Mûqadem: Ocalan ji ber baweriya bi fikrê xwe li ber xwe dide

Hisên Mûqadem bal kişand ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ocalan ne di girtîgehek normal de ye. Her cûre êrîşên derûnî û êşkence lê tê kirin. Ocalan ji ber bi fikir û têkoşîna xwe bawer e, bi cesaret li ber xwe dide."

Çalakvanê Siyasî yê Îranê Hisên Mûqadem di salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand ser têkoşîn û xebatên ji bo azadî û çareseriya pirsa Kurd.

Mûqadem destpêkê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku vekirî mirov dikare bêje ku hemû polîs û rêxistinên îstixbaratê yên Emerîka, Îsraîl, Tirkiye û Kanada sûcdar bike ku cihê xwe di nav vê komployê de girtine. 

‘BI FIKIR Û TÊKOŞÎNÊ BAWER E, BI CESARET LI BER XWE DIDE’

Çalakvanê Îranî Mûqadem anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber raman û fikrên xwe hatiye girtin û got: “Çawa dibe kesek xwedî raman û fikir; ji ber ramanê xwe aniye ziman bê girtin. Ev bêhiqûqiya herî mezin a mirovî ya Yekîtiya Ewropayê ye. Ocalan ne di girtîgehek normal de ye. Her cûre êrîşên derûnî û êşkence lê tê kirin. Ocalan ji ber bi fikir û têkoşîna xwe bawer e, bi cesaret li ber xwe dide.”

Mûqadem destnîşan kir ku hevdîtina bi parêzer û malbatan re mafeke herî rewa ye û got: “Hevdîtina bi parêzeran re prensîbên bingehîn ên mafê mirovan û Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve hatiye danîn.”

‘DIVÊ HEMÛ XEBAT JI BO GIHIŞTINA MAFÊ OCALAN Û ÇARESERKIRINA PIRSA KURD BE’

Çalakvanê siyasî yê Îranî Hisên Mûqadem diyar kir ku çareserî xwe rêxistinkirin û piştgirîkirina hev e û got: “Divê em xwe bi rêxistin bikin, bibin seferber. Divê bi çalakiyên xwe zextê li hikûmet û welatan bikin ku gutubêj bikin, daxwaz bikin ku dostê me Ocalan bigihêje mafê xwe yên bingehîn. Em hemû bi hev re mil bi mil têkoşîn bikin li gel raya giştî ya cîhanê, kedkar, sazî û rêxistinên mafê mirovan û hikûmetan em vê pirsgirêkê bi awayeke rast çareser bikin.