Dîmenê destpêkê yê tîmên gerîla yên bi tevger ku diçin çalakiyê

Tîmên gerîla yên bi tevger ên li Zapê ku diçin çalakiyê, dîmenê wan hate kişandin. Gerîla dibêjin, "Em diçin çalakiyê, em ê encameke baş bi dest bixin. Em ê dijmin têk bibin."

Di destekî de kalaşnîkov, di destê din de jî kamûflaja li dijî balafirên bêmirov. Li piştêr jî barekî giran.

Dema ku ji nava tehtan derdikeve, rûyê wî dikeve. Destmalek bi rengê leşkerî bi serê xwe ve girêdaye. Çenteyê li piştê jî bi kamûflajê ye.

Berê xwe li çalakiyê ye. Dema ku jê tê pirsîn, "Tu yê tiştekî bêje?" destpêkê dibêje "Serketin."

Baz yek ji endamê yekîneyên bi tevger ên li Zapê ye. Dibêje, "Em niha diçin çalakiyê. Em di wê baweriyê de ne ku çalakiyeke serketî pêk bînin."

Li pey wî gerîla Şaho heye. Li serê wî jî kumekî bi rengê leşkerî, li pişt jî çente û kamûflaj. Di dest de jî çek, hildikişe. Rûyê wî jî li ken e.

Li dijî dewleta Tirk a ku bi hezaran leşker, helîkopter, balafirên şer û balafirên bêmirov dest bi dagirkeriyê kiriye, diçe çalakiyê.

Gerîlayên ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên 17'ê Nîsanê dane destpêkirin, bênavber çalakiyan dikin.

Şaho dibêje, "Em diçin çalakiyê bikin, em ê encameke baş bi dest bixin. Em ê vî dijminî têk bibin."

Herdu gerîla li nava darên ji rengê xakê ku hîn şîn nebûye winda dibin.

Piştî demeke kurt du gerîlayên jin têne dîtin. Barê wan jî bi heman rengî ye. Kincê gerîla li wan e. Diyar e di çentê wan de malzemeyên tenduristiyê hene. Weke kedkareke tenduristiyê tevlî çalakiyê dibin.

Dema ku jê tê pirsîn "Hevala Sara tu yê çi bêje?" bi rûkeniya her gerîlayî dibêje "Serketinê dixwazim."

Bi hêviya ku tiştek bi hevalan neyê dibêje, "Em ê bi agahiyên bedew vegerin."