Fermana 73'an û jinûve avabûna Şengalê -IV

Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Abdullah Ocalan fermana 73'an a li ser Êzidxanê têk bir. Li Şengalê jî bi rêxistiniya xweser bersiva herî mezin ji fermanê û xiyanetê re hate dayin.

DAÎŞ ku 9'ê Nîsana 2013'an avabûna xwe ragihand, destpêkê bi êrişên li ser bakurê Sûriyeyê û Rojava kete rojevê. Mirovahiyê rûyê rastî yê çeteyên DAÎŞ'ê di havîna 2014'an de nas kir. 6'ê Hezîrana 2014'an ji bakurrojava ve ketin nava bajarê Mûsilê û di 10'ê Hezîrana 2014'an de bêyî ku berxwedanek li dij bê kirin, navenda bajêr dagir kirin. Çek û cebilxaneya ku artêşa Tirk dema ku revaiya li pey xwe hişt, kir ku çeteyên DAÎŞ'ê xurtir bibe. Di serî de Şengal ji bo hemû navçeyên Mûsilê û xaka Başûrê Kurdistanê nîşaneya metirsiyê destpê kir.,

Çeteyên DAÎŞ'ê 16'ê Hezîranê berê xwe da bajarokê Tirkmen Telafer ku nêzî Şengalê ye. Piraniya Tirkmenên Şîa yên li vê derê xwe li Şengalê girtin. DAÎŞ'ê dîmenê Tirkmenên Şîa yên li Telaferê qetil kirin, weşand. Di vê navberê de li Kerkûkê bi hêzên Pêşmerge re dest bi şer kirin. DAÎŞ'ê pêşmergeyên ku zevt kir serê wan jê kir û dîmenên vê hovîtiyê jî di çapemeniyê de parve kir. DAÎŞ'ê ku li Hewlêrê û ji Mexmûrê heta Kerkûkê gelek gund dagir kir, plana wê êdî eşkere bû.

Kêlî mabû ku çeteyên DAÎŞ'ê êrişî Şengalê bikin. Li dijî vê yekê wergirtina tedbîran li aliyekî hêzên PDK'ê yên li Şengalê çekên di destê Êzidiyan de bûn hemû kom kirin û ji wan re gotin, 'meraqê nekin em ê we biparêzin'. Ji ber ku metirsiya li ser Şengalê zêde bû, rêveberiya KCK'ê têkilî bi PDK'ê re danî û hişyarî da ku rewş cidî ye û dikare hêzê bişîne herêmê. Lê belê rêveberiya PDK'ê ev banga KCK'ê bêbersiv hişt. Li ser vê ekê rojên dawî yên meha Hezîranê Tevgera Azadiyê ya Kurd biryar da ku komek ji 12 gerîlayan bişîne Şengalê. Gerîlayê bi navê Serxwebûn ku yek ji 12 gerîlayên gihîşte Şengalê bû, ji rojnamevan Seyît Evran re piştî bi salan qala wan kêliyên dîrokî kir:

"24'ê Hezîranê hevalan bang li me kirin. Em destpêkê hatin Metînayê. Me hinekî bêhn veda, piştî çend saetan meşiyan û gihîştin Garê. Hevalan civîn bi me re çêkirin. Ji me re gotin ku di çarçoveya fermanên Rêber Apo de wezîfeyeke çawa li ber me ye, wan jî ji bo vê wezîfeyê em guncav dîtine. Ev wezîfe hatina Şengalê bû. Hevalê Cemal (Mûrat Karayilan) wiha ji me re axivî: 'Hûn ê mîna 12 siwariyên Derwêşê Evdî bin. Hûnê mîna birayê wî Sadûn, birayê wî, pismam û hevalên wî yên din bin. Cihê ku hûnê biçin û wateya destana me ya berê ya li wê qadê bi vî rengî ye'.

Ji bo xwe bigihînin Şengalê di 28'ê Hezîranê de em bi rê ketin. Em rojekê li qada çiyayî man. Piştî ku rojekê li wir man em di nava sînorên Rojava de derbas bûn. Di nava sînorên Rojava de çar rojan man. Piştî ku li aliyê Cezaayê li ser sînor bi cih bûn, bi rengê yekîneyên ji 2, 3 kesan me xwe bi rêxistin kir. Piştre jî me yekîneyên xwe derbasî Şengalê kir. Piştî ku heval derbas bûn, PDK bihîst ku hevalên me derbas bûne û da pey wan. Li Xanesorê hevalê Xebat Dêrik, Harûn Jîrkî û ji Komalên Ciwan hevalê Zerdeşt tevî milîsa ji Şengalê Bahriye Qaso dîl ketin destê PDK'ê.

Heval 20 roj beriya fermanê hatin girtin. Beriya ku heval bêne girtin, du komên din kom bi kom ciwan ji me re şandin. Piştî ku ciwan hatin, li gorî bernameya ku me ji bo wan amade kir, me dest bi perwerdekirina wan kir. Ciwanên ku hatin bi qasî yekîneyekê bûn. Piştî perwerdeyeke demkurt, me ew derbasî Şengalê kir. DAÎŞ'ê timî êrişî qada me dikir. Şevekî êrişêke giran kirin. Şer heta sibehê dewam kir. Vê carê jî em derbasî Rebîayê bûn. Di demeke kurt de nêzî tabûrek ciwan gihîştin me. Di dema perwerdeya van ciwanan de fermanê destpê kir. Wê demê me ew ciwan bi çar koman bi rêxistin kir û berê xwe dan Şengalê."

XIYANET Û BERXWEDANA 9 GERÎLAYAN

Di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê li dijî Şengalê dest bi êrişê kir. Heman demê PDK'ê 17 hezar çekdarên xwe yên li bajêr bêyî ku fîşekekê biteqînin vekişand. Wê demê nifûsa bajêr derdora 400 hezar kes bû. PDK bêyî ku agahiyê bide şêniyên bajêr hêzên xwe vekişand û bi vî rengî rê li ber komkujiyeke mezin vekir. Bi fermanê re rûdana vê xiyanetê êş û metirsî mezintir kir. Li Sîba Şêx Xidir, Gir Zerik, Til Benat, Til Qeseb û Koçoyê bi hezaran mirov hatin qetilkirin, bi hezaran jî hatin revandin.

Bi deh hezaran Êzidiyên ku metirsiya qirkirinê li ser wan hebû, mîna berê weke çareya dawî berê xwe dan çiyayê Şengalê û bi rê ketin. Ji gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ku beriya fermanê ji Şengalê re hatin şandin û 3 jê ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin, 9 gerîla bi komên ji 3 kesan du rêyên ber bi Şengalê ve kontrol kirin û nehiştin ku çeteyên DAÎŞ'ê xwe bigihînin çiyê ku wê komkujiyeke hîn mezintir bikirabûna. Li çiyê jî gerîla hêzê mîlîs bi rêxistin kirin û YPG/YPJ'ê jî ji Rojava ber bi çiyayê Şengalê ve korîdorek çêkirin. Di wê korîdorê de ku ji Til Koçer-Rebîa-Cezaa heta Şengalê bû, bi sed hezaran Êzidî bi rengekî bi ewle derbasî Rojava hatin kirin.

Bîlançoya fermana 3'ê Tebaxê giran bû. Di êrişên çeteyên DAÎŞ'ê de herî kêm 2 hezar û 213 Êzidî hatin qetilkirin. Salên dawî li herêmê 12 gorên komî hatin vekirin û cenazeyên Êzidiyan hatin dîtin. Nêzî 400 hezar Êzidî ji cih û warê xwe bûn. 68 cihên pîroz ên baweriya Êzidiyan hatin talankirin. Piraniya wan jin û zarok derdora 7 hezar Êzidî ji aliyê çeteyên dijminê mirovahiyê ve hatin revandin û mîna koleyan hatin firotin. 4 hezar ji wan di salên derbasbûyî de hatin rizgarkirin, lê belê aqûbetay 3 hezar jin û zarokên hatin revandin nayê zanîn.

HESABÊN DAÎŞ'Ê JI ALIYÊ PKK'Ê VE HATIN TÊKBIRIN

Çeteyên DAÎŞ'ê ku hêz ji hevkarên xwe yên herêmî û xiyanetê wergirt, dixwest ku baweriya herî kevn a xaka Mezopotamya û Rojhilata Navîn baweriya Êzidiyan, her wiha Şengalê û Êzidxanê bi temamî ji holê rakin. Lê belê tevgera PKK'ê ya bi pêşengiya Abdullah Ocalan û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd pêşî li vê girtin û hesab têk birin. Ev serketina PKK'ê li nava raya giştî ya Ewropa û cîhanê hate silavkirin. Di serî de Elmanya û gelek welatên Ewropayê parlamenteran, hunermendan, rewşenbîran ala PKK'ê hildan û spasiya PKK'iyan kirin ku Êzidî ji qirkirinê rizgar kirin.

Di rojên destpêkê yên fermanê de bi pêşengiya têkoşîna azadiyê destpêkê komek ji 400 Êzidiyan di bin navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de xwe bi rêxistin kir. Piştre jî rojên dawî yên meha Cotmehê daxuyaniyeke hevpar hate dayin û di bin navê 'Fermandariya Êzidxanê ji bo Rizgariya Şengalê' fermandariyek hate avakirin. Li ser sînorê Rojava hêzên YPG/YPJ'ê herêmên Hol û Xatûniyê rizgar kirin û bi vî rengî tevkariyeke mezin dan operasyonên ji bo rizgarkirina Şengalê. Fermandariya hevpar jî 12'ê Mijdara 2015'an ragihand ku 'Operasyona Rizgarkirina Şengalê' hatiye destpêkirin.

Êzidiyên li Çiyayê Şengalê man di bin sîwana 'xweparastinê' de rahiştin çekê û di roja duyemîn a oeprasyonê de hêzên YBŞ/YJŞ û gerîlayên HPG/YJA Starê navenda bajêr ji çeteyên DAÎŞ'ê paqij kirin. Heman rojê 13'ê Mijdara 2015'an Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê gotin 'Em Şengal a Azad diyarî gelê xwe dikin' û mizgînî dan Êzidiyan û raya giştî ya Kurdistanê.

JINÛVE BIRÊXISTINKIRINA ŞENGALÊ

Li Şengalê bersiva herî mezin a ji ferman û xiyanetê re bihata dayin bêguman rêxistinbûn bû. Ji bo vê jî xelkê Şengalê dest bi birêxistinkirinê û avakirina hin saziyan kir. Ji bo xweparastin û xwerêvebirinê di 14'ê Çileya 2015'an de Meclîsa Avakirinê ya Damezrîner a Şengalê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk dest bi kar kir. Meclîsa Damezrîner 30'ê Gulana 2017'an di kongreya xwe ya 2'emîn de navê xwe ki Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê. Li meclîsa ji 101 kursiyan a ji civaka Êzidî, li ser paşerojê biryar hatin wergirtin.

Di heman demê de jinên Êzidî yên ku çeteyên DAÎŞ'ê herî zêde êrişî wan kirin, bi navê Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) ava kirin. Ji bo parastin û ewlehiya bajar û gundan di Hezîrana 2016'an de Asayîşa Êzidxanê ava bû. Heman salê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) jî hate ragihandin û ji aliyê hikumeta navendî ya Iraqê ve bi fermî hate naskirin.

Di vê navberê de rêveberiya PDK'ê ji jinûve birêxistinbûna Êzidxanê aciz bû û aciziya xwe jî her carê dianî ziman, li dijî Şengalê propagandaya reşkirinê kir. PDK'ê piştî ragihandina Meclîsa Avaker a Damezrîner a Şengalê got, 'PKK li Şengalê kantonê radigihîne' û gef xwar. Her wiha Şengal ji bo dewleta Tirk kir hedef. Serokkomarê Tirk Erdogan di salên 2016 û 2017'an de gelek caran gef li civaka Êzidî û Şengalê xwar.

PÊVAJOYA KU BI ÊRIŞA 3'Ê ADARA 2017'AN DESTPÊ KIR

Dewleta Tirk ji bo rêxistiniya li Şengalê belav bike rojên dawî yên meha Sibata 2017'an, demeke kurt piştî serdana Serokê Giştî yê PDK'ê Mesût Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê; 3'ê Adarê bi navê 'pêşmergeyên Roj' komên xwe yên çekdar bi ser navçeya Xanesor a Şengalê ve ajot, dest bi êrişê kir. Di vê êrişa çeteyan de ku dewleta Tirk ew li Başîkayê perwerde kiribû 6 şervanên YBŞ'ê û 2 gerîlayên HPG'ê û rojnamevan Nûjiyan Erhan hatin qetilkirin.

Gerîlayên HPG'ê Çekdar Sînan (Newroz Guvercîn) 3u Orhan Baran (Sîpan Hemo) bêyî ku rahêjin çeka xwe, ji bo di navbera YBŞ û komên PDK'ê de şer rû nede, bi destê xwe wesayita leşkerî dehf dan û dîmenê vê bûyerê di hişê Kurdan de ma. Çend deqe piştî vê bûyera ku dîmenê wê hate kişandin, çeteyên PDK'ê gule li herdu gerîlayan reşandin û ew qetil kirin. Provokasyona 3'ê Adara 2017'an bû destpêka konsepta tunekirinê ya nû ya li ser Şengalê. Heman salê di şeva 24-25'ê Nîsanê de balafirên şer ên Tirk êrişe hewayî birin ser Geliyê Kersê yê Şengalê, gundên Amûdê û çiyayê Qereçoxê yê Dêrikê.

Êrişa hewayî ya li Şengalê li hemberî Radyo Çira pêk hat û çend ciwan hatin qetilkirin. Balafirên şer ên Tirk her wiha li çeperên pêşmergeyan ên li Şengalê xistin û 5 pêşmerge qetil kirin. Lê belê PDK'ê û medya wê ji ber vê êrişê jî PKK sûcdar kirin. Erdogan ragihand ku ev êriş bi destûra hêzên koalîsyonê yên li dijî DAÎŞ'ê hatin avakirin û ji welatên rojavayî pêk dihat, hatiye kirin. Erdogan ê ku pesnê vê êrişê da, eşkere kir ku berê agahî ji PDK'ê re hatiye dayin.

KOMKUJIYÊN KU DEWLETA TIRK LI ŞENGALÊ KIR

Artêşa Tirk ku bi destûra koalîsyona bi serkêşiya DYE'yê û bêdengiya hikumeta Iraqê tevgeriya di nava 5 salên dawî de bi balafirên bêmirov ên bi çek û balafirên şer gelek caran êriş kir. Gelek si yasetmedar, şoreşger û şervanên Êzidî yên ku di rizgarkirina Şengalê de kedeke xwe ya mezin heye, her wiha gelek sivîl qetil kir. Çend ji van êrişan bi vî rengî ne:

15'ê Tebaxa 2018: Di êrişa hewayî ya artêşa Tirk de endamê Koordînasyona Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) û Mahîr Serhat Şengalî yê parêzvanê wî bû şehîd bûn.

13'ê Kanûna 2018: Di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de sê sivîlên ji Kobanê; Xelîl Xalid Cîo, Mistefa Hecî û Mehmûd Xan Temo hatin qetilkirin. Ji bo Kobanê ji bo debara xwe bikin hatibûn Şengalê û di karê aşê avê de dixebitîn.

19'ê Mijdara 2019: Di êrişa hewayî ya bi balafirên bê mirov ên biçek de li Xanesorê şervanekî YBŞ'ê şehîd bû, 5 jî birîndar bûn.

16'ê Tebaxa 2021: Di êrişa bi balafirên bêmirov ên bi çek de fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda şehîd bûn. Seîd Hesen ji şer heta siyaset û dîplomasiyê di gelek qadan de ji têkoşîna azadiyê ya li Êzidxanê re pêşengî kiribû.

17'ê Tebaxa 2021: Balafirên şer ên Tirk vê carê li gundê Sikêniyê yê li quntara Çiyayê Şengalê bombe li nexweşxaneyekê barandin. Di vê êrişê de 3 kedkarên tenduristiyê û 4 şervanên YBŞ'ê yên dihatin dermankirin hatin qetilkirin.

7'ê Kanûna 2021: Balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk li Xanesorê êriş kir û di encamê de Hevserokê Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda (Dijwar) şehîd bû.

15'ê Çileya 2020: Di êrişa hewayî de ya li ser gundê Dugirê yê Şengalê 4 şervanên YBŞ'ê şehîd bûn.

15'ê Hezîrana 2020: Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Li Şengalê bombe li Xanesorê û Nexweşxaneya Serdeştê hatin barandin.

11'ê Kanûna 2021: Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li avahiya Meclîsa Gel a Xanesorê barand. Di encamê de avahiya meclîsê bi temamî hilweşiya.

21'ê Çileya 2022: Di êrişa bi balafirên şer ên bêmirov ên bi çek de Fermandarê YBŞ'ê Azad Êzdîn (Silêman Şemo Yûsûf) û şervanê YBŞ'ê Enver Tolhildan (Nacî Hecî Sebro) şehîd bûn.

1'ê Sibata 2022: Şeva ku artêşa Tirk êriş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, di heman demê de êrişî Şengalê kir. Wê şevê 21 nuqte hatin bombekirin û 3 sivîl hatin qetilkirin.

DU FERMANDARÊN KU CIHÊ XWE DI DÎROKA BERXWEDANÊ YA ŞENGALÊ DE GIRTIN

Gerîlayên HPG û YJA Starê ku ji aliyekî ve Êzidî ji fermana 73'an parastin, pêşengî ji rizgarkirina Şengalê re kirin, li aliyê din jî kirin ku xelkê Êzidî bibin xwedî hêza xweparastinê, wezîfeya xwe temam kirin û 2'ê Nîsana 2018'an xatir ji gel xwestin û ji herêmê çûn. Du fermandarên gerîla navê xwe li dîroka berxwedanê ya Şengalê nivîsandin; Agît Civyan (Vahdettîn Karay) û Dilşêr Herekol (Huseyîn Acar). Herdu fermandar piştre li eniyên cuda yên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd şehîd bûn.

Fermandarê gerîla Agît Civyan li qada Masîro ya Botanê dema ku Fermandarê Qada Botanê ya HPG'ê bû 11'ê Îlona 2020'î di şerê dijî artêşa Tirk de şehîd bû. Yek ji 12 gerîlayên destpêkê yên xwe gihandin Şengalê û fermandarê hêzên rizgarkirina Şengalê Dilşêr Herekol jî 18'ê Cotmeha 2020'î li bejahiya navçeya Dortyol a Hatayê di êrişa hewayî ya li ser çiyayê Amanosê de şehîd bû.

Sibe: Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico qala peymana 9'ê Cotmehê, ambargo, dorpêçkirin û berxwedana ji bo xweseriyê kir.