Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
Welatiyê bi navê Mûstafa Taşdemîr ê 73 salî jî di nav de ji kesên li Bazîdê hatine destgîkirin 3 jê hatin girtin.
Welatiyê bi navê Mûstafa Taşdemîr ê 73 salî jî di nav de ji kesên li Bazîdê hatine destgîkirin 3 jê hatin girtin.
Polîsan di 22’yê Nîsanê de li navçeya Bazîd a Agiriyê bi ser malan de girt û Mûstafa Taşdemîr ê 73 salî jî di nav de 3 kes destgîrkirin. Piştî bidawîbûna kar û barên li Midûriyeta Polîsan, her sê welatî jî sewqî Edliyeya Bazîdê hatin kirin.
Piştî kar û barên îfadeyê, dozgeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê her sê welatî sewqî dadgehê kirin. Dadgehê bi heman sedemê ji bo Hevseroka HDP’a Bazîdê Gonul Ozturk, welatiyê 73 salî Mûstafa Taşdemîr û rêveberê HDP’ê yê navçeyê yê berê Bahattîn Ozturk biryara girtinê da.
Kesên hatine girtin şandin Girtîgeha Tîpa L a Panosê.