Li Silêmanî bi sedan kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan-HAT NÛKIRIN

Bi sedan welatiyên Silêmanî bi pêşengiya jinan li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê daketin qadan.

Bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê li hemberî qadên gerîla û Başûrê Kurdistanê ku ji 17’ê Nîsanê ve dayî destpêkirin, bi sedan welatiyên Silêmanî bi pêşengiya jinan daketin qadan.

Çalakiya meşê ya bi pêşengiya jinan nîv saet beriya niha ji Kolana Salim a bajêr destpêkir. Tê payîn ku wê heya Emne Sûreke dom bike. Di meşê de pankarta li ser hatî nivîsandin “Silav li berxwedaniya gerîla, na ji dagirkerî û nokeriyê re, belê ji bo têkoşîna hevbeş” hat vekirin û gelek wêne û dovîzên ku dagirkerî û hevkariya PDK’ê teşhîr dikin hatin hilgirtin. Di heman demê de wêneyên jinên pêşeng ên Kurd jî hatin hilgirtin.

Çalakvan di meşê de bê navber bi berzkirina dirûşmeyên dijî dagirkeriya Tirkiyê û hevkariya PDK’ê hêrsa xwe tînin ziman. Di heman demê de dirûşmeyên piştewaniyê ya bi gerîlayên azadiyê jî tên berzkirin. Di meşê de dirûşmeyên weke, “Bijî  Berxwedana gerîla”, “Bimre xiyanet’ û “Artêşa Tirk derkeve derve” hatin berzkirin.

Piştî meşê, ji aliyê Çiro Şiwanî ve daxuyanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Dewleta Tirk a dagirker ti êriş û dagirkerî bêyî kirêkiriyek navxweyî pêknayîne. Îro ji hemeû demê zêdetir pêwîstiya me bi eniyek yekgirtî ya jinan li tevahiya Kurdistanê li dijî hemû êriş û dagirkerî û planên dijmin heye. Divê piştgiriya berxwedana jinên şervan û gerilayên li çiyayên azad ên Kurdistanê bikin ku keramet, xak û hebûna me diparêzin. Îro roja têkoşîna li dijî dagirkerî û dema azadî û têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Êdî qebûl nakin serweriya vê xakê bibe bombe û li ser me de bibare.”

Piştî şewitandina wêneyê Erdogan, bi berzkirina dirûşmeya,“Terorîst Erdogan” çalakî bi dawî bû.