Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan piştî serdana xwe ya li mexdûrên erdhejê yên li navçeya Îslahiye ya Dîlokê ku herêma erdhejê ye, daxuyanî da.
Bûldan anî ziman ku, tevî 11 roj di ser erdhejê re derbas bûye jî, hêj mirov di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne û wiha got: “Me agahiya ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek avahî hilweşiyane û hêj jî mirov di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne girt. Her çend ev hejmar ne fermî be jî wek du hezar tê diyarkirin, lê em dizanin ku hejmara miriyan ji vê hejmarê gelek zêdetir e. Em dizanin ku hê jî gelek mirov di bin kavilan de ne. Ji ber vê yekê girîng e kesên di bin kavilan de di zûtirîn demê de bên rizgarkirin û piştre xebatên rakirina kavilan bên kirin. Xebatên ku dê zirarê bidin yekrêziya laş divê neyê kirin. Mirovên me yên birîndar hene. Ez ji bo wan şîfayê lezgîn dixwazim."
'DESTHILATDARIYA KU DI ROJÊN DESTPÊKÊ DE TINE BÛ, PIŞTRE PÊŞÎ LI ALÎKARIYÊN ME GIRT'
Bûldan her wiha got:
"Weke HDP'ê ev 11 roj in li hemû bajarên ku karesetên erdhejê lê rû da, me serdana gelê xwe kir, êşên wan parve kir û me hewl da birînên wan bipêçin. Lê belê desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku 2-3 rojên ewil tunebû, di van demên dawî de alîkariya ku hat kirin û rêxistinên sivîl bi taybetî HDP’ê asteng kirin. Me dît ku hewl didin rê li rêxistinên pîşeyî, dilxwazan û bi mîlyonan mirovan bigirin. Helbet ev wêne wek wêneyekî reş ket dîroka Tirkiyeyê. Ev 20 sal in çawa welat bi rêve dibin, wek wêneyek derket holê. Weke di hemû karesatan de, di şewat, erdhej û lehî de, di van hemû demên karesatê de em rastî feraseteke gelekî cuda ya destwerdana desthilatdariyê hatin. Em bi astengiya desthilatdariyê re rû bi rû man, îro kesên ku divê îstifa bikin tiliyên xwe li dilxwazên ku alîkariyê dikin, dihejînin. Yên ku divê îstifa bikin mudaxeleyê kesên ku hewl didin alîkariyê bidin dikin. Eger hinekî wijdan, rûyekî biçûk ê vê hikûmetê hebûya, diviyabû piştî du rojên destpêkê Serokkomar jî di nav de hemû îstifa bikirana. Lê belê ne rûyê wan ê îstifakirinê heye, ne jî wijdanekî bi vî rengî.
Careke din em bang li desthilatdariyê dikin; Kesên ku alîkariyê dikin asteng nekin, nebin sîwan. Bila mirov bi vê hesta hevgirtinê, bi vê hişmendiya wijdanî birînên hev derman bikin. Bila gelê me di zûtirîn dem de ji vê kavilê rizgar bibe. Îro careke din me dît ku li Îslahiyeyê jî mudexaleyê tîmên alîkariyê yên ji Başûrê Kurdistanê hat kirin. Ew ji bo alîkariyê hatin asteng kirin, ew ji beşdarbûna lêkolînan hatin asteng kirin. Bi sedan kes ji bo alîkariyê hatine, lê destûr nayê dayîn ku ji konên xwe jî derkevin. Wijdanek wiha, exlaqek wiha ji ku hatiye? Ger hûn nakin bihêlin bihêlin em bikin. Hêz û îradeya me heye ku em vê bikin. Me tu carî gelê xwe bi tenê nehişt, ji niha û pê ve jî em ê bi tenê nehêlin.
LI DIJÎ TAYÎNKIRINA QEYÛM NERAZÎBÛN
Duh qeyûm tayînî embara me ya li Bazarcixê kirin. Ev jî bila wek tişta ewil derbasî dîrokê bibe, bila ev jî wek tabloya şermê derbasî dîroka Tirkiyeyê hatiye nivîsandin. Tu ravekirina ku gefa destgîrkirinê li dilxwazên me hat xwarin û desteserkirina alîkariyê nîne. Min duh jî got, niha jî dibêjim; Em ê wê alîkariyê bigihînin gelê xwe. Heta hûn dixwazin asteng bikin, lê hûnê bi exlaq û wîjdanê xwe re rûbirû bimînin.
Em ê têbikoşin ku di demek kin de birînên gelê xwe bipêçin û êşa wan derman bikin. Êdî qewirandina desthilatdariya AKP-MHP’ê deynê stûyê me ye. Ji vê saetê şûnve têkbirina desthilatdara wan deynê stûyê me ye. Em soz didin gelê xwe. Sindog kengê tên danîn bila bên danîn, hilbijartin kengê tê kirin bila bê kirin, helbet em niha ne di wê dema ku hilbijartinê biaxivin de ne, lê belê kengê dikin bila bikin, ji bo em vê desthilatdariyê biqewirînin em ê bi gelê xwe re her cure xebatê bikin û ji bo ew di wan sindoqan de têk herin wê têkoşina me bidome.”