PKK: Li qadên 1'ê Gulanê em li ber dagirkeriya faşîzma AKP-MHP'ê rabin

Komîteya Rêveber a PKK'ê bang kir ku bi berxwedana seferberiya topyekûn têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê mezin bikin, 1'ê Gulanê bikin asteke nû ya azadiyê, li ser vê bingehê qadên 1'ê Gulanê dagirin û li ber faşîzma AKP-MHP'ê rabin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek têkildarî 1'ê Gulanê da. Daxuyanî wiha ye:

"Di demekê de ku weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd xwe amade dikir ku 1'ê Gulanê roja têkoşîn, piştevanî û yekîtiya çîna karker bi rengê ku li wateya wê tê pîroz bikin, dîktatoriya AKP-MHP'ê ya faşîst-qirker ji 17'ê Nîsanê û pê ve li ser herêmên Zap û Avaşînê dest bi êrişeke nû ya dagirkerî û qirkeriyê kir. Bêguman êrişa navborî surprîz nîne, berevajî rewşeke ku dihate hêvîkirin. Ji xwe ji kêliya destpêkê ve hêzên me yên gerîla yên leheng bi rengekî çalak li ber rabûn û derbên gelekî giran li hêzên dagirker hate xistin.

Şerê nû yê ku li ser vê bingehê destpê kir hefteyekê li pey xwe dihêle û li hemû eniyan bi giranî dewam dike. Gerîlayên Zapê ku di Sibata 2008'an de karîzmaya fermandariyê ya Yaşar Buyukanit û Îlker Başbûg têk birin, niha jî faşîzma Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî hildiweşînin û li gir û newalên Zapê binax dikin. Eşkere ye ku ev êriş wê bibe êrişa dawî ya faşîzma AKP-MHP'ê û serketina gerîla ya duyemîn a piştî 14 salan wê dawî li faşîzma AKP-MHP'ê bîne. Li ser vê bingehê em destpêkê gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku bi berxwedana xwe ya lehengiyê dîrokê dinivîsînin silav dikin û serketina wan a dîrokî pîroz dikin. Şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî, hezkirin û bi minet bi bîr tînin. Di vî şerê hebûn û azadiyê de her tim serketinê hêvî dikin.

Eşkere ye ku weke gel û tevgerê, em 1'ê Gulanê ya îsal di nava şerekî şoreşgerî de pêşwazî dikin ku çarenûsa me diyar dike. Ji xwe bi Rêber Apo û PKK'ê re 1'ê Gulanê hemû bi vî rengî derbas bûn û veguherî rewşa ku herî zêde li wateya roja têkoşîna çîna karker tê. Diyar e ku 1'ê Gulanê ya îsal wê bibe asta herî bilind a van hemûyan, Pêngava me ya Sala 50'emîn a bi 8'ê Adarê re destpê kir û bi Newrozê re gihîşt asta bilind, bi pêşengiya gerîla wê veguhere pêngava ebrxwedan û azadiyê ya herî mezin û bi wate ya dîrokê. Li ser vê bingehê em 1'ê Gulanê di serî de li Rêber Apo, li hevrêyên li çiyê, bajar û zindanan li ber xwe didin, li gelê me yê kedkar, dostên me yên şoreşger-demokratîk, jin û ciwanan, li hemû karker û kedkaran pîroz dikin û di têkoşîna demokrasî û azadiyê de serketinê ji wan re dixwazin. Di şexsê şehîdên Taksîmê yên 1'ê Gulana 1977'an û şehîdên Zap-Avaşînê de şehîdên azadiyê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armancên wan bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wan derkevin.

'EV ÊRIŞ NE TENÊ PKK'Ê, HER WIHA GELÊN HERÊMÊ Û MIROVAHIYÊ JÎ ELEQEDAR DIKE

Gelê me yê welatparêz, dostên me yên şoreşger-demokratîk!

Eşkere ye ku faşîzma AKP-MHP'ê bi hemû hêza xwe û derfetên Tirkiyeyê bi temamî bi kar tîne û êriş dike. Ji bo tasfiyekirin û tunekirina PKK'ê dest bi êrişeke nû ya plankirî kiriye. Dixwaze gerîla têk bibe û PKK'ê tune bike. Parçeyek û xeleka dawî ya êrişên dagirkeriyê ye ku dawiya Tebaxa 2016'an li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê destpê kirin. Ev êrişa qirkirin û dagirkeriyê ku şeş sal in parçe bi parçe hate meşandin, niha li dijî navenda berxwedanê ya azadiyê tê kirin.

Ji ber vê yekê êrişa navborî gelekî cidî û girîng e. Bi qasî ku PKK'ê eleqedar dike, gelê Kurd bi temamî, Ereb û tevahiya gelên herêmê û mirovahiyê jî eleqedar dike. Belê, desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst dixwaze bi vê êrişê re temenê xwe dirêj bike. Tê fêhmkirin ku faşîzma AKP-MHP'ê wê xwe bispêre rewşa siyasî û leşkerî ya ji ber Şerê Ûkraynayê rû da û xwe bispêre şerê qirkirin û dagirkeriyê yê navborî, bi vî rengî hewl bide temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Ji xwe êrişa heyî jî ya qirkirin û dagirkeriyê di nava atmosfera Şerê Ûkraynayê de bi piştgiriya DYE, Elmanya, Îngilistan, NATO û PDK'ê tê meşandin. Ev hêzên ku dibêjin ew li Ûkraynayê li dijî dagirkeriya Rûsyayê ne, bûne piştevanê xurt ê dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê.

Armanceke desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê dirêjkirina temenê xwe jî be, wê kêm bimîne ku mirov vê êrişa dagirkerî û qirkeriyê tenê di çarçoveya vê armancê de binirxîne. Faşîzma AKP-MHP'ê armanca esasî û wezîfeya ku dewleta Tirk a dewama Rêveberiya Îttîhat û Terakkî ye jê re daye, bi cih tîne. Eger êrişa navborî bi ser bikeve wê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê têk biçe û li ser vê bingehê PKK îmha bibe. Lê belê wê qîma xwe bi vê neynin, piştre jî wê dor bê PDK û rêxistinên din ên Kurd, li ser vê bingehê jî wê hewl bidin qirkirina Kurdan temam bikin. Dema ku ev bi ser xist wê dor bê Ereban û di serî de gelên Tirkiyeyê wê hewl bidin gelên li Rojhilata Navîn hemûyan bixin bin zext û zordariya siyaset û mejiyê qirker û faşîst. Eşkere ye ku ev jî wê bê wateya serweriya siyaset û mejiyê faşîst-qirker ku di nava Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li tevahiya cîhanê hatibû afirandin. Êrişa dagirkeriyê ya faşîzma AKP-MHP'ê ya li ser Zap û Avaşînê xwedî aliyekî cîhanî û dîrokî yê bi vî rengî ye. Lewma divê neyê gotin ku tenê pêwendiya xwe bi PKK'ê û Kurdan re heye, divê eleqeya bi gelên herêmê û mirovahiyê re baş bê dîtin.

LI SER XETA FEDAÎ YA APOYÎ EM Ê BI HEMÛ HÊZA XWE LI BER XWE BIDIN!

Bêguman weke gel û tevgerê, me zanî bû ku wê êrişeke bi vî rengî bê kirin û di asteke mezin de me xwe jê re amade kiribûn. Lewma di serî de gerîlayên Zap û Avaşînê, weke hêzên gerîla û partiyê, tevgerên jin û ciwanan, Kurdên welatparêz û dostên xwe li dijî êrişa qirkirinê û dagirkeriyê li ser bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşgerî em bi rengekî topyekûn li ber xwe didin. Polîtîkaya me berxwedan e û têkbirina siyaset û mejiyê qirkirin û faşîst e. Li ser vê bingehê heta ku êşkence û dîwarên tecrîdê yên li Îmraliyê parçe parçe bikin, li ser xeta fedaî ya Apoyî em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Şer ne tenê li Zap û Avaşînê ye, şer li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyeyê ye; lewma em ê şerê şoreşgerî yê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li her devera Kurdistanê û Tirkiyeyê belav bikin. Her wiha şer ne tenê erkê gerîla ye, di serî de jin û ciwan wezîfeya gelê Kurd ê welatparêz û dostên wan e; ji ber vê yekê her kes li her cihê ku lê ye ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê çi jê tê wê bike. Her şervan û tîmên gerîla xwedî însiyatîf in; li cihê ku lê ye bi her cûre derfet û firsendê wê derba kuştinê li faşîzma AKP-MHP'ê bixe. Her ciwanekî Kurd şervanekî azadiyê ye; li cihê ku lê ye wê bi her cûre çalakiyê derbê li faşîzma AKP-MHP'ê bixe û dema ku pêwîstî çêbû wê berê xwe bide refên gerîla. Li ser vê bingehê wezîfedar e û bi însiyatîf e; wê berpirsyariya xwe ya dîrokî pêk bîne.

LI BER HEVKARIYA PDK'Ê RABIN, LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BI PKK'Ê RE BIBIN YEK

Bi kurtasî di serî de gerîla weke gel û tevger li dijî êrişên qirker û dagirker ên faşîzma AKP-MHP'ê em li ber xwe didin. Biryargeha me ya gerîla her roj bîlançoyên şer eşkere dike. Bîlançoya heftane radixe pêş çavan ku derbeke çawa ya kuştinê li hêzên AKP-MHP'ê yên dagirker hatiye xistin. Di serî de jin û ciwan; gel û dostên me li çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê li ser piyan e; êrişên qirker û dagirker ên faşîzma AKP-MHP'ê şermezar dikin. Em ji vê derê çalakiyên berxwedanê hemûyan silav dikin.

Lê belê berxwedana li dijî êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a mêtinger û faşîzma AKP-MHP'ê ne tenê kar û wezîfeya PKK, HPG û KCK'ê ye.

Mînak hêzên ku ji xwe re rêxistina Kurd e dibêjin, gelo helwesta wan çi ye? Piştî PKK'ê wê dor bê wan jî. Ma nedivê niha bikevin nava liv û tevgerê û bi PKK'ê re bibin yek, li dijî dagirkeriyê û qirkeriyê li ber xwe bidin? Ma nedivê li dijî PDK'ê ya ku cerdevaniyê ji dagirkeriya AKP-MHP'ê re dike, helwesteke xurt nîşan bidin? Eşkere ye ku têkoşîna li dijî qirkerî û dagirkeriyê ji têkoşîna li dijî nokerî û xiyanetê ne cuda ye. Di rewşa heyî de rêveberiya PDK'ê di asta herî xerab a hevkariyê de ye û ji aliyekî ve leşkerên Tirk ên dewleta Tirk li hemberî gerîla diparêze, li aliyê din jî ewlehiya xwe bi temamî dispêre dewleta Tirk. Helwesta partî û rêxistinên din têrker nîne. Eşkere ye ku partî, rêxistin, kesayet, rewşenbîr, siyasetmedar û hunermendên ku xwe weke welatparêzên Kurd dibînin, divê li ber helwesta PDK'ê rabin, li dijî dagirkeriya AKP-MHP'ê bi PKK'ê re bibin yek.

FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê YA LI AVAŞÎN Û ZAP'Ê TÊK BIÇE, WÊ DI CIH DE LI ENQEREYÊ JÎ TÊK BIÇE

Şerê li Zap û Avaşînê yê li dijî dagirkeriya faşîst a AKP-MHP'ê ji berxwedana li Enqere, Stenbol û Îzmîrê ya li dijî faşîzma AKP-MHP'ê cuda nîne; berevajî vê yekê baskê herî xurt û pêşeng ê vê berxwedanê ye. Faşîzma AKP-MHP'ê ya ku li Zap û Avaşînê têk biçe wê di cih de li Enqereyê jî hilweşe û nikaribe rojekê jî temenê xwe dirêj bike. Wê demê hêzên antîfaşîst, karker û kedkar, şoreşger û demokrat, jin û ciwanên Tirkiyeyî li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ya ku êrişî Zap û Avaşînê dike divê helwestê nîşan bidin û têkoşîna 'Tirkiyeya demokratîk' li her qadê bi rengekî çalak bimeşînin. Ya ku li Zap û Avaşînê diqewime ti eleqeya xwe bi 'parastina welêt' re nîne, berevajî vê yekê êrişa qirker û dagirker a faşîst e. Li ser vê bingehê qirkirin li gelê Kurd tê ferzkirin û hewl tê dayin ku bê tunekirin. Halbûkî li Tirkiyeya ku Kurd lê ne azad be, jiyaneke demokratîk û azad nabe. Wê demê divê her cûre nêzîkatiyên nijadperest-şoven ji holê bêne rakirin, li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re mil bi mil têkoşîn bê meşandin û ji bo vê jî li nava refên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bicivin. Bİ taybetî banga me li wan ciwanan e ku ji Tirkiyeyê hez dikin û dixwazin bi rengekî azad bijîn.

GELÊ EREB JÎ DIVÊ PIŞTGIRIYÊ BIDE BERXWEDANA PKK'Ê

Di serî de gel û hêzên siyasî yên Ereb divê gelên li Rojhilata Navîn hemû zanibin ku piştî Kurdan wê dor bê wan. Siyaseta dewleta Tirk a heyî, di xeta Cemiyeta Îttîhat û Terakkî de çalak bûye. Divê mirov rewşa heyî bi rewşa dîroka nêz re nedin ber hev. Wê demê bêyî ku dereng bimîne û bêyî ku winda bike divê piştevaniya Kurdan bê kirin û piştgirî ji berxwedana PKK'ê re bê dayin. Polîtîkayên dagirker-belavker ên faşîzma AKP-MHP'ê li ser vê bingehê dikarin bêne astengkirin.

DEMOKRATÊN RASTEQÎN DIVÊ LI BER DAGIRKERIYA LI KURDISTANÊ RABIN

Li cîhaneke ku Kurd lê tê qirkirin, wê ji bo kesî azadî û demokrasî tune be. Wê demê hêzên demokratîk û azadîparêz, tevgerên çep û sosyalîst, kedkar û karker, jin û ciwan ji bo pêşîgirtina li qirkirina Kurdan û ji bo misogerkirina azadiya Kurdan divê li ber qirkerî û dagirkeriya faşîst a AKP-MHP'ê rabin û têbikoşin. Li gorî polîtîkayên DYE û Dewleta Elman ên dibêjin 'Li Ûkraynayê em li dijî dagirkeriya Rûs in' dagirtina kolanên Berlîn û Washîngtonê kesî nake demokratê rasteqîn. Bi sed hezaran kesên ku li dijî dagirkeriya Rûs kolanên Berlîn û Washîngtonê dagirkirin li ku derê ne, gelo li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê çi dibêjin? Eşkere ye ku ji şerê berjewendiyan ên li ser Ûkraynayê tê meşandin, demokrasî û gel bi ser nakevin; lê belê berxwedana azadiyê ya gelê Kurd a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk mîna çirûska destpêkê ya afirandina cîhaneke demokratîk û azad a ji bo her kesî ye. Wê demê demokratên rasteqîn divê li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê rabin û piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.

EM Ê HER TIM BI GELÊ ME YÊ KURD Ê ÊZIDÎ RE BIN

Bêguman yek ji mijarên di rojevê de ye êrişa artêşa Iraqê ya li ser Şengalê ye. Roja ku dewleta Tirk li ser herêmên Zap û Avaşînê dest bi êrişa dagirkeriyê kir ku bi fermî di nava sînorê dewleta Iraqê de ne, artêşa Iraqê jî êriş bir ser Şengalê. Ji ber vê yekê fikar çêbûn ku di navbera wan de planeke hevpar heye. Vê rewşê û daxuyaniyên Tayyîp Erdogan, daxuyaniyên sist û bêdeng ên hikumeta Iraqê yên li dijî dagirkeriya li Zap û Avaşînê bêbandor kir. Dihate zanîn ku rêveberiya PDK'ê di nava planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de ye, lê belê nedihate zanîn ku hikumeta Iraqê ya heyî di vê astê de di nav de ye. Lê belê ev jî eşkere bûye. Bêguman rewşa heyî ya Şengal û Mexmûrê ku di dema ketina Mûsilê de li hemberî êrişên DAÎŞ'ê xwe parastin û rûmeta Iraqê rizgar kirin, her wiha têkçûna destpêkê bi DAÎŞ'ê dan kirin, ji bo hikumeta Iraqê rewşeke gelekî neyînî ye û bi ti hincetê nikare bê nixumandin. Em polîtîkayên hikumeta Iraqê yên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar dikin û weke dewama polîtîkayên dewleta Tirk dibînin. Bi navê PKK'ê em sekn û berxwedana bi rûmet a gelê Şengalê silav dikin. Li pêşberî rewşa heyî ya Şengalê, li pêşberî jiyana azad a gelê me yê Kurd ê Êzidî berpirsyariyên me jî hene. Em her tim bi gelê xwe yê Kurd ê Êzidî û bi gelên Şengalê re bûn, ji niha û pê ve jî em ê bi wan re bin.

EM TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê MEZIN BIKIN

Êrişa dagirkeriyê ya li ser Zap û Avaşînê êrişa dawî ya faşîzma AKP-MHP'ê ye. Eşkere ye ku faşîzma AKP-MHP dema li Zap û Avaşînê têk çû wê li Enqereyê jî hilweşe. Ev rewş hem wê pêşî li qirkirina Kurdan bigire hem jî bike ku Rojhilata Navîn û cîhan hîn demokratîk bibin. Wê demê divê mirov li Zap û Avaşînê faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin. Weke PKK û gelê Kurd, weke gelên Rojhilata Navîn û cîhanê hêza me heye ku em vê pêk bînin. Hingî divê em vê hêzê bi rengê herî çalak û rêxistinî bi kar tînin, bikin yek û faşîzma AKP-MHP'ê li Zap û Avaşînê têk bibin, Kurdistanê azad, Rojhilata Navîn û cîhanê jî demokratîk bikin.

Li ser vê bingehê di serî de hêzên me yên gerîla û partiyê, bi pêşengiya jin û ciwanan em bang li gelê xwe, gelên Tirkiyeyê û Rojhialta Navîn, dostên me yên demokratîk û şoreşger, tevgerên antî faşîst û demokratîk ên li çar aliyên cîhanê dikin ku bi berxwedana seferberiya topyekûn li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têkoşînê mezin bikin, siyaset û mejiyê qirker û faşîst di berxwedana dijî dagirkeriya li Zap û Avaşînê de bifetisînin, 1'ê Gulanê bikin asteke nû ya azadiyê, li ser vê bingehê qadên 1'ê Gulanê dagirin û li ber dagirkeriya faşîzma AKP-MHP'ê rabin."