Beriya dewletê xwe gihandin Elbistanê

HDP, Partîzan, TÎP û karkerên madenê yên dilxwaz, ji roja destpêkê ya erdhejê ve li Elbistanê dixebitin.

Dilxwazên ku di roja destpêkê ya erdhejê de xwe gihandin Elbistanê, hîn ti rayedar li holê nebûn, bi derfetên xwe gelek mirov ji binê xirbeyan derxistin, ji bo mirovên malên wan ji ber erdhejê xera bûn cihê razanê, xwarin û kinc peyda kirin.

Dilxwazên ku di roja destpêkê de xwe gihandin Elbistanê ji ANF'ê re axivîn. Dilxwazekî ji Elbistanê ku ji roja destpêkê ve tevlî karên HDP'ê dibe, anî ziman ku eger ne ji karê HDP'ê bûya wê rewş bêhtir nebaş bibûya. Dilxwazê HDP'î got, "Li gel nebûna derfetan jî HDP'ê ji roja destpêkê ve hin tişt gihand gel. Ev kar bi roja duyemîn re bêhtir rêxistinbûyî bû. Hebûna HDP'ê ya li vê derê nehişt ku mirov li derve ji sermayê bimirin. Mirovên li vê derê bi giranî extiyar in, sermê nikarin li derve bimînin. Li Elbistanê bi şev sermayek bi rêjeya 30 pileyî di binê sifirê de heye. HDP'ê deriyên cemxaneyan vekir û cihekî germ da mirovan."

GELO JI BO KUŞTINÊ HENE?

Metîn Karabûlût ê ji Dersimê hatiye Elbistanê ji roja destpêkê ve di nava karên HDP'ê de ye. Metîn Karabûlût diyar kir ku HDP a ji destan tê ji bo gel dike û got, "Gava ku hatim rewş gelekî nebaş bû, berf dibariya. Mirovên li derve gelek bûn. Alîkarî negihîştibû. Roja destpêkê partiyê dest bi kar kir, roja duyemîn bi 300 wesayitî malzeme hatin şandin. Karê me heta niha dewam dike. Kêmasiyên me jî hene. Ji roja duyemîn û pê ve gel berê xwe da bajaran. Bi organîzasyona cemxaneyê 3 hezar kes çûn. Mirovên muxalîf ên li vê derê çûne. Dewlet bi zanebûn pê re eleqedar nabe. Artêşa dewletê heye, lê nehat şandin. Gelo leşker ji bo wê yekê heye ku li dijî gel bê bikaranîn? Li vê derê bi organîzasyona leşkeriyê bi hezaran kes dikarîbûn bihatina rizgarkirin. Gelo leşker wê tenê ji bo şer bêne bikaranîn? Ma wê ji bo parastina jiyana mirovan neyên bikaranîn?"

TÊ GOTIN 10 HEZAR MIROVÎ JIYANA XWE JI DEST DANE

Dilxwazekî din ê HDP'î ragihand ku wî texmîn nedikir di vê astê de xemsarî bê kirin û got, "Tê gotin, heta niha 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Mirovan bi milyonan lîre pere dane û gor kirîne. Şaredariya Elbistanê sê roj in nîne. Tiwaletên wan di roja 3'yemîn de hate paqijkirin. Bi şev serma dibêje 25 pileyî di binê sifirê de. Pirgirêka nexweşiyê zêde bû. Şaredariyê di roja 3'yemîn de bi tankerekê av anî, piştre neanî. Rîska nexweşiyê zêde bû. HDP ji roja destpêkê ve tevlî nava karên lêgerîn û rizgarkirinê bû. Hejmara dilxwazên hatine vê derê gihîşt 3 hezar kesî. Em tevlî karên lêgerîn û rizgarkirinê bûn. Bi AFAD'ê re koordîneyî em tevlî kar bûn."

DEWLETÊ BI TEMAMÎ BI TENÊ HIŞT

Dilxwazekî HDP'î yê ji Amedê hat, ragihand ku HDP li gel hemû kêmasiyan jî bi dil û can dixebite û got, "Weke dilxwazekî HDP'î 5 roj in em li vir in. Piraniya malên li vir hilweşiyan nû bûn. Dewletê ev der bi temamî bi tenê hişt. Em alîkariyê li her kesî belav dikin, cihêkariyê nakin. Ji vê yekê gelekî aciz in. Bi rêveberiya cemxaneyên re têkiliyê datînin û gotinên mîna 'gelo ev newestiyan' ji me re dibêjin û hewl didin me ji vir bişînin. Ji karê me kêfxweş nînin. Naxwazin ku em li vir bixebitin. Eger bêyî cihêkarî bixebitiyana wê gelek mirov bihatina rizgarkirin. Li vir propagandayeke neçê dikin. Heta ji destê me tê em ê alîkariyê dewam bikin."

JI FRANSAYÊ HAT ALÎKARIYÊ

Mirovekî ji Elbistanê yê li Fransayê dimîne bi balafira destpêkê hat Elbistanê û diyar kir ku li vê derê tenê HDP'î û şoreşger dîtiye ku alîkariyê dikin. Dilxwaz anî ziman ku ji bajarên cuda ciwan jî hatine, vê yekê bandor li wî kiriye û got, "Ez ji gundê Guçukê yê Elbistanê me. Ji Fransayê hatime vê derê. Min karîbû di roja duyemîn de xwe bigihînim. Li Elbistanê depoya cemxaneyê û li du herêman jî depoyên HDP'ê hene. Kon, xurek hemû li van deveran ji aliyê dilxwazên HDP'î û şoreşgeran ve têne belavkirin. Ez bi alîkariya komeleyên Elewiyan hatim vê derê. Min dît ku dilxwazên li vir dixebitin hemû ji derve hatine. Şoq bûm. Ji bo mirovên ku wan nas nake di nava sermayê de di nava şert û mercên nepaqij de alîkariyê dikin."

ÇÛN CIHÊ KU DEWLET NEÇÛYÊ

Endamên Partîzan ku ji roja duyemîn a erdhejê ve ji bajarên cuda xwe gihandin Elbistanê, li vê derê tevî HDP'ê karekî koordîneyî dikin. Endamên Partîzan diyar kirni ku ew çûne her gundî, her taxê, her devera ku dewlet neçûyê û gotin, "Em alîkariya bi banga HDP'ê hatin digihînin malbatên ku pêwîstiya wan pê heye. Em diçin gundan. Em ketin wan qadan ku dewlet qet lê nîne, me êşa mirovan parve kirin. Me hîs kir ku gelê me bi tenê nîne, bêçare nîne. Weke Partîzan me xwe bi koman bi rêxistin kir, komek tevî hevalên HDP'î malzemeyên li depoyan amade dikin, komek jî bi wesayitan digihînin tax û gundan."