Xelkê Kerkûkê: Ocalan çareserî ye, divê azad bibe

Xelkê Kerkûkê ku Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got ku ramanên Ocalan gihîştine hemû cîhanê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15’ê Sibata 1999’an bi Komployeke Navneteweyî dîl hate girtin. Di sala 25’an a Komploya Navneteweyî de li her derê daxwaza azadiya Ocalan tê kirin.

‘DAXWAZA AZADIYA OCALAN DIKIN’

Jina bi navê Xeyriye Hesen Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û got: “Di encama vê komployê de Rêber Ocalan dîl hate gitin. Em jinên Kerkûkê daxwaza azadiya Ocalan dikin. Tecrîda li ser Rêber Apo ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin ne hiqûqî û mirovî ye. Em şermezar dikin.”

‘OCALAN AZAD NEBE JIN AZAD NABIN’

Xeyriye Hesen anî ziman ku Ocalan azad nebe jin azad nabe û got: “Divê hew sazî û navendên navneteweyî hewil li ber êşkenceya li ser Rêber Apo bêdeng bimînin. Divê li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin û azad bibe. Temenê Ocalan gihaye wê yekê ku li gorî hiqûqa navneteweyî nabe ku di zindanê de bimîne.”

‘OCALAN KILÎLA ÇARESERIYA PIRSA KURD E’

Goran Mihemed jî komplo şermezar kir û got: “Ocalan azadîxwaz e, lê dijminê gelê Kurd azadiyê naxwaze ji bo wê 24 sal in girtî ye Ocalan mixetebê çareseriyê û krîzên herêmê ye. Kilîla çareseriya doza Kurd û gelê herêmê ye. Birêz Ocalan, kesekê azadîxwaz e, ji bo azadiyê têdikoşe bêyî ku cihêxwaziyê bixe nava gelan.”

‘RAMANÊN OCALAN BELAV BÛNE’

Mihemed anî ziman ku yek ji tezên Rêberê Gelê Kurd azadiya jinan e û wiha domand: “Niha Şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ li herêmê belav bûye. Ev yek jî aliyekê din ê têkoşîna Birêz Ocalan e. Ji ber dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ ya Rêber Apo ye, heta jin azad nebe civak azad nabe’. Ji bo wê daxwaz ji hêzên navneteweyî dikim ku bikevin hewila azadkirina Birêz Ocalan, ew mirovek e ku nûnertiya gelekî dike.”

Mihemed da xuyakirin ku armanca dewleta Tirk bi tecrîdê ew e ku Ocalan û gelê Kurd ji hev qut bike.