Ji Rêxistina HDP'ê ya Amedê kampanya 'Mala min mala te ye'

Rêxistina HDP'ê ya Amedê ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re dest bi kampanya 'Mala min mala te ye" kir û bang li şêniyên herêmê kir ku deriyê xwe li mexdûrên erdhejê vekin.

Rêxistina HDP'ê ya bajarê Amedê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên stargehê yên piştî erdhejê rû da û rabûna li ber buhayê zêde yê kirê, dest bi kampanya 'Mala min mala te ye' kir.

HDP'ê ji xelkê Amedê xwest ku deriyê xwe li mexdûrên erdhejê veke, tevna piştevaniyê xurt bike û got, "Em ê bi hev re bi ser bikevin."

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û got, "Li dijî wan kesan ku ji êşa gelê me sûdê werdigirin, em xwedî li nirxên xwe yên civakî derkevin."