'Alîkariya ku saziyên Tirk dest datînin ser, digihêje çeteyan'

Nûnera HDP'ê ya a li Başûrê Kurdistanê Nahîde Ermîş diyar kir ku alîkariya tê komkirin û radestî hikûmetên Tirk û Sûriyeyê têne kirin, nagihêje destê mexdûrên erdhejê û bang kir ku her kes alîkariya xwe bigîhîne wan ji bo bigihêje mexdûran.

Nûnera Partiya Demokatîk a Gelan (HDP) a li Başûr Nahîde Ermîş qala kampanya alîkariyê ya li navenda wan tên komkirin, kir û bang kir ku ji bo alîkarî bigihêje destê mexdûr û hewcedaran navnîşana herî pê bawer navenda wan e û teqez alîkariya biçe ji bo navenda wan wê bigihêje destê mexdûrên erdhejê.

Ermîş berî her tiştî sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û şifaya xêrê ji bo bîrîndaran xwest. 

‘SEFERBERÎ RAGIHAND Û DI DEMA HERÎ LEZ DE ALÎKARÎ BIGIHÎNIN MEXDÛRAN’

Nûnera HDP’ê Nahîde Ermîş diyar kir ku ne li Silêmanî û Hewlêrê li her derê ku Kurd xwedî hestekî netewî, niştîmanî piştî vê karesatê kete nava hewldan û alîkariyê û got: “Me HDP’ê jî seferberî îlan kir. Armanca me ew e di rewşeke herî lezgîn de alîkariyên tên berhevkirin bigihêje mexdûr û kesên ku canê xwe malê xwe û her tiştê xwe winda kirine. 

‘BI HEMÛ DERFETÊN XWE PIŞTEVANÎ BIDIN KAMPANYÊ’

Ev nêzî hefteyekê ye alîkarî kom dikin, baş e. Spasiya gelê xwe û hemû saziyan kesayetan dikin ku eleqeyek baş nîşandan û ketin nava hewldanan ku kampanya xwe xurtir bikin. Ji ber ku pêwîstî zêde, karesat mezin e, li ser yek bajar, herêmekê pêk nehatiye. Çiqas mirov bikeve nava hewldanan kêm dimîne. Her kes bi hemû derfetê xwe piştevaniya kampanyayê bike, alîkariya me komkirî rojek berî rojekê bigihînin gelê xwe.

Ermîş anî ziman ku ji derveyî PDK’ê, gelek partî û kesayetên Başûr piştgirî dan kampanya wan û heta, di îlana kampanyayê de jî amade bûn û peyamên xwe jî dan. 

‘RÊ NEDAN JI BO WÊ ALÎKARÎ LI NAVENDA XWE KOM DIKIN’

Nûnera HDP’ê Nîhîde Ermîş qala alîkariya tê komkirin jî kir û wiha domand: “Em alîkarî li navenda xwe kom bikin, derfet nehate dayîn li cihek navendî û qelebalix danin, dibe gel zêdetir heba. Tevî ku me serdan kir, lê destûra vê nehate dayîn. Pêwîstî pir zêde ne. Alîkariya kelûpel ji bo Rojava û Bakurê Kurdistanê jî lazim e, lê ji ber ku alîkariyên diçin Tirkiye hikûmet dest datîne ser ji bo wê, ji bo Bakurê Kurdistanê pere dişînin û ji bo Rojava jî kelûpelên tên bişînin.”

‘BILA HER KES ZANIBE ALÎKARIYA DIÇE TIRKIYE, DESTÊ HIKÛMETÊ; NAGIHÊJE MEXDÛRAN’

Li ser dest alîkariyên tên komkirin li Başûrê Kurdistan û deverên din ku hikûmeta Tirkiye rêgirî û dest datîne ser jî Ermîş ev nirxandin kir: “ Niha li Tirkiye sê sazî xwe îlankirine ji bo komkirina alîkariyê. Ew jî AFAD, Wexfa Alîkariyê ya Mirovî (ÎHH) û Kizil Ay (Heyva Sor a Tirk) Hikûmeta AKP-MHP’ê ew erkdar kirine. Çi alîkariya ji Başûr, ji Rojhilata Navîn û kû dera cîhanê bê, ew dest didanin ser. Ev alîkariya ku ev sazî dest didanin ser winda dibin û didin alîgirê xwe nagihêje destê mexdûran. Ev tişteke eşkere ye, hemû muxalefet vê dibêjin. Ragihandina Tirkiye vê dibêje. Bila kes vê yekê bizane ku alîkariya diçe gel van, nagihêje destê mexdûre. Ji bo wê bila her kes bawer bibe, her tişt, pere, amûr û alavên dibexşînin ji bo kampanya HDP’ê wê teqez bi ewle bigihêje destê mexdûr û kesên hewcedar. Ji bo wê alîkariya xwe bide kampanya me. Zarok berheman kom dike, qumbereyên xwe dişkînin û pereyê heyî tînin radestî me dikin dibêjin, bidin zarokên mexdûr ên erdhejê. 

‘ALÎKARIYÊN KU SAZIYÊN BAŞÛR KOM KIRINE Û DIDIN SAZIYÊN TIRKIYE, JI BO ÇETEYAN DIÇE’

Alîkariya ku saziyên Başûr kom kirine û radestî van saziyan dikin, ev sazî ji bo çeteyan dibin. Her kes vê zane, derbasî cihên erdhejê nakin. Nimûne; AFAD, li herêmên Kurd û Elewî lê ne, alîkarî nayê dayîna wan. Taxên ku alîgirên wan tije tiştin, lê taxên Kurdan û Elewî tiştek nîne. Em dixwazin her kes vê rastiyê bibîne û bizane. Em qala mijareke siyasî nake. Ev mijareke mirovî ye. Dibe ev rewş were serê her kesê. Dibe sibe li Stenbol, Îzmîr û Enqerê jî rû bide. Ti Kurdek wiha dijminane nêzîk nabe.”

‘QASÎ MIROVÊN ME JI BER ERDHEJÊ MIRIN, DU QASÎ WÊ JI BER XEMSARÎ Û DIJMINAHIYA DEWLETÊ JIYANA XWE JI DEST DAN’

Nûnera HDP’ê Nahîde Ermîş bal kişand ser dijminahiya hikûmeta Tirk a di vê rewşê de ya li ser gelê Kurd û Elewiyan û got: “Em qala xemsariya hikûmetê nakin, em qala polîtîkayên dijminahiya hikûmetê ya li ser Kurdan dikin. Bi dijminî nêzîk dibe rojane ev yek rû didin. Qasî mirovên me di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, du qatî wê ji xemsarî û dijminahiya dewletê jiyana xwe ji dest da. Dibe hejmara miriya kêm ba, lê vê nêzîkatiya dijminahî gelê me qetil kir.”

‘WEK ERKEKÎ NETEWÎ, MIROVÎ, OLÎ Û WIJDANÎ BIBINÎN WISA DESTÊ ALÎKARÎ DIRÊJ BIKIN’

Ermîş li ser dema domandina kampanyayê jî axivî û ev anî ziman: “Destpêkê kampanya ji bo hefteyekê me dabû destpêkirin, lê ji ber pêwîstî pir e, dibe mehekê jî dom bike. Bang li gelê Başûr dikin, zêdetir piştgirî bikin û alîkarî bikin, ji bo rojek berî rojekê em alîkariya xwe bigihînin wan birînên wan derman bikin. Pêwîstî bi her tiştî heye. Weke erkekî netewî, civakî, olî û wijdanî bibînin û wisa nêzîk bibin û destê alîkarî dirêjî wan bikin bi serbilindî.