‘Li Semsûrê pêdivî bi konan heye‘

Mexdûrên erdhejê yên ji Semsûrê hewl didin di nava şert û mercên zehmet de jiyana xwe bidomînin û dixwazin pêwîstiyên wan ên bingehîn were pêşwazî kirin.

Di encama erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ên Mereşê de 10 bajar hilweşiyan. Yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bibandor bûyî jî Semsûr e. Li bajêr kesên ku xwe li jiyanê girtine, an jî koçî metropolan an jî koçî gundan dikin. Mexdûrên erdhejê ku ji ANF’ê re axivîn, diyar kirin ku heta niha ji bo bi cih bûnê pêwîstiyên wan ên konan nehatiye pêşwazî kirin û dixwazin pêwîstiyên wan ên bingehîn were pêşwazî kirin.

Nedîm Dînç: “Em hemû bi karesatê re rû bi rû man. Du rojan baran barî. Ger baran nebûya, dibe ku ewqas kes jiyana xwe ji dest nedidan. Em tevahiya 3 rojan bi cilên şil ve, li ber agir li bendê bûn. Ev xeletiya Walî bû. Walî got ku tenê avahiyeke hilweşiyaye, yek jî zirar dîtiye. Tevahiya du rojan em bi derfetên xwe re, gel derxist. Min ji hewşê tevir û çakûç anî û birîndaran ji bin kavilê derxist. Min sê cenaze jî derxist. Du roj tu kes xwe negihand Semsûrê. Di erdheja duyemîn de bi tamamî hilweşiya.

Min zarokan bir Sîweregê û min xaniyeke kirê kiriye. Ez jî ji bo alavên xwe li vir im, ez ê alavên xwe bigirim û herim wê derê. Ez ê li wê derê bijîm. Em çi bikin? Her kes koç kirin? Nêzî 200 xizmên min jiyana xwe ji dest dan. Semsûr ser û bin bû.“

Gûlê Aydin: “Em bi zorê filîtin. Em tirsiyan û niha li kolanan in. Em li konan, li ber agir in. Ti tişt tune ye. Pêwîstiya her kesê bi xwarin û konan heye. Xanî hilweşiyan.“

‘HETA BI NIHA JÎ KON NEGIHIŞTÎNE‘

Gaffure Aydin: “Em mexdûr in. Em li navarastê mane, di nava wesayitê de dinivin. Qasî ku ji destê wan tê alîkariya erzaq, betanî û hwd. lê bi vê yekê re têre nake. Ger xanî nebe, nabe. Em bi zarokan re li kolanan in, em nexweş ketin. Em daxwaz ji dewletê dikin ku hewcedariya me ya lê strînê pêşwazî bikin. Heta bi niha jî kon negihiştine me. Gelek kes jiyana xwe ji dest dan, lê qet nebe bila yên mayî dîsa vegerin jiyana xwe ya berê.

Sê rojên pêşin nehatin Semsûrê. Ger hatiban wê ewqas kes jiyana  xwe ji dest nedida.“

‘DEWLET QET XWE NAGIHÎNE GUNDAN‘

Murat Bayir: “Li gundan, gelek xaniyên hilweşiyayî heye. Hewcedariyên me jî pir in. Hewcedariya me bi dar, rajî, erzaqên hişk, potê zarokan heye. Niha her kes mexdûr e. Dibe ku rayedarên dewletê biçin navendan, lê qet nayên gundan. Em li vê derê perîşan dibin, em li pey xwarinê ne. Di destê me de tîştek nema.

Di gundê me de 28 kes jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku xelkê bajêr koçî gundan kirin, zehmetî zêdetir bûn. Bajêr vala bû, her kes hat gundan. Em 11 kes di konekê de dimînin. 11 kes di konekî de nabe!“