Dagirker ji hewayî û bejahî ve bombardûmanê dikin

Artêşa Tirk a dagirker li hemberî hêzên gerîla yên di pozîsyona parastinê de ne carekê bi bombeyên qedexekirî, 5 caran bi balafirên şer, 43 caran jî bi obus, tank û çekên giran bombardûman kir.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Artêşa Tirk a dagirker li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku di pozîsyona parastinê de ne, bi giranî êrîşan dike. Dewleta Tirk a faşîst ku bi her cûre teknîkê şerê qirêj dimeşîne, qadên ku hêzên me lê ne bi bombeyên qedexekirî, tank, obus û çekên giran 15'ê Sibatê bênavber bombe kir.

Agahiyên berfireh ên êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî;

15'ê Sibatê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

14'ê Sibatê qada Deşta Kafya ya Garê 5 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

15 û 16'ê Sibatê çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM, yên li nêzî gundê Sîda û Qada Çemço yên nehiya Şeladizê yên Amediyê, bi obus, tank û çekên giran 43 caran hatin bombekirin."