Li Rojhilatê Kurdistanê ciwanan komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin

Jin û ciwanên Apoyî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi çalakiyên cûda komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê bajarên Mahabad, Merîwan û Seqizê, jinan û ciwanên Apoyî çalakî lidar xistin û komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin.

Ciwanên şoreşger ên Mehabadê bi daxuyaniyek komploya navneteweyî şermezarkirin û gotin; “Rêber Apo hînî me kir ku Jin Jiyan Azadiyê bikin felsefeya xwe ya têkoşînê."

Li bajarê Seqiz bi heman armancê ciwanên şoreşger peyamek bi dîmen dan û bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin.

Jinên Apoyî jî li bajarê Merîwanê bi daxuyaniyekê komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin û diyar kirin ku dijmin wê nikaribe fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan asteng bike. Her wiha dan zanîn ku dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ji fikir û felsefa Rêber Ocalan hatiye wergirtin û ji bo avakirina civakek azad bûye dirûşmek cîhanî.”

Komîteya Şehîd Rêzan jî li bajarê Mihabad bi belavkirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komploya navneteweyî şermezar kir.