Hêzil Ozgur: Dem dema çalakiyê ye, ne dema axaftinê ye

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur destnîşan kir ku wê li dijî êrişên dagirkeriyê bi ser bikevin û got, "Dem dena çalakiyê ye, ne dema axaftinê ye."

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji ANF'ê re axivî.

Ozgur got, "Şeva 17'ê Nîsanê saet di 20:30'î de artêşa Tirk a dagirker ji bo plana xwe ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê bixe meriyetê li gel dehan balafirên keşfê, balafirên şer, helîkopterên êrişê û Skorsky li herêmên Zap û Avaşînê dest bi êrişeke berfireh kir. Hewldana dagirkeriyê ya sala 2021'ê ku di ber dijmin de ma, bi ser neketibû. Lewma bi rûreşî xwe ji hin herêman vekişandibû. Ji bo heyfa vê hilîne sala 2022'an ji 14'ê Nîsanê heta 17'ê Nîsanê destpêkê bi teknîkê bombe li h in herêman barand."

LI DERBÊN GIRAN ÊN GERÎLA RAST HATIN

Ozgur got, "Ji aliyê Şêladizê ber bi qada Kurojahro bi peya hat û bi helîkopterên Skorsky û hewayê leşker danî, bi vî rengî li van qadan hemûyan dest bi operasyonekê kir" û wiha dewam kir:

"Li hemû girên ku dijmin xwest di şevekê de xwe lê deyne li derbên giran ên gerîla rast hat. Dijminê ku nekarî hêzên xwe deyne ser giran û li gel vê yekê zerareke mezin dît, neçar ma ku bi bêdengî xwe li qadên di bin kontrola gerîla de ne deyne. Yekîneyên dijmin ku neçar ma xwe li deverên dûrî tunelên şer deyne, ji bo xwe bigihîne tunelên şer xwest ji bejahî ve bi pêş ve biçe.

Hevalên me li qada ku her bihosteke wê nas dike û lê serwer e, derbên giran li vê artêşa Tirk a faşîst xistin û nehiştin bi pêş ve biçe. Li hin deveran firsend dît ku birevin, li hin deveran hînê çikiyane û hevalên me lê didin."

ŞER ŞERÊ KURDAN HEMÛYAN E

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur bi dewamî wiha axivî:

"Êrişa dagirkeriyê ya berfireh ne tenê li ser Zapê û li dijî PKK'ê ye, êriş li ser destketiyên Kurdan, bi taybetî li dijî nirxên Kurdên azad e ku dixwaze bi namûsa xwe bijîn. Ji bo nehêle ku nexçeya Kurdistanê ya parçe bûye di sala 2023'an de bigihêje hev û li ser bingeha xeyalên xwe yên Osmaniya Nû karibe xwe bigihîne sînorên Mîsakî Mîlî, hewl dide hemû herêmên xwe gihandine desteser bikin. Çav berdane dewlemendiya ser û binê erdê ya Kurdistanê, ji bo vê jî polîtîkayên mêtingeriyê yên qirêj dimeşîne. Lewma em dubare dikin û dibêjin, ev şer ne tenê şerê navbera PKK û dewleta Tirkiyeyê ye; li dijî nirxên Kurd û Kurdistanî şerê serketinê yê li dijî dijminê qirker û mêtingeriyê ye.

Çawa ku gerîla di vê pêvajoya dîrokî de ji bo parastina Kurdistanê bi fedakarî û ruhê fedaî rola xwe bi cih aniye, her ferdên Kurdistanê jî divê xwedî li dîrok, xak û rûmeta xwe derkeve û sînorekî deyne pêşiya artêşa Tirk a faşîst dagirker û ji vê dagirkeriyê re bêjin 'êdî bes e'.

EM Ê HESABÊ HER CÛRE ÊRIŞÊ BIPIRSIN

Kurdên ku şirîkatiyê ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk re dikin û van dipejirînin divê baş zanin; em êdî wan jî weke dijmin dibînin. Ji ber ku yên bi dijminê Kurdan re heman siyasetê dimeşînin û heman polîtîkayên bi cih tînin, bêguman dijminê Kurdan e. Wê demê bi navê gerîla, bi navê hêza parastinê ya Kurdistanê; em ê li dijî her cûre êrişên dijminane yên ku rûmeta Kurdan binpê dikin ji niha û pê ve jî bêdeng nemînin û hesabê wê bipirsin. Me bersiva pêwîst dan û em ê hîn jî bidin.

Bi taybetî gelê me yê Başûrê Kurdistanê divê vê baş zanibe; dîktatoriya Saddam salên dûr û dirêj êşên giran li wan ferz kir. Saddam Kurd qetil kir, gund talan kir, hilweşand û bi kîmyasalê komkujî kir. Saddam çû niha dîktator Erdogan kete şûna wî. Ew jî gundan hildiweşîne, bajaran dişewitîne, mirovên me qetil dike, bi bikaranîna çekên kîmyewî Helebçeyên nû dike. Lê belê kes li ber vê ranabe, hemû dewlet ji nedîtî ve tên. Cîhan li pêşberî vî dîktatorî bêdeng e. Ev jî tê wê wateyê ku em Kurd û dostên xwe çiqasî dest bidin hev, bibin yek em ê pêşî li van êrişên hovane bigirin.

DEMA ÇALAKIYÊ YE

Em di wê baweriyê de ne ku gelê me jî vê metirsiyê dibînin û wê helwesta pratîkî bi çalakiyan nîşan bide. Ji ber ku dem dema çalakiyê ye, ne dema axaftinê ye. Di vê pêvajoyê de pratîk ji me tê xwestin, ne gotin. Bêguman dilê Kurdistanê di serî de Amed li Bakurê Kurdistanê û hemû parçeyan îrade û biryardariya di 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de derkete holê di asta dîrokî de bû. Em hemû ji bo dawî li vî şerî bînin û Kurdistana Azad û azadiya Rêbertî misoger bikin, divê vê pêvajoya hesas bi serketinê tacîdar bikin."