Karataş: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye

Serokê Şaxê Wanê yê ÎHD'ê Mehmet Karataş got, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Serokê Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Mehmet Karataş ji ANF'ê re axivî û got, "Nabe ku li girtîgehê nêzîkatiyeke cihêkar ji girtî yan jî hikumxwarekî re bê nîşandan. Lê belê tevî vê yekê jî mafên qanûnî yên Ocalan têne desteserkirin. Tecrîd yek ji sûcên herî mezin e ku li dijî mafên mirovan hatiye kirin. Tevî Qanûna Ceza ferz dike ku nabe rûmeta mirovan bê binpêkirin, desthilatdarî vî hukmî binpê dike; pîvana wekheviyê binpê dike."

Parêzer Karataş diyar kir ku ti sparteyek hiqûqî ya tecrîda li ser Ocalan nîne, qedexekirina hevdîtina bi parêzeran û malbatê re li dijî qanûnê ye û got, "Peymanên navneteweyî li aliyekî, Tirkiyeyê di mewzûata xwe ya neteweyî de jî ev rewş bi rengekî eşkere raxistiye pêş çavan. Şidandina tecrîdê nîşan dide ku qanûn û destûra bingehîn a Tirkiyeyê jî tê binpêkirin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan astengiya herî mezin e li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd. Tecrîda li ser Ocalan bandorê li girtîgehên din jî dike, ji wir jî li nava civakê belav dibe. Divê tecrîd tavilê ji holê bê rakirin."

DIVÊ HER KES LI BER TECRÎDÊ RABE

Hevserokê Şaxê Wanê yê Egîtîm-Senê Mûrat Atabay jî anî ziman ku tecrîd binpêkirina destûra bingehîn û hiqûqa navneteweyî ye û got, "Rêxistinên girseyî yên demokratîk divê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Ji bo polîtîkayên şer û neçareserkirina pirsgirêka Kurd polîtîkaya tecrîdê tê meşandin. Ji bo bidawîbûna şer û avakirina aştiyê gava destpêkê ya divê bê avêtin bidawîkirina polîtîkayên tecrîdê ye."