ku ew di vê operasyona dagirkeriyê de ne û jixwe gelek dane û belge hene ku ew tê de ne. Her wiha hêzên xwe yên Zerevan û Gulan birin Herêmên Parastinê yên Medyayê ku nêzî herêma ku operasyona dagirkeriyê lê hatibû kirin.

Lê saziya ragihandinê ya "Dezgay Standart" ku li Iraqê weşanê dike, nivîsiye ku di vê hevdîtinê de Tirkiye û Barzanî li hev kirine ku Hikûmeta Başûr ya Kurdistanê, yanî PDK’ê û Barzanî, fatûreya aborî ya operasyona dagirkeriyê bi cih bînin. Li gorî agahiyên belavbûyî, Erdogan ji Barzanî re gotiye, “PKK dijminê me herduyan e. Tirkiye di warê aborî de zehmetiyê dikişîne. Ji ber ku PKK dijminê me yê hevpar e, em ê di aliyê leşkerî de operasyonê pêk bînin, hûn bi aborî fînanse bikin.” û Mesrûr Barzanî jî ev yek qebûl kir.

KURD BI PEREYÊ PETROLA BAŞÛR TÊN QETILKIRIN’

Di hevdîtina Erdogan û Mesrûr Barzanî ya 15’ê Nîsanê de we diyar kir ku hêza leşkerî ya êrişên dagirkeriyê yên li ser Zap û Avaşînê ji Tirkiyeyê ye û fînansekirina aborî jî ji PDK’ê hatiye. Ji bo PDK'ê fînansekirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rewşeke nû ye?

Rast e, Tirkiye hemû operasyonên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê bi rêya aboriya gelên Başûr bi têkiliyên xwe yên bi Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re fînanse dike. Ez mînakek bidim; Di sala 2014’an de di navbera Barzanî û Tirkiyeyê de peymana petrolê ya 50 salî heye. Tirkiyê hemû petrola Başûrê desteser kiriye. Niha jî hewl dide gaza Başûr bi dest bixe.

Ez mînakek din bidim; Tenê di sê mehên destpêka sala 2022’ê de 36 milyon û 400 hezar bermîl petrol ji Herêma Kurdistanê hatiye derxistin. Yanî 3 milyar û 200 milyon dolar petrol hat derxistin. Ji sedî 56’ê vî pereyî yanî milyarek û 800 milyon dolar ji bo derxistina petrolê hatiye bikaranîn. 1 milyar û 400 milyon dolar ji Hikûmeta Kurdistanê re maye. Tirkiye hemû pereyên ku ji bo derxistina petrolê tê bikaranîn dikire. Lê di sala 2021’ê de Tirkiyê 434 milyon dolar wek kirê ji bo boriyên petrolê yên Tirkiyê wergirtiye. Tevahiya fînansmana şerê Tirkiyê ya li dijî Kurdan, pereyên ku ji petrola Başûr tê wergirtin e. Petrola balafirên ku ji Tirkiyeyê rabûn û li Başûrê li gerîla û gel xistin, dîsa petrola Başûr e. Dewleta Tirk berdêla guleya ku li Kurdan diavêje jî bi petrola Başûr a PDK’ê dide. Niha PDK’ê û Tirkiye ji bo gazê zextê li YNK’ê dikin ku piraniya wê di destê YNK’ê de ye. 

Ne tenê meseleya petrolê ye, Tirkiyê aboriya Başûrê Kurdistanê jî xistiye destê xwe. Gelek şirketên xebatên înşaat, bazirganî û hwd yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê heye. Hemû girêdayî SADAT, dewleta Tirk û endamên MHP’ê ne. Dewleta Tirk li Iraqê xwedî şîrketên ewqas mezin in, dixwaze Iraqê jî bike mîna Başûr. Lê Iraq naxwaze hemû aboriya xwe bixe xizmeta dewleta Tirk. Bandora Îranê li ser Iraqê heye. Îran vê yekê naxwaze. 

Li aliyê din PDK’ê ji sala 2017’an ve destekê dide operasyonên dagirkeriyê û bi sûcdarkirina PKK’ê hewl dide vê dagirkeriyê rewa bike. Lê belê cara yekeme leşkerên Tirk ne ji aliyê sînor, ji baregehên li Başurê Kurdistanê derbasî herêmên ku êriş lê hatine kirin. Ev yek tê çi mane yê?

Berî her tiştî ez dixwazim destnîşan bikim: Ne tiştekî nû ye ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê baregehên xwe ava bike û weke beşeke girîng a plana xwe ya stratejîk bihesibîne. Piştî hilweşandina hikûmeta Iraqê di sala 2003’an de, wî serpereştiya xwe li Iraq û Başûrê Kurdistanê zêde kir. Piştî serhildana 1991’an bi taybetî di navbera PDK û YNK’ê de şerê navxweyî derket. Tirkiyê hêzên xwe di bin navê “Hêza Parêzvanê Aşitiyê” de anîne Başûrê Kurdistanê. Helbet Tirkiye ne alîgirê aştiyê bû û ne hêzeke ku şer di navbera PDK û YNKê de rawestîne, berovajî vê yekê bû ku aştî û aramiyê têk bibe. Lê bi hevalbendiya PDK’ê re hêzên xwe anî û dest bi avakirina baregehan kir. Paşê hejmara baregeh û çeperên daîmî zêde bû. Niha nêzîkî 50 baregeh û baregehên leşkerî yên Tirkiyê li ser bingeha hevpeymaniya ligel PDK’ê li Başûrê Kurdistanê hene û her diçe hejmara wan zêde dibe. Dîsa gelek navend û nuqteyên wan ên veşartî hene. Bi dehan nuqteyên îstîxbaratê û navendên îstixbaratê hene.

Dewleta Tirk bi vê jî têr nabe, dixwaze li herêmên YNK’ê jî baregehan ava bike. Bi taybetî jî dixwaze li navçeya Şarbejêr a Silêmaniyê ku îro êrişa hewayî lê pêk hat, baregeheke leşkerî ava bike. Lê belê YNK'ê tevî hemû zextên Tirkiyeyê jî ev yek qebûl nekiriye. Ji ber ku gelê li van herêman ti carî baregeh û dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nake. Di nava YNK’ê de jî nêrînên siyasî yên cuda hene. 

Belê, dewleta Tirk di êrişên dagirkeriyê yên 17’ê Nîsanê de li dijî Zap û Avaşînê hemû baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê seferber kir û leşkerên xwe ne ji Bakûr, bi helîkopteran anîn herêmên Zap û Avaşînê. Dîsa dema daketina ji hewayê zehmet bû, mixabin gelek leşkerên xwe bi wesayîtên hêzên leşkerî yên girêdayî PDK'ê û cil û bergên Zêrevanî bi rehetî birin qadên operasyona dagirkeriyê. Ev jî nîşan dide ku PDK’ê tevlîbûna dewleta Tirk a li herêmên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê û operasyonên dagirkeriyê yên li Basûrê Kurdistanê pêşxistiye, derxistiye asteke bilind.

Gelo PKK yekane hedefa êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ye? Serketina van êrişên dagirkeriyê wê bandoreke çawa li ser Kurdistanê bike?

Helbet hedefa van êrişên dagirkeriyê ne tenê PKK’ê ye. Tirkiye dixwaze Başûrê Kurdistanê û heta beşeke Iraqê jî dagir bike. Demek berê ji aliyê hin saziyên fermî yên hikûmetê li Tirkiyê nexşeyek hat weşandin. Paşê ew ji malpera xwe rakirin. Di vê nexşeya nû ya Tirkiyê de Kerkûk, Mûsil, heta Xaneqîn û Başûrê Kurdistanê weke xaka Tirkiyê hatin nîşandan û ev yek bi zelalî tê gotin. Ya rastî Ahmet Davutogluyê ku yek ji damezrînerên AKP’ê ye jî di pirtûka xwe ya bi navê "Kûrahiya Stratejîk" de behsa vegerê li van sînoran kiriye. Bi van operasyonên dagirkeriyê re Tirkiye plan dike ku Başêrê Kurdistanê girêbide, destwerdana xwe ya li Iraqê û hegemonyaya xwe ya li ser Iraqê zêde bike. Zemîna vê yekê jî ji aliyê hêzên Sunnî, Eniya Tirkmenî û PDK'ê yên girêdayî wê ve hatiye avakirin. Niha eniya ku hêzên Ereb ên Sunnî, Muqteda Sedr û PDK'ê bi hev re ava kirine, bi piştgiriya Îsraîl, Tirkiye û hin welatên Kendavê hatiye avakirin. Bi vê yekê destwerdana hikûmeta Iraqê dikin. Dixwazin Bexdayê bikin wek Hewlêrê.

Ji sala 2017’an û vir ve gelên li herêmên ku dewleta Tirk dixwaze dagir bike bûne hedef, gund hatin valakirin, gundî rastî gefan, girtin û qetilkirinê tên. Di van bûyeran de rola PDK’ê çi ye û bi dewleta Tirk re hevkariyeke çawa heye?

Her tim beriya operasyon û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, rayedarên PDK'ê li gundên herêmên ku dê operasyon lê dest pê bikira, bi darê zorê xwestin ku gundên xwe biterikînin. Dema şêniyên herêmê nexwestin gundên xwe vala bikin, ji ber bombebarana balafirên Tirk hatin qetilkirin û bi vî rengî neçar man koç bikin. Ji ber ku dema xelkê van gundan li cihê xwe bimîne plana dagirkeriyê ya Tirkiye û PDK’ê pêş nakeve. Welatiyên li van gundan dijîn jî ji ber ku welatparêz û têkoşer in, gundên xwe vala nakin. Lê dewleta Tirk û PDK’ê bi gefxwarin, girtin û kuştinê gel neçarî koçberiyê dike.

Ez xaleke din a balkêş bînim ziman; Kesên nêzî PDK'ê û gelê Barzaniyan li ser erdên van gundên ku bi darê zorê koçber bûne, diherife. Di rastiyê de gelek gundên Xiristiyanan li ser vê mijarê giliyê PDK’ê kirin û diyar kirin ku zevî û milkên wan ji aliyê kesên nêzî Mesût, Mensûr û Nêçîrvan Barzanî ve hatine desteserkirin. Yanî PDK û dewleta Tirk bi valakirina van gundan hem asankariya dagirkeriya dewleta Tirk dikin, hem jî PDK'yî van erdan desteser dikin û pergala axa feodal didomînin. Ji Başurê Kurdistanê heta Bakurê Kurdistanê gelek gund cerdevaniya PDK û dewleta Tirk red kirin û çeka îxanetê qebûl nekir. Ji ber vê yekê ev gund bi zor û tundiya dewleta Tirk û PDK'ê hatin valakirin.

Ez mînakek bidim; Serokê Şaxa 18’mîn a PDK'ê Omer Oreyî di 2 mehên destpêkê yên sala 2019'an de ji Şêladizê ya Behdînan heta Rençberaxa ya li nîveka Zapê gelek gund ziyaret kir û bi gundiyan re hevdîtin pêk anî û xwest li vir hêzeke cerdevaniyê ya girêdayî dewleta Tirk ava bike. Di destpêka Sibata 2019’an de li Şêladizê jî bi mamosteyên PDK, karmendên dewletê, "rêxistinên sivîl" û kesayetên PDK'ê re civînek li dar xist û semînerek da. Axaftina wî ya li vir jî di televîzyonê de hat weşandin. Di axaftina xwe de PKK’ê hedef girt û diyar kir ku ciwanên li vir ji bêkariyê gazinan dikin û weke projeya xizmetguzariyê ew ê ji ciwanan li vir hêzeke çekdar ava bikin û wan bixebitînin. Piştre bi eşîrên van herêman re jî hevdîtin kir.

Ev hêza ku wê PDK’ê û dewleta Tirk ji êl û gundiyên Behdînan ên li Başurê Kurdistanê ava bikira, fînanse bike, wê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd weke hêzeke cerdevan a girêdayî dewleta Tirk were bikaranîn. Lê çi erênî bû; yek eşîr û ciwanan jî ev proje qebûl nekir û ev çeka îxanetê negirt. Ev projeya PDK’ê û Tirkiyê jî hat betalkirin. Hêjayî bîrxistinê ye ku çendek berê gelek ciwanên ku dixwestin ji Başûrê Kurdistanê koçî Ewropayê bikin gotin, “PDK’ê dixwaze me li dijî PKK’ê bi çek bike û me bi zorê bide şerkirin. Me ev yek qebûl nekir û ji ber vê yekê em neçar man koç bikin. Em ê birevin an jî biçin girtîgehê." Bi rastî, mesele tevahî ev e.