Aktîvîst, hiqûqnas û parêzerên Rojhilatê Kurdistanê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

102 aktîvîst, hiqûqnas û parêzerên Rojhilatê Kurdistanê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.

102 aktîvîst, hiqûqnas û parêzerên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrişa dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk binpêkirinên hiqûqa navneteweyî didomîne û wiha hat gotin, "Dewleta Tirk careke din ji bejahî û hewayî ve êrişî xaka Herêma Kurdistanê kir û ev êriş binpêkirina eşkere ya serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Tirkiye bi binpêkirina mafên mirovan û piştgiriya xwe ya ji bo DAÎŞ'ê xwedî dîrokeke tarî ye ku li dijî nirxên mirovahiyê ye. Mafê tu dewletekê nîne ku bi hinceta parastina ewlekariya xwe ya neteweyî êrişî yekparçeyiya xak û serweriya siyasî ya dewleteke din bike. Êrişên Tirkiyeyê aştî û ewlehiya herêmê û civaka navneteweyî dixe xeteriyê."