Şerkirina wek Rûkenê û Sarayê

Gerîla Nejwan, ji sîng, zik û milê xwe birîndar bû, lê dest ji têkoşînê berneda. Li girê Amediyê bi çalakiya fedayî di mejiyê dijmin de teqiya û navê xwe di dîroka Kurdistanê de neqişand.

Bi deh hezaran qehreman li Kurdistanê ji bo doza birûmet a gelê xwe şehîd bûne. Ji Hakiyan heta bi Xeyriyan, ji Kemalan heta bi Alî Çîçekan û hêj gelekên din. Romana jiyana her şoreşgerek fedaî divê bê nivîsîn. Ew egîdên Kurdistanê yên efsane ne. Di nav tu artêşê de berxwedaneke ewqas mezin nehatiye dîtin. Lê gava mirov li çiyayên serhildêr ên Kurdistanê dinihêre, keç û xortên egîd ên Kurdistanê, li dijî teknîka serdemê, çekên kîmyewî û nukleera taktîkî, li ber xwe didin.

Gerîla Nejwan jî wek her zarokek Kurd, ji malbateke welatparêz çêbûye, zextên dijmin ên li ser Kurdan hêj ji zû ve dîtine. Mirov ku li Kurdistanê zarok be, hêj ji zû ve dibe şahidê hemû êrîş û hovîtiyan. Gerîla Nejwan, êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên bi ser Rojavayê Kurdistanê bi çavên xwe dîtine, bi çîrokên ku gundên Kurdistanê hatine şewitandin û hewila qedandina Kurdan hatiye dayîn, mezin bûye û li ber van êrîşên hovane, gihîştiye tevgera azadiyê.

Gerîla Nejwan bi felsefeya Rêber Apo û rastiya şehîdan xwe kûr kiriye, di şoreşa li Kurdistanê de, li dijî qetlîaman li ber xwe daye, ji sîng û zik û milê xwe birîndar bûye. Wek mîlîtanekê Rêber Apo, dev ji têkoşînê bernedaye, tim xwendiye û ji hemû hevrêyên xwe re behsa rastiya PKK’ê, rastiya şer û dijmin kiriye. Hevalekê rûken bûye û hez jê hatiye kirin û di her warî de bi hemû hevrêyên xwe re bûye alîkar. Lewma Nejwan Mêrdîn cih di nav dilê hevrêyên xwe de girtiye. Bi fedaîtî hem şer kiriye hem jî daye şerkirin. Şehîd Nejwan jî wek her qehremaneke/ê Kurdistanê navê xwe li dîrokê daye nivîsîn û bi çalakiya xwe ya fedaiyane, xwe di mêjiyê dijmin de teqandiye.

DILÊ XWE JI BO BI MILYONAN KESAN VEKIR

Di nivîsekê de ku hevrêyan ji bo nivîsiye, wiha dibêje: “Hevrêyê min ê hêja Nejwan, ji roja ku min tu nas kir, ew geşî û hêviya di çavên te de bandora xwe li her derê dikir û şevên tarî ronî dikirin. Li her warê têkoşînê, heta bi qada berxwedanê ya Amediyê, ji sekin û jiyan û awayê xwe yê şer, heta bi fermandariya xwe te şûna xwe li ba me hişt. Bi kenê xwe, bi hezkirina xwe ya ji jiyanê û sekina xwe ya fedaiyane, şûna xwe di dilê me de hişt. Hezkirina te ji ya ji xelkê te, roj bi roj zêde dibû û kerb û nefrîna te ya li dijî dewleta Tirk a faşîst zêde dibû û te kîn û rik ji dijmin digirt. Îro bi deh hezaran, bi sedhezaran kes, peyrewên qerhemanên me yên wek te ne. Em dev ji soza ku me daye, bernadin, heke em heyfa te û hevrêyên xwe yên din hilneînin hilma ku em distînin bila li me heram be. Bila ehd be ku em ê siya dijmin jî li Kurdistanê nehêlin.“

Hevrêyên Nejwan, ku wiha behsa hestên xwe yên ji bo kiribûn, wiha lê dewam kiribûn;

“Ew çi bû mîna straneke evînê li zimanê me geriyabû, dilê me ketibû çi, çi bû tiştê ku ev evîn ewqas pê nepen dibû? Tiştekê rast hebû ne ku yê rastî diafirand tu bûyî? Yê/a rastî afirandiye, lê tu kî yî? Tiştê ez ewqas bi hebûna te ve girê didam, çi bû. Ruhê di nav de, kûrahiya di çavên te de, xweşîkahî û bişirîna te…

Mezinahiya çalakiyê ne ew e ku mirov xweşikahiyê jê çêbike? Te êşa azadiyê nekişand, laşê te ji xwêdanê nebû av, bi roniya di çavên xwe de, yê ku jiyaneke watedar ji nû ve ava kir ne tu bû? Lê, cihê ku jiyana bi xweşî hebe, çima mirin? Tu ji vê re jî dibe bersiv. Hebûn bi nebûnê heye, kirêt bi xweşik, nebaş nebûya baş nedibû, mirin nîn bûya jiyan nedibû. Te, jiyan bi qehremaniya xwe watedar kir. Mirov bikare bike tiştekê giştî, hingê xweşikahî, hêvî, afirînerî, girêdayîbûn û xwerûbûn, bawerî û bibiryarî, rastî û duristî derdikevin holê. Ji ber hezkirinê, vê dike. Hez dike, ji ber ku bi dilpakîtî û mezinahiya civakîbûnê dizane. Vê dixwaze û ji ber ku dixwaze hez jê dike. Hezkirin ya jî jê hezkirinê bi kesekê/î sînordar nake û cihê ku dilê xwe bi tenê ji kesekê/î re vebike, dilê xwe ji bi milyonan kesan re vedike, hezkirina ji wan, xweşikkirina wan, mezinkirina wan û bûyîna yek bi wan re, tercîh dike. Lewra hestên fikirên herî xweş hingê derdikevin holê. Û mirov xweşik dibe. Mirovbûyîna mirovi derdikeve holê. Hevrêyê min ê hêja, niha demeke dîrokî ye ku em tê de ne. Hemû hêzên li cîhanê, ji bo qedandina me, bi pêşengtiya dewleta Tirk, tiştên ji milên wan tên dikin, kîmyewiyan bi kar tînin, bi cenazeyên me dilîzin, me ji mirovan hesab nakin. Em, li dijî van hêzan bi pêşengtiya Rêber Apo û PKK’ê, 44 sal in ku şer dikin. Dixwazin rûmeta me û li ser navê Kurdîtiyê tiştekî nehêlin, em ê jî ya bi awayekê azad bijîn ya jî ferz bikin ku ev jiyan nîn e. Bi deh hezaran şehîdên tevgera PKK’ê hene. Wesayîtên şehîdên me ew bû em bi Rêbertiyeke azad li welatekê azad bijîn. Îro, te jî li girê Amediyê, li dijî dagirkerên Kurdistanê bi fedaîtî şer kir û bû şehîd. Bedêlên kum e dane, ji bîr nabin û bigihîjin mexseda we, em ê têbikoşin. Hevrêyê min ê rûesmer û xweşawir. Ji azadiyê re pir nemaye. Bi ked û xwêdana we, zarokên rûesmer ên bêguneh ên welatê me, wê bi awayekê azad bijîn. Bi serfiraziya we ya berxwedanê, bi fedaîtiya we, pir nêz e. Em ji her her demê bêhtir nêzê azadiyê ne. Berxwedana we destan, jiyan û şerê we, bû roman. Heta hefya şehîdên xwe hilneynin, em nasekinin.“

Gava mirov ji bo naskirina gerîla bi rê dikeve, di her gerîlayekê/î de mirov tiştekî nas dike. Dibe şahidê tiştekî. Eger ji min bipirsin bê ka ez ji rêwîtiya bi gerîla re hînê çi bûme? Serê pêşîn, ez hînê xweşiya mirovbûnê bûm. Mirovahiyê heta bi niha çi ji dest dane, bi nihêrtina li destkeftiyên xwe min ferq kir. Ez hînê jiyana birûmet bûm. Li serê çiyayên bêser û bin hînê jiyana bi azadî bûm. Hînê zewqa meş, bazdan, parvekirin û suhbeta bi bi hezaran qehremanên re bi jiyanê hîn bûm. Gava naskirina gerîla mirov hînê van hemû tiştan dibe. Di pêvajoyên şer ên wiha de, eger ku mirov berxwedana gerîla bişopîne jixwe mirov hînê gelek tiştan dibe. Ez hînê wateya bişirîna bi bextewarî ya li ser rûyên wan kesan bûm xwe ji bo mirovahiyê û xelkê xwe feda dikin. Ez hînê wêrekiya dilêrên xwe teslîmê dijmin nakin, bûm ku tê çi wateyê. Ez hîn bûm ku dilên bi hezaran şervanên egîd çiqas mezin e. Gava bipêşveçûyîna di rêya azadiya jinan de gav bi gav, min raz û sirên xweşikbûna gava şerkirinê nas kirin. 

BEDELÊ AZADIYÊ JÎ HEYE

Gefên bi ser azadiya me, berdewam in. Ev gef, bi rê û rêbazên ji her demê bexîltir berdewam e. Li dijî van, tiştê ji şervanan tê hêvîkirin, ew e ku hêza mêjî û dilê xwe berde û bibe şervaneke/ê azadiyê yê bêtawîz. Xezîneyek e ku kesên her tiştê xwe di ber de didin, bi dest dixin.

Bedelê her tiştî heye. Azadî jî bedeleke xwe heye. Mirov vê bedelê bide ber çavên xwe, hêza mêjî û dil bi dest bixe, gavekê din nêzê azadiyê dibe. Ya giring ew e ku mirov bixwaze û xwe ji jirêzêbûnê xelas bike. Mirov xwe ji jirêzêbûnê xelas bike, mezinbûna di warê hest û fikiran de, mezinbûna di warê kesayet û lêgerînê de, li pey tên. Gava mirov ji yekê/e jirêzê jî bipirse ku jiyaneke çawa dixwaze, wê bibêje jiyaneke rûmetyar. Rûmet, bi azadiyê mimkûn e. Şaşiyeke mezin e ku mirov behsa rûmeta mirovên neazad bike. Gerîla Nejwan jî gerîlayekê me bû ku gihîşt vê mêzinahiyê.