Li Êlihê dilxwazan deriyên malên xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirin

Navenda Koordînasyona Krîzê ku ji roja pêşîn a rabûna erdhejê ve ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ve hatiye avakirin, bê sekin dixebite. 

Platforma Ked û Demokrasiyê ku HDP û sendîka di nav de ne, li Êlihê bi mexdûrên erdhejê re dibe alîkar. 

BI DEHAN TIR HATIN ŞANDIN 

Rayedarên Platforma Ked û Demokrasiyê got ku gelê Êlihê gelek dibe alîkar û sê rojên pêşîn ên erdhejê bi xebatkarên HDP’yî yên li wê derê re bi awayekê koordînekirî wan bi dehan TIR alîkarî şandiye ji mexdûrên erdhejê re. Rayedaran diyar kir ku bi mexdûran re ku hatine Êlihê, dibin alîkar, wan plansaziya xwe li wê gorê kiriye. 

Rayedaran da xuyakirin ku wan yek bi yek têkilî bi malbatên mexdûr re ku hatine bajêr, daniye û kî çi pêdiviyên xwe hebin, li wê gorê alîkarî bi wan re hatiye kirin. 

DI NAVA PÊNC ROJAN DE 293 MALBAT 

Berdevkên platformê bi lêv kir ku bi hatina Êlihê ya malbatan re wan berê xebata xwe daye van deran, di nava pênc rojan de ji 293 malbatan hezar û 561 yek kesan xwe gihandiye wan, têkilî bi malbatan re daniye û li wê gorê alîkarî belav kiriye. 

Hêjayê gotinê ye ku ji malbatan hinek jê li Êlihê çûne malên xizmên xwe yên din jî ji aliyê platformê ve di mal û otelan de hatine bicihkirin.  

XÊRXWAZAN HEQÊ KIRÊYÊ DA 

Berdevkên platformê diyar kir ku bi dehan xêrxwazan xwe gihandiye wan û pêşniyaz li wan kiriye ku heqê kirêya malbatan ew bidin, hin xêrxwazan jî heqê otelê yê malbatên li otelan dimînin daye. 

AFAD DI SER GUHÊN XWE RE DIAVÊJE 

Berdevkan got ku hin malbatên hatine Êlihê serê pêşîn çûne ba rayedarên AFAD’ê lê AFAD’ê mexdûrên erdhejê ji stûyê xwe kirine, bi wan re eledar nebûye û malbat hatine ba wan. 

Berdevkan her wiha da zanîn ku ew ji roja pêşîn a erdhejê ve bi 150 dilxwazan alîkariyê dikin û ta pirsgirêk çareser bibin ew ê li alîkariyê dewam bikin û destnîşan kir ku gelê Êlihê derên malên xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirine.