Polîs û AFAD li Elbistanê bûn sedem ku bi sedan kes biqerisin û jiyana xwe ji dest bidin

Komên xebata xelaskirinê yên rojên pêşîn got ku îdiaya ‘li Elbistanê kes di bin kavilan de qerisîne û jiyana xwe ji dest dane’, rast e.

Me, hevdîtin bi xebatkarên madenan û dilxwazan re kir ku li Elbistanê tev li xebata lêgerîn û xelaskirinê bûne. Derket holê ku kesên rojên pêşîn ên rabûna erdhejê di bin kavilan de qerisîne û jiyana ji xwe ji dest dane, ji ber helwesta rayedaran jiyana xwe ji dest dane.

Bi daxuyaniyên xebatkarên madenan û dilxwazên HDP’yî ku tev li xebata lêgerîn û xelaskirinê bûne, derket holê ku îdia rast in. Xebatkarekê madenan ku tev li xebatê bûye, diyar kir ku ji bin kavilên avahiyeke ku AFAD’ê gotiye kes nîn e, wan keçek û bavê wê derxistine, AFAD’ê hewil daye ku nehêle, lê wan guhdariya AFAD’ê nekiriye û ew her du kes xelas kirine.

Xebatkarekê madenan ê din da xuyakirin ku piştî vê xelaskirinê AFAD’ê êdî polîs berpêyî kavilan kirine û tevî ku di xebatê de heta bi astekê hatine polîsan ew bi zorê ji qadê derxistine.

‘QERISÎNA MIROVAN DI BIN KAVILAN DE, SÛCÊ POLÎSAN Û AFAD’Ê YE’

Dilxwazek HDP’yî ku ji roja duduyan pê ve tev li xebata lêgerîn û xelaskirinê bûye, anî ziman ku ji çend avahiyan deng hatiye wan, wan cihê deng jê tê tespît kiriye ber bi wan avahiyan ve tûnel vekiriye lê polîsan ew bi zorê derxistine.

Dilxwazê HDP’yî, îşaret pê kir ku bi vê rewşê hejmara miriyan zêde bûye û ev tişt gotin: “Em tev li xebata lêgerîn û xelaskirinê bûn. Em bi xebatkarên madenan ên Zongûldakî re tev li xebatê bûn. Deng ku ji cihekî dihat, me tam digot ku em ê xwe bigihîhin kesê/a di bin kavilan de, hêzên ewlehiyê dihat, digot wê AFAD were. Gelek kesan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da. Dihatin wêne dikişandin û diçûn.“