HPG: 19 dagirker hatin cezakirin derb li 6 helîkopteran hate xistin - HATE NÛKIRIN

HPG’ê diyar kir ku çalakiyên tîmên gerîla yên profesyonel didome û got “Di çalakiyên hêzên me de, 19 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn, derb li 6 helîkopteran hate xistin û dronek hate xistin.”

HPG’ê diyar kir ku çalakiyên tîmên gerîla yên profesyonel didome û got “Di çalakiyên hêzên me de, 19 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn, derb li 6 helîkopteran hate xistin û dronek hate xistin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Çalakiyên serkeftî yên tîmên me gerîla yên profesyonel bênavber didome. Hêzên me li çeperên şer bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe didin û di heman demê de çalakiyê xurt jî li dar dixin û derbên giran li dagirkeran dixin. Artêşa Tirk a dagirker careke din bi metodên nemerdane li ser çeperên şer gazên kîmyewî û jehrî bi kar tîne. Ligel ku artêşa Tirk a dagirker sûcê şer dike jî li çeperên şer berxwedana dîrokî û çalakiyên xurt ên hêzên me didome.

Di çalakiyên hêzên me de, 19 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn, derb li 6 helîkopteran hate xistin û dronek hate xistin.

LI HERÊMA AVAŞÎNÊ

Di 21’ê Nîsanê de dema ku dagirkeran hewl dan çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê bi teqemeniyan biteqînin, hêzên me bi sûîkastê li dagirkeran dan û dagirkerek hate cezakirin. Di heman rojê de di dahnê nîvro de dema ku dagirkeran hewl didan li dora qada berxwedanê pergala kamerayê ya mobese bi cih bikin, hêzên me li wan dan û li wir dagirkerek hate cezakirin.

Di 23’ê Nîsanê de saet di navbera 01.30 û 17.00’an de artêşa Tirk dagirker bi teqemeniyan li çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê dane. Di heman saetan de hêzên dagirker dema hewl dane bi pêş ve biçin, hêzên me li wan dane û dagirker neçar mane qedemeyekê vekişin.

Di 23’ê Nîsanê de bi şev artêşa Tirk a dagirker piştî ku Qada Berxwedanê ya Werxelê bomberdûman kir, hewl da leşkeran bi helîkopteran deyne qadê. Hêzên me li vir derb li helîkoptereke êrişê û li helîkoptereke Skorsky da. Helîkopterên ku derb xwarin neçar man ji qadê dûr bikevin.

Di 23’ê Nîsanê de saet di 01.30’an de hêzên dijmin qadên Girê Rûbar, Girê Cûdî, Şehîd Kendal, Şehîd Yûnûs û Şehîd Zagros bomberdûman kir û hewl da bi helîkopteran leşkeran deyne qadê, hêzên me li vir li dagirkeran da. Hêzên me derb li 4 helîkopterên Skorsky dan û helîkopter neçar man ji qadê vekişin.

LI HERÊMA ZAPÊ

Di 22’ê Nîsanê de saet di 15.00’an de hêzên me yên YJA Starê ji nêz ve bi çekên ferdî li dagirkerên li dora Girê Armanc a qada Çiyareşê dane. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin û li droneyeke li qade hate xistin. Dron kete erdê.

Di 23’ê Nîsanê de saet di 10.50 û 11.50’an de hêzên me du caran bi sabotajê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Cûdî dane. Di van çalakiyan de herî kêm 3 dagirker hatine cezakirin.

Di 23’ê Nîsanê de di destê sibehê de artêşa Tirk a dagirker xwest ji bejahî têkeve çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran. Hêzên me li vir bi xurtî li dagirkeran dane û di van çalakiyan de 10 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne.

23’ê Nîsanê saet 18:30’an de dagirkerên ku xwestine li Girê Rûbar bi cih bibin, bi taktîkeke sûîqestê bûne hedefa hêzên me û dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 23’ê Nîsanê de dema helîkopterên dijimin xwestin bi şev li Girê Rûbar û Girê Şehîd Kendal dakevin, hêzên me li wan da. Di encama mudaxeleya hêzên me de helîkopter neçar man ji qadê derkevin.

23’ê Nîsanê saet 10:00’an de hêzên me bi çekên ferdî gule li dagirkerên ku li derdora Girê Şehîd Şahîn tevdigerîn dan û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

23’ê Nîsanê saet 08:30 û 12:00’an de li derdora çeperên şer ên Girê Ortê yên li herêma Girê Karker bi çekên giran li dagirkeran hatiye xistin. Hedefên ku di encama çalakiyan de hatine tespîtkirin, bi derbên giran hatine lêdan.

23’ê Nîsanê di saetên sibê de artêşa Tirk a dagirker bi teqemenî û çekên kîmyewî çeperên şer ên Girê Şehîd Cûdî û Herêmên Berxwedana Serdemê ya Kurojahro yên girêdayî Herêma Berxwedana Serdemê ya Karkerê bombebaran kir.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERAN JI BEJAHÎ Û HEWAYÎ DIDOME

22’ê Nîsanê saet 23.00’an qada Zapê û Herêmên Berxwedana Serdemê ya Kurojahro bi balafirên şer hat bombebarankirin.

23’ê Nîsanê bi şev li herêma Zapê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Girê Cûdî, Şikefta Birîndara, Girê Rûbar, Kurojahro, Girê Cehenemê û Çiyayêreş ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera helîkopteran pêk hat. Di heman rojê de qada Şehîd Şahîn bi helîkopterên êrîşê hatiye bombekirin.

Di 23 û 24’ê Nîsanê de qada Girê Cûdî ya herêma Zapê ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan hatiye bombekirin.

23’ê Nîsanê saet di navbera 12:00-23:40’an de qadên Girê Cûdî, Şehîd Zagros, Girê Bihar û Girê FM yên herêma Zapê 9 caran bi balafirên şer hat bombebaran kirin.

23’ê Nîsanê saet di navbera 16:30-16:50’an de li ser xeta sînor qada Çemço ya herêma Zapê ji helîkopteran hatiye bombekirin.