Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê da zanîn ku artêşa Tirk li herêmên berxwedanê yên Kurojehro, Werxelê, Şehîd Şahîn, Kûnîşka û Girê Ortê li dijî çeperên gerîlayan gazên jehrî bi kar anîne.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ev daxuyanî da:
Dagirkerên ku di encama çalakiyên bi bandor ên hêzên me de, derbên giran xwarin li dijî çeperên li herêmên berxwedanê yên Kurojehro, Werxelê, Şehîd Şahîn, Kûnîşka û Girê Ortêyê gazên jehrî bi kar anîn.
Ku bi gazên jehrî encam negirtin, vê carê dest bi bikaranîna gazên kîmyewî yên rengê wê zer kirin. Berxwedana hêzên me û şer berdewame.’’