Li Zapê 3 dagirker hatin cezakirin, li Avaşînê gerîlayek şehîd bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li Zapê di çalakiyên gerîla de 3 dagirker hatin cezakirin. Li Avaşînê jî gerîla Hazim Elî El Nofel şehîd bû.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate ragihandin ku tîmên gerîla yên bi tevger "bersiva pêwîst" didin dewleta Tirk a dagirker.

Li gorî daxuyaniyê, li herêma Zapê 3 leşkerên din hatin cezakirin, yek jî birîndar bû.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker, ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve bi ruhê milîtaniya Apoyî ve hate pêşwazîkirin û li her qadê derbên giran li dagirkeran hate xistin. Tîmên me yên gerîla yên bi tevger ku li ser xeta fedaiyên me yên nemir dimeşin û derbên giran li dagirkeran dixin, taktîkên dema nû bi pratîkeke afirîner bi cih tînin û bersiva pêwîst didin êrişên giran ên dagirkeran.

Di şerê giran de hevrêyê me yê Fedaî yê ji ewladê leheng û hêja yê gelê me yê Ereb bi lehengî şer kir, derbên giran li dagirkeran xist û şehîd bû.

Di çalakiyên xurt ên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Agahiyên berfireh ên çalakiyan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

22'ê Nîsanê saet di 14:30'î de artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên Girê Şehîd Cûdî yên li qada berxwedanê ya Girê Karker bi balafiran 6 caran bombe kir û piştre xwest bi pêş ve biçe. Bi destwerdana xurt a hêzên me re şer qewimî û dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin. Heman rojê saet di 17:40 û 19:10'an de dagirkeran careke din xwestin ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin, hêzên me jî bi rêbaza sabotajê, bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran xistin. Di encama destwerdana xurt a hêzên me de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

22'ê Nîsanê saet di navbera 22:00-01:00 de çeperên şer ên li qadên berxwedanê yên Karker, Şikefta Birîndara û Gİrê Ortê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Li qadên berxwedanê şerê navbera hêzên me û dagirkeran bi rengekî giran dewam dike.

22'ê Nîsanê saet di navbera 22:00-01:00 de artêşa Tirk a dagirker xwest hêzên xwe bi helîkopteran li quntarên Çiyayêreş, Girê Rûbar û Girê Kovî deyne. Bi destwerdana hêzên me re şer qewimî û hîn jî dewam dike.

22'ê Nîsanê saet di navbera 22:00-01:00 de li derdora Qada Berxwedanê ya Werxelê, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn zelal nebû.

22'ê Nîsanê saet di navbera 17:30-22:50'î de qadên Çemço û Şehîd Adil ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan û balafirên şer hatin bombekirin.

GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

Hevrêyê me Fedaî ku di nava tîmên gerîla yên bi tevger de cih digirt û li herêma Avaşînê hîn ji roja destpêkê ya êrişa dagirkeriyê ve sînga xwe kir çeper û li refên herî pêş bersiv da dagirkeran, bi lehengî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Fedaî ku ewladê leheng û hêja yê gelê me yê Ereb û, bi berxwedana xwe ya bi lehengî bi baweriya kûr a ji paradîgmaya neteweya demokratîk û îdeolojiya Apoyî têkoşiya û bû yek ji lehengên di berxwedana me de bû sembol.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Fedaî wiha ne:

Nasnav: Fedaî Kobanê
Nav paşnav: Hazim Elî El Nofel
Cihê jidayikbûnê: Cezaa
Dayik-Bav: Meryem-Elî
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Nîsana 2022 / Avaşîn

Hevrêyê me Fedaî ku piştî Şoreşa Azadiyê ya Rojava tevgera me ya azadiyê nas kir, ewladê gelê me yê Ereb bû ku fikrên Rêber Apo pejirand. Li Cezaayê ji dayik bû. Di demekê de ku DAÎŞ û çeteyên mîna wê baweriya gel bi kar dianî û zext û zilm li gel dikir, Hêzên Azadiyê yên Rojava nas kir. Hevrêyê me Fedaî îdeolojiya Rêber Apo têgihişt a ku jiyana azad a gelan a bi hev re destnîşan dike û bêteredût tevlî nava refên azadiyê bû. Di demekê de ku şer giran bû bi wêrekiyeke mezin li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir. Tevî ku di şer de bi giranî birîndar bû di têkoşînê de israr kir û ji bo têkoşîna xwe mezintir bike sala 2016'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Destpêkê di hînbûna jiyana çiyê de hinekî zehmetî kişandibe jî bi îradeyeke mezin têkoşiya û heq ji şert û mercên zehmet derket. Bi taybetî kete bin bandora têkiliyên hevrêtiyê yên partiya me û jiyana komunal, xwe jî weke parçeyekî cewherî yê vî jiyanê dît û ji bo vê yekê her tim hewl da. Hevrêyê me Fedaî bi perwerdeyên Rêbertî re ji aliyê îdeolojîk ve jî xwe bi pêş ve bir, hîn bêhtir têgihişt û bi hêza wergirtî bi rêbazeke hîn encamgir tevlî nava karên şoreşê bû. Hevrêyê me Fedaî hewl da tecrûbeya leşkerî ya li qada Rojava wergirtî bi felsefeya Rêbertî li çiyayên Kurdistanê bike yek û bibe milîtanekî Apoyî yê fedaî. Di nava 3 salan de li Garê ma û ji bo biçe qada Avaşînê ku şer lê giran bû, israr kir û sala 2019'an derbasî qada Avaşînê bû. Girên bilind, çemên ji ava paqij û hevrêtiya kûr a bi kedeke mezin li Avaşînê hate afirandin gelekî bandor lê kir. Ji bo xwe weke şensekê dît ku li qadeke bi vî rengî tevî hevrêyên xwe li dijî dijmin şer bike û bi vî rengî tevlî nava jiyanê û şer bû. Bi taybetî sala 2019'an tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên mezin li Avaşînê li dijmin ahte xistin. Bi wêrekî û fedakariya xwe ya di van çalakiyan de ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû çavkaniya hêz û moralê. Sala 2021'ê li dijî operasyona dijmin, hem di tunelên şer de hem jî di nava tîmên gerîla yên bi tevger de cih girt û bersiv da êrişên dijmin. Di kêliyên destpêkê yên êrişa dagirkeriyê ya 17'ê Nîsanê de jî bêteredût bersiv da dijmin. Di 18'ê Nîsanê de li Qada Berxwedanê ya Werxelê di çalakiyê de ku derbên giran li dijmin hate xistin, mîna navê xwe bi rengekî fedaî li dijî dijmin sîng bi sîng şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Fedaî bi baweriya xwe ya kûr a bi îdeolojiya Rêber Apo, bi dilsoziya xwe, kedkarî û kesayetiya xwe ya xwezayî û ji dil di nava hevrêyên xwe hemûyan de hate hezkirin. Wê ji bo hevrêyên xwe her tim bibe çavkaniya sûdwergirtinê.

Di serî de malbata welatparêz a hêja ya hevrêyê me yê şehîd em sersaxiyê ji gelê xwe yê Ereb û gelê Kurdistanê re dixwazin.

Hevrêyê me Fedaî li ser bingeha paradîgmaya Apoyî ji dil baweriya xwe bi azadiya gelan anî, li dijî dagirkeriya Tirk a hov helwest nîşan da, li hemberî dagirkeriyê bêdeng nema, tevkariyeke mezin li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kir û di vê oxirê de bi lehengî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Fedaî lehengekî rasteqîn ê gel e ku gelê Ereb û gelê Kurd dikare ji xwe re bikin mînak. Mînakeke bedew a îdeolojiya sosyalîst, sekna enternasyonalîst û milîtaniya Apoyî ye. Em bang li tevahiya ciwanên Ereb û Kurd dikin ku hevrêyê me şehîd Fedaî ji xwe re bikin mînak, tevlî nava refên têkoşînê bibin û artêşa gerîla mezin bikin."