Yekîneya Tolhildanê çalakiya li ser baregeha dewleta Tirk a li Şêladizê girt ser xwe

'Tîma Tolhildanê ya Şehîd Sîdar' berpirsyariya çalakiya 22'ê Nîsanê ya li dijî baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker a li herêma Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin, girt ser xwe.

Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo da zanîn ku hêzên di 22’ê Nîsana 2022’an di saet 12.30’an de li baregeha Sîre ya dewleta Tirk a dagiker bi fuzeyan xistiye û ev agahî parvekirin:

“Yekîneyên me li baregeha Sîre ya ku qatilê gelê me, dewleta Tirk a bêbext û xayîn li bajarokê Şêladizê yê Başûrê Kurdistanê ava kiribû, xist. Di encama vê çalakiya bi fuzeyê de baregeha artêşa Tirk bi awayekî rast hate lêdan û leşkerên tê de hatin cezakirin. Hêzên PDK'ê yên Şêladizê ji bo rizgarkirina leşkerên mirî û birîndar, bi cil û bergên sivîl çûne alîkariya leşkerên Tirk. Ji aliyê her kesî ve bi awayekî zelal hate dîtin ku çawa alîkariya hêzên Tirk ên dagirker kirin.”

Fermandariya yekîneyê her wiha diyar kir ku bila dost û dijmin her kes bizane ku em ê li tu devera Kurdistanê rê nedin xiyanet, hevkarî û dagirkeriyê. Yekîneyê bi domdarî wiha got: “Em ê tola gelê xwe û lehengên xwe teqez hilînin.

Ev çalakî ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Sîdar ve ji bo bîranîn û tolhildana fermandarê me yê mezin Şehîd Bedran Gundikremo di salvegera şehadeta wî de hate lidarxistin.”