Gerîla Hawar Şengal: Hevgirtina gelan wê planên li ser Şengalê têk bibe

Gerîla Yûsif Taher bi nasnav Hawar Şengal ku ji navçeya El Baac a parêzgeha Mûsilê ye, bal kişand ser girîngiya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo biratiya gelan û destnîşan kir ku bi vî fikrî ew tevlî nava refên têkoşînê bûye.

Gerîlayê HPG'ê Yûsif Taher bi nasnav Hawar Şengal, ku bi eslê xwe Ereb e û ji navçeya Baac a Mûsilê ye, sala 2015'an tevgera azadiyê ya Kurdistanê nas kir û diyar kir ku piştî herêm ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, wî tevgera azadiyê hîn bêhtir nas kiriye.

Gerîla Hawar Şengal qala tevlîbûna xwe ya li nava refên têkoşînê kir û anî ziman ku ji ber fikrê demokratîk û biratiya gelan û bi bandora têkoşîna şervanên ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûn, ew tevlî nava têkoşîna azadiyê bû.

Hawar Şengal got, "Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tevgereke demokratîk e û li dijî pergala kapîtalîst têdikoşe."

Bi dewamî wiha axivî, "Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji bo rizgariya gelên herêmê hemûyan li ber xwe dide. Li dijî zîhniyeta zilamê serdest têdikoşe û girîngiyê dide azadiya jinê. Li dijî neheqî, mêtingerî, nijadperestî û neteweperestiyê têdikoşe. Azadiya ku demeke dirêj e em lê digerin ev azadî ye."

Gerîla Hawar Şengal anî ziman ku destpêkê wî berê xwe da nava PDK'ê û got, "Min dît ku di nava PDK'ê de cudahiyê dixin nava pêkhateyan. Cudahiyê dixin navbera Ereb, Kurd, Êzidî û pêkhateyên din hemûyan. Piştî ku hevrê Mam Zekî şehîd bû, hevxemî di navbera Kurdên Êzidî û pêkhateyên din de rû bide. Ev bû sedema rûdana yekrêziyê. PDK ji vê yekê aciz bû û hewl da li Şengalê derbê li vê sîstema rêveberiya xweser bixe. Li ser vê bingehê hewl da ku cudahiyê bixe navbera gelan."

Gerîla Hawar Şengal ku piştre tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû, destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser û fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêmên wan hevgirtin di navbera gelan de çêkir.

Hawar Şengal ragihand ku hem PDK hem jî hikuemta Iraqê projeya hevgirtina gelan ji xwe re metirsîdar dîtin, lewma hewl didin derbê li proje û fikrê neteweya demokratîk bixin û di navbera gelan de dîwar çêbikin.

Gerîla Hawar Şengal destnîşan kir ku bi berxwedana gelan û hevgirtina wan hemûyan wê planên li ser Şengalê têk biçin.