Ji Wanê 74 endezyaren avahiyan çûn Mereşê

Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyan a Wanê komeke ku tê de 74 endezyarên avahiyê hene, şand Mereşê.

Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyan (ÎMO) ya girêdayî Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Wanê ji bo xebatên tespîtkirina xisarê, komeke endezyarên avahiyan a ku ji 74 kesan pêk tê şand Mereşê.

Serokê Şaxa ÎMO’ya Wanê Mîhaîl Atîk diyar kir ku ew xebatên xwe li gel Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê re bi koordîneyî dimeşînin û ev tişt anî ziman: “Navenda Giştî ya TMMOB’ê li bajarên hewcehî lê heye peywirdar dike. Li Wanê me kadroyeke ji 154 kesên xwedî tecrûbe ava kiriye. Ji vê kadroyê 74 jê ji bo Mereşê hatin şandin. Wê heta demekê xebatên xwe bidomînin û piştre vegerin. Heke dîsa daxwaz çêbibe, ji bo ku heval tev li xebatên tespîtkirina xisaran bibin, em ê wan dîsa bişînin herêmê. Em dixwazin sedemên vê hilweşîna mezin hîn bibin. Di erdhejê de bi deh hezaran avahî hilweşiyan û xisar gihişt gelek avahiyan jî. Em neçar in ku xisarên di avahiyan de tespît bikin. Wê xebat li daneyên wezaretê bên zêdekirin. Piştî berhevkirina daneyan jî wê saziya têkildarî biryarê bide. Armanca me ew e ku lez bidin pêvajoyê û pêdiviya gel a bi xaniyan bi cih bînin.”