Dede: ji sedî 80 ê Semsûrê hilweşiya ye

Parlamenterê HDP'ê Saît Dede ragihand, ku rewşa li Semsûrê gelekî metirsîdar û giran e û got, ji sedî 80 ê bajêr hilweşiya ye.

Li gorî daxuyaniya ku di roja 12'an a erdhejên bi 7.8 û 7.7 pileyî li Mereşê rû dan û bandor li 10 bajaran kir, zêdeyî 36 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku 12 roj di ser erdhejê re derbas bûne jî bi deh hezaran mirov hînê di binê kavilan de mane. Li herêma ku dewlet ji nedîtî ve tê, di serî de HDP alîkariya rêxistinên civakî yên sivîl a bi gel re dewam dike. Dewleta Tirk li 10 bajarên ku ne xema wê ye, bi kepçeyan dest bi rakirina enqazan kiriye.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê hewl dide herêmê ji xwe re bike cihekî rantê. Ji parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saît Dede ku ji roja destpêkê ve li herêma erdhejê ye, li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

LI SEMSÛRÊ REWŞEKE METIRSÎDAR HEYE

Dede bi bîr xist ku bi rûdana erdhejê re parlamenter, rêveberên partiyê yên bajar û navçeyan, endamên Meclîs û Desteya Rêveberiyê ya partiyê, koma parlamenteran, hevserokên giştî bi rengekî organîzeyî li herêmên erdhejê belav bûn û got, "Me koordînasyonên hilbijartinê yên li rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan veguherand koordînasyona krîzê. Ez bi giranî li Semsûrê mam. Dema ku em gihîştin Semsûrê rewşeke metirsîdar lê hebû. Me dît ku ti organîzasyon û koordînasyon lê nîne. Ne diyar bû ku kî çi dike. Ji sedî 70, 80 ê Semsûrê hilweşiya bû. Bajarek bêmirov mabû. Rojên destpêkê elektrîk tune bû, piştî sê, çar rojan beşek ji elektrîkê hate dayin. Yanî tiştek nemabû. Di nava enqazê de bi hezaran mirov mabûn, bi hezaran kesên rizgarbûyî jî li ber enqazan li derve di nava sermayê de bûn. Li hin enqazan di roja duyemîn de, li hinekan jî di roja sêyemîn, çaremîn de kar destpê kir. Lê belê karê ku dihate kirin jî kêm bû."

LI HERÊMA ERDHEJÊ DESTHILATDARÎ TUNE BÛ

Saît Dede anî ziman ku li her derê mirovan pirsa "Dewlet li ku ye, dewlet îro nebe wê kengî hebe" pirsîn û got, "Bi rastî jî kes li wir tune bû. Lê belê ji çar aliyan ve dilxwaz hatin Semsûrê. Ji çar aliyan ve TIR ên alîkariyê hatin. Belê desthilatdarî di sê rojên destpêkê de qet tune bû. Desthilatdariya ku tune bû, xuya nedikir, hewl dida ku pêşî li dilxwazan, pêşî li alîkariyê bigire. Tevî van hemûyan jî piştevanî di asta herî bilind de bû. Mirovan çi ji dest dihat dikirin. Mixabin tiştê ji destê mirovan dihat kêm bû. Ji ber ku pêwîstî bi makîneyên kar, bi tîmên profesyonel hebû. Bawer bikin eger di dema xwe de karekî organîzeyî hatibûya kirin, destwerdan li qadê hatibûya kirin wê kêm mirovan jiyana xwe ji dest dabûyan. Em çûn gundan, me dît ku sê, çar rojan kes neçûne. Mirovan bi derfetên xwe, bi dilxwazan hewl dan ku xizmên xwe ji binê enqazê rizgar bikin. Mirovên rizgar bûbûn jî li derve, di nava sermayê de bûn. Desthilatdarî li holê tune bû. Kon tune bû, stargeh tune bû, amûrên germkirinê tune bûn. Li qadê malzemeyên piştevaniyê yên dilxwazan hebûn. Gelên Tirkiyeyê hebûn, civaka sivîl hebû, komele hebû. Ji Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn, Îzmîr, Stenbol, Mersîn, Edene, Samsûnê mirov hatibûn. TIR ên alîkariyê hebûn. Mirovan dest didan hev û hewl didan birînan bipêçin. Di asteke gelekî bilind de piştevanî hebû. Çi ji destê kê dihat, dikir. Yên ku berpirsyarî ya wan bû piştre derketin holê."

ÇARESERÎ BI RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ YÊN DEMOKRATÎK E

Parlamenter Saît Dede got, "Niha bi taybetî pêwîstî bi kincên zivistanê, konteynir, malzemeyên hîjyenê û xurekê heye. Mixabin li gorî çavdêriyên me windahiyên me ji yên têne gotin gelekî zêdetir e. Ji xwe nayên qeydkirin, cenazeyan dibin û vedişêrin. Sîstemeke ku li ser qezenç, rant, şer û mêtingeriyê ava bûye hilweşiya, bi hezaran mirovên me di bin enqaza wê de jiyana xwe ji dest dan. Navendîperestiya tund a netewe dewletê vedana konekî jî zehmet kir, li pêşiya karên rizgarkirinê bû asteng. Bi van êşên giran me careke din dît ku çareserî bi rêveberiyên xwecihî yên demokratîk dibe."