‘Berxwedana gerîla pilanên dagirkeran pûç kirin’

Gerîlayên HPG/YJA Starê bi şerê cîhanê yê 3’an re zêdetir pîlanên îmha û qirkirinê yên li ser Kurdan û taybet PKK’ê ketine rojevê û got: “Bi karanîna çekên nûklere dijmin dixwaze bigihêje encamê, berxwedana gerîla ya li Zapê hemû pîlanên wan pûç kir."

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li ser tecrîd, têkoşîn û berxwedana Rêber Apo û gerîlayên Azadiya Kurdistanê de nirxandin kirin.

‘ARMANCA ME RIZGARKIRINA RÊBER APO YE'

Gerîlaya YJA Starê Gerîla Şoreş di der barê rewşa Rêber Apo û armacên êrîşên li ser tevger û gel de ev nirxandin kir: “Bi taybet di vê pêvajoyê de em rewşa Rêber Apo meraq dikin. Nêzî du sal in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Ji ber vê rewşê em bi guman in, ji xwe herî dawî CPT çû li gel Rêber Apo. Di der barê vê yekê de rêxistina me jî daxuyanî da û got, em ji çûyîna wan bi guman in. Ya din jî wisa xuya dike ku Rêber Apo ev yek red kiriye. Ji bo vê em şagirtên Rêber Apo di wê hewildanê de ne ku vê pêvajoyê rast fêmbikin û bibin bersiv. Bi taybet stratejiya me ya dem kurt jî ew e ku Rêberê xwe di nava vê pergalê de xilas bikin. Keda Rêber Apo ji bo me tevger û tevahî cîhanê çêbûye. Bi taybet ji bo jiyanekî azad wê çawa bê jiyîn, çawa bikaribin xwe ji koletiya heyî rizgar bikin û em ê weke şexs çawa ketin ferqa hebûna xwe, gelek ked û hewildanên Rêber Apo çêbûn. Bi taybet weke jin di artêşan de cihgirtin û rol û misyona ku di vê pêvajoyê de ji me tê xwestin ew e ku têkoşîna xwe bilindtir bikin û derbe li dijmin bixin.”

‘BERXWEDANA ÎRO RUHÊ RÊBER APO DAYÎ AVAKIRINE’

Gerîla Şoreş di dewama nirxadinên xwe de bal kişand ser berxwedana gerîla û wiha domand: ”Berxwedana ku îro tê bi rêve birin gihiştiye lûtkyê. Bi taybet di Herêmên Parastina Medyayê de şerê ku gerîla bi rêve dibe bi tu awayî nayê pênasekirin. Encama vê berxwedaniyê û îradeya ku îro gerîla dide, ruhê ku Rêber Apo daye avakirine. Ji bo vê her çiqas asta êrîşên heyî dijwar be jî wê nikaribin vê îradeyê bişkînin. Her ku diçe bertekên dijwar li hemberî vê faşîzmê zêdetir dibe. Bi vê yekê re pilanên dagirkeriyê jî tê pûç kirin. Bi taybet îsal vê bi awayekî şenber da diyarkirin. Pilana dewleta Tirk a sala 2022’an ku ji bo tevgerê ji holê rake rê li rêbazên herî qirêj da, bi taybet bi bikaranîna çekên qedexekirî xwestin vê pilana xwe pêkbînin. Lê berxwedana gerîla û ruhê Apoyî ev yek vala derxist. Dibe ku berdelên me gelekî giran bû. Lê ev yek nabe tunebûna vê têkoşînê, em dibînin ku têkoşîna me hîn xurtir û mezintir dibe.”

‘ŞOREŞEK BIBE WÊ BI JINÊ BIBE’

Gerîla Şoreş, qala dijwariya êrîşên li ser tevahî Kurdistanê û bertekên gel ên li hemberî van êrîşan kir û ev tişt anîn ziman: ”Îro weke tê dîtin li ser tevahî Kurdistanê êrîşekî giştî heye. Di encamên van êrîşan de hîn zêdetir maskeyên dagirkeriyê xwe dide nîşandan. Êdî gelê me bi xwe jî ketiye ferqa vê yekê û hîn zêdetir rastiya vî dijminî nasdike. Bi taybet li Îranê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ berxwedana gel hîn zêdetir dibe. Ev yek jî bi saya keda Rêber Apo ye. Îro jî em dibînin ku bi hezaran jin ji bo vê têkoşînê canê xwe feda dikin. Êdî her kes di ferqa vê yekê de ye ku ger şoreşek çêbibe wê bi jinê re pêk bê. Bi taybet bi hêza jinê were avakirin.”

‘DAGIRKER JI JINÊN DADIKEVIN QADAN DITIRSE’

Gerîla Şoreş îşaret bi armanca qetilkirina jinan û hefekirina pêşengên jin kir û got: “Em ji têkoşîna xwe bi bawer in. Derketina jinan li qadan jî çavên dijmin ditirsîne. Bi taybet qetilama herî dawî ya Nagîhan Akarsel, Evîn Goyî û heval Sara nîşaneya tirsa dagirkeriyê ye. Mirov dikare bêje ku tunebûna xwe di şexsê jinê de dibîne. Ji bo vê jî dijmin nikare me tune bike, em gerîla ji hêza xwe bi bawer in. Armanca me ya sereke jî ew e ku em Rêberê xwe bi awayekî fizîkî rizgarbikin û dijminên xwe ji Kurdistanê biavêjin.”

‘BI BIKARANÎNA ÇEKÊN QEDEXE Û ŞERÊ BÊ EXLAQ RASTIYA FAŞÎZMÊ ZÊDETIR DERDIKEVE HOLÊ’

Gerîlaya YJA Starê Dîrok Azad jî erk û berpirsiyariyên jinan li hemberî pêvajoya heyî, wiha anî ziman: “ Di serî de divê em jin hîn zêdetir xwedî li keda Rêber Apo derbikevin ku ji bo jinan daye. Ji ber ku êrîşên dijmin bi taybet li ser gerîla û gelê me dijwartir bûye. Di şerê niha tê meşandin de jî mirov hîn zêdetir hovîtiya dijmin dibîne. Bi taybet bikaranîna çekên qedexekirî û bêexlaqiya şer ku li ser me didin meşandin hîn zêdetir rastiya faşîzmê derdixe holê. Bi rastî dijminekî ku bi tu awayî para xwe ji mirovahiyê negirtiye heye.”

‘GIHIŞTINA ARMANCÊN ŞEHÎDAN GIHIŞTINA ARMANCÊN ME YE’

Gerîla Dîrok, bal kişand ser êrîşên dawî û komkujiyên li Kurdistanê pêk tên û wiha got: “Bi qetilkirina gelên me yên sivîl û êrîşên dawî yên li Parîsê dixwazin îradeya gel û gerîla bişkînin. Ji bo vê bi karanîna çekên qedexekirî û rêbazên qirêj dixwaze encam bigire. Ji vê tê fêmkirin ku dijmin ji îradeya û berxwedana gerîla ditirse. Gerîla îro li hemberî êrîşên dijmin bi çeka xwe û bi bombê xwe ve şer dike û li ber xwe dide. Ferqa di navbera me û dijmin de gelek e. Ji ber tişta herî dewlemend a di gerîla de îrade û berxwedan e. Ji ber ku ji bo armancekî şer dike, li ser fikir û îdolojiyekî şer dike. Armancên vî şerî jî tirsa li hemberî gerîla ye. Ji bo vê em jin çawa bibin bersiv û xwedî li şehîdên xwe û mîrasên ku ji mere hiştine derbikevin, ji ber ku ji bo weke deynekî ye. Gihîştina armancên şehîdan gihîştina armancên me ye. Em jin dixwazin pêşengtiya vê yekê bikin. Çawa ku Şehîd Ruken û Sara xeta Zîlan ji xwe re esas girtin, xeta fedayîtiyê hilbijartin, em jî di vê astê de lêhûrbûn dikin.”

‘DIJMIN LI ZAPÊ XETIMÎ’

Gerîlayê HPG’ê Egîd Nûda jî di destpêka nirxadinên xwe de qala valaderxistina pilanên dagirkeriya dewleta Tirk kir û got: “Pilanên dagirkeriyê weke ku hesab kiribûn pêk nehat. Li gel bikaranîna çekên kîmyewî û teqemeniyan nekarîn îradeya gerîla teslîm bigirin. Bi taybet di şerê Zapê de xetimîn, berxwedana ku gerîla di wan tunelan de raberkirin, dijmin xetimand. Bi rastî jî li hemberî şerekî wîsa şerkirin, ji bo tevahî gelê Kurd û bi taybet tevgera me serkeftina herî mezin e. Ev yek di dîrokê de nimûneye, berxwedana ku îro li hemberî êrîşên cûr be cûr tê meşandin li ti derê nayê dîtin. Bi taybet ev pêvajo ji bo me gelekî dijwar derbas dibe. Bi tecrîda li ser Rêber Apo, şerê derûnî didin meşandin û dixwazin bi vê yekê zextê li ser gelê me pêk bînin. Wîsa tê dîtin ku ev êrîş tenê li ser qadên me re sînordar namîne. Bi têkçûna xwe re êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirin. Ji xwe di Bakur de qirkirinên siyasî her dewame, ev konseptekî giştî ye. Lê yên ku serketin bûn gerîlayên Kurdistanê. Li gel hemû zor û zehmetiyên ku gerîla jiyan kir, nehiştin îradeya ku Rêber Apo avakiriye bişkînin. Ji ber ku îro ya ku di şer de bi ser dikeve îradeya Rêber Apo û gerîla ye. Bi rastî jî dijminê me jî ne li bendê bû ku encamên bi vî awayî bigire. Ji xwe her kesî jî ev yek dît, di nûçeyan de jî hate dîtin ku çawa direvin.”

‘EM AMADE NE’

Gerîla Egîd Nûda, herî dawî ev peyam da: “Berxwedana hevalan dewam e, gerîla dev ji berxwedanê bernedaye. Em gerîla jî qadên ku em lê ne, amadekariyên xwe li hemberî êrîşên gengaz dikin. Çawa ku li Zapê xetimîn wê li vir jî bi heman şêwazê bixetimin.’’

‘BI TECRÎDÊ DIXWAZIN VÎNA GEL Û GERÎLA BIŞKÎNIN’

Gerîlaya YJA Starê Serhildan Can jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha qala armancên tecrîdê kir: “Bi tecrîda li ser Rêber Apo, dixwazin di şexsê Rêberê me de îradeya gel û gerîla bişkînin. Mirov dibîne ku îro gerîla bi berxwedana xwe tevahî polîtîka û êrîşên dijmin vala derxistiye. Tevahî teknîk û êrîşên dijmin nikare me tune bike. Ji ber têkoşîna ku îro tê bi rêve birin gelekî xurt e. Dibe ku me gelek berdelên giran dan, lê bi van bedelan îdiayên me xurtir dibe, em ji bo tolgirtina wan di nava têkoşînê de be. Bi taybet çalakiyên hevreyên me yên jin hîn zêdetir hêz û moral dide me. Em gerîla jî ji bo bibin bersiva vê pêvajoyê de îdiayên me xurt in. Em soza xwe li hemberî Rêberê xwe dubare dikin ku em jin bi tevlêbûneke xurt têbikoşin. Em tola şehîdên xwe li erdê nahêlin. Rêber Apo ji bo me henaseyekê ye. Em bêyî wî nikarin bijîn, em ê bibin xelekekî ji agir û li derdora Rêberê xwe bin.’’

‘EM FEDAYIYÊN GEL Û RÊBERÊ XWE NE’

Gerîlaya YJA Star Xemlîn Zîlan jî helwesta xwe ya li hemberî tecrîda girankirî wiha anî ziman: “Em tecrîda ku îro li ser Rêbertiya me tê meşandin, qebûlnakin. Bi taybet helwestên me weke tevger û tevahî gelên demoqrat jî diyar e. Bi vê re girêdayî jî êrîşên ku em weke tevger jî pê re rû bi rû dimînin jî, ji êrîşên li ser Rêber Apo ne qut e. Bi van êrîşan re dixwazin me tune bikin. Ev bi salan in bi pilanên qirkirinê li ser me tên meşandin. Îro jî ev pilan hîn zêdetir ketiye rojeva desthilatdariyê û bi vê yekê re dixwazin encamê bigirin. Berxwedana hevalên me hêzekî mezin di me de dide avakirin. Em bi şehadetan jî soza xwe li hemberî wan dubare dikin û girêdanên me xurt dibe. Her çiqas êrîşên dijmin zêde dibe, îradeya me jî xurttir dibe. Em fedayiyên gelê xwe û Rêberê xwe ne.”

‘ARMANC TÊKBIRINA DIJMIN E’

Gerîla Zîlan di dewama axaftinên xwe de qala amadekariyên xwe yên şer û îdiayên xwe yên serkeftinê bi van gotinan anî ziman: “Em gerîla li her qadên ku em lê ne îro xwe li hemberî her êrîşan amade dikin. Bi taybet tecrûbeyên hevalên me ku di vî şerî de bi destxistine, em dixwazin encam jê bigrin. Li gorî vê em bikaribin di şerê û jiyanê de serkeftinên mezin bi dest bixin. Niha jî amadekariyên me di vê çarçoveyê de ye. Em di warê taktîk û şerê tunelan de amadekariyên xwe dikin. Tecrûbeya me ya 40 salî heye, wê teknîka dijmin nikaribe me asteng bike. Em bi armanca têkbirina dijmin li vir in û şer dikin. Heya ku em hene emê rê li ser faşîzma heyî bigirin. Dijmin wê nikaribe bi awayekî hêsan destkeftiyên me û xwînên ku me li ser van xakan rijandiye, bigire. Bi taybet keda Rêber Apo nikarin bi hêsanî bi dest bixin. Îro em dibînin ku îro ne tenê li ser çeperên me şer û êrîş heye, êrîşên dagirkeriyê her ku diçe ji bo tevahî cîhanê xeterî çêdike. Li hemberî vê yekê em xwe berpirsiyar dibînin ku ji vê yekê re bibin bersiv. Têkoşîna ku îro em tevger didin meşandin, ji bo tevahî mirovahiyê ye. Ji bo ku em ji gelê xwe re bibin bersiv têdikoşin.”