Ciwanên Şêladizêyî: Em ê bêdeng nebin

Civata Ciwanên Herêma Şêladizê derbarê êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê daxuyaniyek nivîskî dan û diyar kirin ku ewê li hemberî wan êrişan û bêdengiya hikumeta herêmê bê helwest nemînin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 17’ê Nîsanê bi hevkariya PDK’ê êrişeke nû yê dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin û heya niha bi dijwarî didome û derbên giran ji aliyê hêzên gerîla ve dixwen. Qadeke navendî ya ku rasterast dibe şahidê êrişa dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê herêma Şêladizê ye. Têkildarê wan êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê nerazîbûn li her dewera Kurdistanê û derweyî welat didome. Civata Ciwanên Herêma Şêladizê jî bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên dagirkerî û hevkariya PDK’ê bi tundî şermezar kirin û ragihandin ku li hemberî rewşê wê ewê bêdeng nemînin.

Daxuyaniya Civata Ciwanên Herêma Şêladizê wiha ye:

“Destpêkê em van êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Bila dewleta Tirk bizanibe, em ji berê şiyartirin û em xebatê ji bo gelê xwe dikin. Leşkerên we bêyî xwesteka me hatiye li ser xaka me, ji ber vê em bêdeng nabîn. Ev der ne cih û warê we ye. Em şehîd jî bikevîn, dê hezaran ciwan hebin tolê hilînin. Em we weke dijminê gelê Kurd dibîn. Me tercûbe li ser bûyerên we hene ku bi bihaneya hevalên me hûn çiya, gund û warên me topbaran û kîmyabaran dikin. Li Tirkiyeyê jî êrişên tund li ser sivîlan pêk tînin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li beramberî we bêdengî hilbijartiye. Weke gurek birçî ketîne li pey xwîna ciwanên me, em ê bêdeng nebîn, heta ku em bi hev re canê xwe li ser didîn.

Di dema borî de partiya desthilatdar bi hevkariya li gel MÎT’a Tirk û berpirsên herêma Şêladizê û derdora wê bi çend şêwazan êriş li ser civaka me pêk anîn. Êrişa herî metirsîdar balafir bû ku armanca wan êrişan ciwan bûn û zêdetirî 40 sivîl şehîd bûn. Ti şehîdek me kar û xebat ji bo dijmin nekirîbû, yan xiyanet li xak û netewe û malê giştî nekirîbûn.

1-13 sale bêkarî bûye para ciwanan.

Di propandaya hilbijartinê de bikaranîna ciwanan ku ji berî hilbijartinê çend soz hatin dayikîn ku ciwan werin tayînkirin û ji bo wan derfetên kar werin peydakirin. Lê ji derveyî propagandayê ti planên wan nebûn. Tevî vê çend ciwanên herêma Şêladizê ji ber rûyê nerast ê desthilate, hinek ji ber karên siyasî û hinek ji ber bêkariyê berê xwe dan welatên biyanî. Da ku jiyana xwe dûrî wan berdewam bikin.

Agahiyên me baş hene ku desthilata Başûrê Kurdistanê bi riya bazirgan û berpirsên Herêma Kurdistanê êrişî sivîlên bêşiyar û sîstema qumarxanê zêde kirine. Armanca wan a ji vê tinekirin û şikandin, girtina ciwan û malbatê wane.

Saziya MÎT’a Tirk bi hemahengiya li gel caşên Başûrê Kurdistanê bi navê saheyên futbolê ciwanên herêmê kirine grûb bi grûb. Van grûban ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Di nava wan grûban de keç û jin jî hebûn, ji bo MÎT’a Tirk kar dikirin. Armanca MÎT’a Tirk ew bû ku hemû ciwanên Başûrê Kurdistanê bike armanc xwe. Niha jî alozî li ser van saheyan hene ku bi pareyên civaka Başûrê Kurdistanê ava bûne.

Supay Barzan a bi serpereştiya Şêx Sebeha Barzanî

Berpirsê wê Emer Oreyî

6-Berpirsê Hewarhatina Dihokê Kamîran Nêrweyî

7-Leşkerên Roj

Ev hêz ji bo bêdengkirin û girtina ciwanan karên cidî dikin. Agahiyên me hene ku hinek kesên hatine girtin temenê wan jêrî 13 sal e.

Niha ji ber rewşa girtiyan di bin gefa mirinê de ne û mirina girtiyan hikûmet û rayedarên Herêma Kurdistanê berpirsin. Wê demê weke Civata Ciwanên Herêma Şêladizê helwesta me ya pratîkî li hemberî zilma wan a li hemberî kesûkarên me yên bê sûc hatine girtin û bê sûc şehîd dikin hebe.”