Êrişên dagirkeriyê li Kelarê hat protestokirin

Li Kelarê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin û hate gotin ku divê hemû aliyên siyasî li dijî êrişên dagirkeriyê eniyeke hevbeş ava bikin û bibin yek.

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê li Parka Leyla Qasim a navçeya Kelar a Germiyanê çalakiyek hat lidar xistin. Bi dehan welatî û aktîvîstên Germiyan tevlê çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de xaxuyanî ji aliyê Selam Elî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku heta niha dewleta Tirk nêzî 40 operasyonên bi navê cuda li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk anîne û hemû jî bin ketine û wiha dom kir: “Em bawerin ku wê niha jî ev êrişên heyî bi hewldan û têkoşîna gerîlayên Kurdistanê û piştgiriya gel bişkên. Dewleta Tirk bêyî ku guh bide ola Îslamê di meha pîroz a Remezanê de êrişî xak û gelê me dike. Xwîna zarokên me dirêjîne. Jîngehê wêran dike ku evane hemû ji nirx û pîvanên exlaqî û Îslamî dûr in.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku pêşiya êrişên dewleta Tirk a dagirker bigirin. Her wiha bang li tevahiya hêzên siyasî hat kirin ku li dijî êrişan eniyek berfireh a yekgirtî pêk bînin û wiha hat gotin: “Parastina Herêma Kurdistanê bi erkê exlaqî û dîrokî yê xwe bizanibin. Em hemû zextê li hêzên siyasî bikin ku eniyek yekgirtî ya berfireh li dijî dagirkeriyê û leşkerkêşiya Tirkiyeyê ava bikin.”