Hevserokê HDP’ê yê Semsûrê: Em hewl didin bibin hêza çareseriyê

Hevserok Bekîr Gunduz diyar kir ku, ji ber destwerdana li kareseta erdhejê ya li bajarê Semsûrê dereng pêk hat, ziyanên canî zêde bûne û got, ji ber vê yekê ew bi înîsiyatîf radibin û hewl didin ji gelê xwe re bibin hêza çareseriyê.

Hevserokê HDP'ê yê bajarê Semsûrê Bekîr Gunduz, rewşa Semsûrê ya ku ji ber erdheja mezin a Mereşê bi giranî ziyan dît, xebatên rêxistinên sivîl û HDP'ê û pêdiviyên mexdûrên erdhejê yên li bajêr mane ji ANF'ê re nirxand.

Gunduz anî ziman ku, her çendî hayê her kesî ji erdheja ku wê pêk bihata hebû jî, desthilatdarî weke ‘qeder’ pênase kir û berpirsyariya vê windahiyê û hilweşînê ji ser xwe avêt. Gunduz destnîşan kir ku, ji ber vê xemsariyê li Semsûrê windahiyên mezin çêbûye û wiha got, “Ji ber ku nêzî 300 hezar mirovên me yên li navendê zirareke mezin dîtine û ji sedî 90-100 malên wan zirareke mezin dîtine, di nava zivistanê de, di nava sermayê de birçî û tazî mane. Li gorî agahiyan, di bin xirbeyan de zêdetirî 50 hezar kes hene. Weke ku hûn jî dizanin daxuyaniyên ku ji aliyê çavkaniyên fermî yên li vî welatî tên dayîn, civak pêbawer nake. Ji ber ku her tim li hemberî gel rêbazeke manîpulasyonê bikar tînin. Agahiyên rast û di wextê xwe de ji raya giştî re nayên ragihandin. Lê windahî ji hejmara ku tê diyarkirin du qat zêdetire. "

BAJARÊ KU HERÎ DERENG KET ROJEVÊ Û DESTWERDAN LÊ ÇÊBÛ

Gunduz da zanîn ku, Semsûr piştî erdhejê bi 2 rojan ket rojevê û dereng mudaxele lê hatiye kirin û got, “Ez weke kesekî li vî bajarî dijîm, şahidê vê yekê me. Piştî du rojan behsa Semsûrê hat kirin. Lê piştî Hatayê bajarê ku herî zêde di erdhejê de zirar dît em in. Gel jî dibîne ku ji ber vê destwerdana dereng windahiya can zêde bûye. Çawan ku berî erdhejê bi xemsarî tevgeriyan, piştî erdhejê jî bi heman helwestê berdewam kirin û ev gel di bin kavilan de tevî birîndarên xwe bi tena serê xwe hatin hiştin.

ME ÎNSIYATÎF GIRT, EM HEWL DIDIN BIBIN HÊZA ÇARESERÎ

Bekîr Gunduz da xuyakirin ku, ji ber dereng mudaxaleyê, HDP’ê û rêxistinên sivîl însiyatîfê girtine ser xwe û got, “Em rêxistinên sivîl ên li Semsûrê û partiyên siyasî yên muxalîf ku dibêjin ev pergal ji bo gel tiştek nekiriye, me însiyatîf girt û em hewl didin birînên gel, birçîbûn û warên stargehê ava bikin.”

Gunduz spasiya hemû kesên ku ji aliyê aborî û manewî ve piştgirî dane gelê Semsûrê kir û wiha got: “Di vê mijarê de bi taybetî spasiya gelê me yê herêmê, rêxistin û saziyên me yên herêmê dikim. Ji gelek bajarên Tirkiyeyê û ji civaka navneteweyî me piştgirîyeke xurt wergirt. Tevî desthilatdarî û tevî astengiyan jî gelê me hesasiyetekê nîşan dide. Her wiha spasiya hemû derdor û bi taybet gelê herêmê dikim ku di vê rewşa dijwar de ji me re tevkariya manewî û madî kirine.

JI BO PÊÇANDINA BIRÎNA GEL DEMEK DIRÊJ DIVÊ

Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Semsûrê Bekîr Gunduz diyar kir ku, ji bo pêçandina vê birînê demek dirêj divê û wiha domand, "Me di nava van 10 rojan de pêwîstiyên xwe yên ji bo ji nû ve jiyankirinê bi cih anîne. Hema me xwe gihand hemû gund û navçeyên xwe û em hîn jî berdewam dikin. Lê em dizanin ku erka me heye ku em bi kêmanî salek din ji bo van kesan xwarinê, bi taybetî çadir û malzemeyên paqijiyê dabîn bikin. Lewma em têkiliyên xwe yên dîplomatîk didomînin. 

Eger hemû derdor, li herêmê, li Tirkiyeyê û derdorên navneteweyî me bibihîzin divê vê piştevaniyê dewam bikin. Ji ber ku bi sed hezaran kes ji vê rewşê bandor bûne. Em bi kêmanî salekê bi dabînkirina hewcedariyên wan re rû bi rû ne. Ji ber vê pêdivî bi kon, amûrên paqijiyê û xwarinên bingehîn hene.

Lê helbet kon cihên mayîna ji neçariyê ne. Ji ber vê yekê konteynir hewce ne. Em dikarin di demek diyarkirî de xwarinê komê bidin, lê piştî demekê ev yek nabe. Ji bo mirov hewcedariyên xwe yên bingehîn pêk bînin, pêwîstî bi konteynir heye. Eger di vê mijarê de tevkariyê bikin dê baştir bibe.”