Komploya 15’ê Sibatê li Ranyayê hat protestokirin

Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Ranyayê bi meşeke hat protestokirin.

Li navçeya Ranya ya ser bi îdareya Raperînê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi meşekê hate protestokirin.

Piştî meşê deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, li ser navê komîteya amadekar a meşê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku komploger negihîştin armanca xwe û heta niha bi awayên cuda komployê berdewam dikin, lê berxwedan ji komployê mezintir e.

Herwiha di daxuyaniyê de Komploya 15’ê Sibatê protestokirin û daxwaza azadiya Rêber Ocalan û berdewamkirina çalakiyan hat kirin.