Kesen: Cara ewil HDP’ê xwe gihand gel

Hevşeradarê HDP'yî Davût Kesen ê ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, diyar kir ku ew hemû şaredarên qeyûm tayînê cihê wan hatine kirin, li qadê xebitîne û got: “Şaredariyên me ji destên me nehatana stendin, dibû ku me gelek kes xelas bikirana."

Şaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, di nava Koordîsnasyona Krîzê ya HDP’ê de cih digirin û li herêmên erdhejê lê rabûye birînên gel dipêçin. Yek ji wan jî Hevşeradarê navçeya Peyas a Amedê Davût Kesen e ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin.

Kesen ku ji roja duyemîn a erdhejê ve li qadê ye, roja 8’emîn a erdhejê, nirxandina rewşa heyî ya Mereşê û xebatên alîkariyê yên HDP’ê ji ANF’ê re kir.

Davût Kesen diyar kir ku dema ew hatine qadê, wan, ne şaredarî ne AFAD, ne jî saziyeke dewletê nedîtiye û wiha got: “Li vir gel pêşî em dîtin; HDP dît. Kesek din nehat. Avahiyeke nehilweşiyayî nemaye, xaniyên mayî bi xisar in, kes nikare bikeve wan. Ji ber vê yekê bi konên ku me dîtine, me ewlekariya gel peyda kir. Ji ber ku herêma me herêmeke karesatê ye, gelek tecrûbeyên me hene. Ji her gundî alîkariyên biçûk û mezin tên herêmê. Giring e ku ev alîkarî li cihekî bên komkirin û li gorî vê hewcedarî bên dîtin.

‘DESTHILATÊ ZIHNIYETA XWE YA NIJADPEREST LI HERÊMÊN ERDHEJ LÊ RABÛ NÎŞAN DA’

Kesen îşaret pê kir ku dewlet ji xeynî nava Mereşê li tu cihê din tune bûye û da zanîn ku bi erdhejê re zihniyeta qeyûmê bi hemû rastiya xwe derketiye holê. Kesen, wiha got: “Ji sala 2006’an ve qeyûm heye. Di hilbijartinên 2019’an de HDP’ê piraniya herêmê hat hilbijartin, lê çi hat kirin? Piştî 5 mehan, ji xeynî 6 navçe û bajarokan qeyûm tayînê piraniya şaredariyên me hatin kirin. Feraseta şaredariyê ya HDP’ê, ew bû ku şaredariya gel ava dikir. Îro roja 8’emîn a erdhejê ye; 8 roj in konên AFAD’ê hêj nû ji gel re tên. Zihniyet û tevgerên nijadperest a desthilatdariya heyî, careke din xwe li herêmê nîşan da. Li hemberî rewşa heyî, mirov gotinekê nabîne ku bibêje. Li Hatay, Mereş, Meletî, Semsûr heta li Amedê rewş heman e. Dewletê, hinek giraniya xwe da nava Mereşê. Lê li navçe, bajarok û gundên din, ne xebatek ne jî têkiliya bi gel re hebûn.“

‘ŞAREDARIYÊN AKP’Ê Û MHP’Ê TU NÎN IN’

Kesen destnîşan kir ku erka sereke ya şaredariyan, ew e ku bi gel re bibin piştgir û îşaret pê kir ku ne şaredariyên qeyûmê û ne jî şaredariyên AKP’ê û MHP’ê bi gel re nabin piştevan û wiha pê de çû: “Em niha li Mereşê ne. Li gel ku Şaredariya Mereşê di destê AKP’ê de ye, şaredar hê ne hatiye qadê. Li şûna ku alavên li vir seferber bike, nekiriye. Gel di der barê vê de, nerazîbûnên xwe bi me re parve dike. Kesên ku dengê xwe dane AKP û MHP’ê, dema me li pêşberî xwe dibînin wiha dibêjin, “Hûn xwişk û birayên me ne. Destpêkê hûn gihiştin me û hûn bi me re bûn alîkar.“

‘EM XWEDÎ TECRÛBE BÛN, ME XWE ZÛ ORGANÎZE KIR’

Hevşaredarê navçeya Peyasê Davût Kesen ku qeyûm li şûna wî hat tayînkirin, bi vî awayî behsa xebatên xwe yên li herêmên erdhej lê rabûye, kir: “Wek 6 şaredariyên HDP’ê ku qeyûm lê natiye tayînkirin, me li qadê xwaringeh ava kirin; rojê 3 caran xwarin tê dayîn. Şaredariya me ya Silopiyayê, li gel alavên xwe li Bazarcixê bûye seferber. Me li vê derê xwaringeh danî. Li Meletiyê jî heman tişt heye. Li her qadê ku em lê ne, xwarina germ bi gelê xwe re parve dikin.  Ji dema ku em hatine, hemû binesazî hilweşiyaye; wisa bû ku gel ne dikarî avê jî peyda bike. Em xebatkarên HDP’ê, bi tecrûbeyên xwe yên berê, bi lez û bez organîze bûn. Ji ber ku em xwedî tecrûbe bûn, em yekser organîze bûn. Em piştî roja duyemîn a erdhejê, herêma erdhejê de li gel gelê xwe bûn.“

‘EM Ê GELÊ XWE BI TENÊ NEHÊLIN‘

Kesen anî ziman ku ew ê ji bo mexdûrên erdhejê hemû derfetên xwe seferber bikin û gelê li herêmê bi tenê nehêlin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em ê heta dawiyê li gel wan bin. Em ê hemû derfetên xwe seferber bikin. Hemû şaredarên me yên ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, bi hewldanên xwe li qadê dixebitin. Lê ger şaredariyên me nehatana desteserkirin, ev zihniyeta qeyûmê ji holê rabibûya, dibû ku ew qas kes jiyana xwe ji dest nedaya, me dikarî ku wan rizgar bikin. Qet nebe me yê hewil bida ku li ber sermayê nemînin. Dîsa jî xebat hatin kirin, lê mixabin li vê herêmê tu xebatên şaredariyekê nîn in. Tenê em HDP li qadê ne û xebatên me didomin.“