KCK: Têkoşîna ji bo azadiya Rêberê me, erka me ya sereke ye

KCK'ê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kir ku têkoşîna ji bo azadiya wî berpirsyariya sereke ye. KCK'ê bang li her kesî kir ku tevlî pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê bibin û li her derê daran biçînin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:

"Em ketine sala 75'an a rojbûna Rêbertî ku di vê serdemê de ji bo gelê Kurd roja herî bi wate ye. Em vê roja girîng û bi wate li gelê Kurdistanê yê welatparêz, li jinan, ciwanan, gleên Rojhilata Navîn û cîhanê yên bindest pîroz dikin. Bi pîrozkirina vê roja bi wate re em Rêber Apo bi rêzdarî silav dikin ku bi destpêkirina têkoşîna rizgarî û azadiyê re gelê Kurd ji tunebûnê rizgar kir. Ev roj ji bo gelê Kurd tê wateya jinûve hebûnê, lewma gelekî girîng e ku ev rojbûna dîrokî û bi wate li her derê bi çalakiyên xurt bê pîrozkirin. Gelê Kurdistanê yê li welêt û derveyî welêt, divê 4'ê Nîsanê li gel dostên xwe li ser vê bingehê pîroz bike.

'ROJBÛN Û HEBÛNA RÊBER APO JI BO GELÊ KURD MÎLADEKE NÛ YE'

4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd xwedî wateyeke gelekî mezin e. Di demekê de ku gelê Kurdistanê bi sîstema mêtingerî û qirkeriyê hate înkarkirin û li ber tunekirinê bû, Rêber Apo bi rengekî dîrokî li ber vê yekê rabû, ev pêvajo berevajî kir û ji bo gelê Kurdistanê ji çerxa tuenkirinê ya mêtingeriya qirker rizgar bike, jinûve vejîne têkoşînek da destpêkirin. Rêber Apo jiyan û hebûna xwe da pêşvebirina vê têkoşînê, ji bo serxistina vê têkoşînê feda kir. Bû kedkarê herî mezin ê li ser vê têkoşînê kûr û afirand. Bi fikrên xwe yên nû, kesayetiya mêtingeriyê li Kurdistanê ji holê rakir, hîmên kesayetiyeke nû ya azad û hişmendî, rêbaza kesayet û gelê Kurd ê dûrî mêtingeriyê bi xurtî danî. Rêber Apo ji bo gelê Kurd ne tenê têkoşîna rizgariya ji mêtingeriyê da destpêkirin, di heman demê de bi felsefeya xwe ya azadiyê rastiya kesayet û civakeke nû jî afirand ku li Kurdistanê jiyana azad ava bikin. Ji ber van taybetmendiyên dîrokî bûyîn û hebûna Rêber Apo ji bo gelê Kurdistanê mîladeke nû ye.

Afirînerên sîstema mêtinger û qirker ku ji têkoşîna Rêber Apo ya ku gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê azad dikir û mêtingerî ji holê radikir aciz bûn, her wiha hêzên herêmî û navneteweyî yên xwe ji vê yekê xwedîdikirin, ji bo pêşî li vê pêvajoyê bigirin, komploya navneteweyî pêk anîn û Rêber Apo xistin nava sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ku şert û mercên herî giran ên dîlgirtinê yên dîroka mirovahiyê ye. Lê belê Rêber Apo 24 salên derbasbûyî mîna ku tolê ji dîlgirtina dîrokê hilgire, derbas kir. Di nava şert û mercên dîlgirtinê de hîn bêhtir kûr bû û di encama vê yekê de jî ji bo rizgariya gelan, jinan û bindestan manîfestoya serdemê afirand. Esaret hemû bi wate kir; perspektîfa jiyana azad û xeta têkoşînê ya ku sedemên siyasî, civakî û çandî yên van esaretan ji holê radike, danî ber mirovahiyê. Her kêliya jiyanê bi wate kir û sekneke ku bibe ewladê herî hêja yê mirovahiyê nîşan da. Rêberê me bi vê karaktera xwe hem gelê me hem jî em kir xwedî rûmeteke mezin. Mirovahî hemû, gelê me, em jî deyndarê vî Rêbertî ne. Rêber Apo ev hemû da mirovahiyê, gelê me û me. Lewma fêhmkirin, hîskirin û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wezîfe û berpirsyariya me ya sereke ye.

'TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA RÊBER APO, TÊKOŞÎNA LI DIJÎ QIRKIRINA KURDAN E'

Divê Rêber Apo û komploya navneteweyî hîn bi kûrahî bê fêhmkirin. Dîlgirtina 24 salan û tecrîda giran encama polîtîkaya qirkirina Kurdan a dewleta Tirk a mêtinger qirker e. Ya ku dibe sedem ku tecrîd ewqasî bê şidandin ew e ku Rêber Apo li dijî sîstemê û kokên paşverûyê yên li herêmê xwedî sekneke îdeolojîk û polîtîk e. Hêzên komploger ên navneteweyî ne tenê hevparê komployê ne, di heman demê de hevparê sîstema qirker a dewleta Tirk e. Ji polîtîka û kiryarên wan bi eşkere tê fêhmkirin ku bi vî rengî ye. Lewma polîtîkaya ku li Îmraliyê li ser Rêber Apo tê meşandin polîtîkayeke qirkirinê ye. Komploya navneteweyî, dîlgirtin û tecrîd ne tenê li ser Rêberekî Kurd tê ferzkirin. Mirov bi nêzîkatiya li Îmraliyê dikare bi rengekî eşkere fêhm bike ku Kurd bi çi re rû bi rû ne, polîtîkayên dijminatiya li Kurdan çi ye û armanca xwe çi ye. Ji bo Kurd bêne qirkirin şerekî çawa yê taybet tê meşandin, li ser Rêber Apo jî heman polîtîka têne meşandin. Polîtîkaya şênber a ku niha li ser Rêber APo tê meşandin çi be, li derve li dijî tevgerê û gel jî heman polîtîka tê meşandin. Tenê şert û merc û rêbaz cuda ne. Hem em hem gelê Kurd hem jî dostên gelê Kurd divê vê rastiyê baş fêhm bikin. Divê em têkiliya navbera dîlgirtina Rêbertî, tecrîdê û qirkirina Kurdan baş fêhm bikin û li hemberî vê yekê helwestê nîşan bidin, têbikoşin. Divê em zanibin ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê kirin, têkoşîna li dijî qirkirina Kurdan e û bi vê têgihiştinê hîn bi xurtî xwedî li Rêber Apo derkevin. Girîng e 4'ê Nîsanê bi vê hişmendî û seknê bê pêşwazî û pîrozkirin.

AKP-MHP ku xwedî karakter û mejiyê dijminatiya li Kurdan e, tecrîda li ser Rêber Apo dişidîne ku ev yek jî têkiliya navbera qirkirina Kurdan û tecrîdê radixe pêş çavan. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst mejiyê mêtinger faşîst temsîl dike û dixwaze qira Kurdan bîne. Polîtîka û karakterê dijminatiya li Kurdan ên AKP-MHP'ê êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Lê belê rastiyeke din a ku divê were zanîn ew e ku ev yek bi girankirina tecrîda li ser Rêber Apo tê kirin. Ev nêzîkatiya AKP-MHP'ê rastiya tecrîdê, têkiliya tecrîdê ya bi qirkirina Kurdan re bi şênberî nîşan dide. Divê em vê rastiyê hîn bêhtir fêhm bikin, zanibin ku têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna li dijî qirkirina Kurdan e, ev têkoşîn jî bi hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst dibe, li ser vê bingehê divê em têkoşîna li hemberî faşîzma AKP-MHP'ê mezin bikin.

'RÊBER APO AZADIYA JINÊ KIR PÊŞENGA AZADIYAN HEMÛYAN'

Rêber Apo ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd, di heman demê de ji bo azadî û rizgariya gelên bindest hemûyan hewl da û têkoşiya. Ji ber ku xwedî hest û firekî bi vî rengî ye, paradîgmaya civakî ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ava kir ku bandorê li tevahiya mirovahiyê dike. Paradîgmaya Rêber Apo ya xwe dispêre mejiyê ekolojîk û xeta azadiya jinê, li her deverê bandorê li mirovahiyê dike. Hişmendiya ku dibêje; sosyalîzm nabe ku bibe dewlet, bi konfederalîzma demokratîk sosyalîzm dikare pêk were, gel, jin, bindest hemû tenê di nava sîstemeke bi vî rengî de dikarin hebin û bijîn, weke yek ji şoreşên mejî yên herî mezin ên dîrokê bandorê li civakan dike. Rêber Apo paradîgmaya li ser bingeha azadiya jinê û jinê, spart azadiya jinê, azadiya jinê jî kir pêşengiya azadiyan hemûyan.

Rêber Apo yek ji wan kesayetan e ku ji bo jiholêrakirina modernîteya kapîtalîst ku cîhana heyî ya nexweş afirandiye gelekî hewl da, mejî û formulên vê yekê afirand. Rêber Apo bi afirandina paradîgmaya xwe dispêre mejiyê ekolojîk, azadiya jinê û xeta modernîteya demokratîk, çare ji cîhana bi nexweşiya modernîteya kapîtalîst re peyda kir. Modernîteya kapîtalîst û feraseta wê ya demokrasiyê tenê bi kêrî wê yekê tê ku temenê çîna serdest, mêtinger û serweran ji bo demekê dirêj bike. Ji bo jiholêrakirina vê ferasetê û çareserkirina tengavî, krîz û nexweşiyên mirovahî di nav de ye, Rêber Apo paradîgma û xeta modernîteya demokratîk afirand.

'BI FEHMKIRIN Û BICIHANÎNA PARADÎGMAYA RÊBER APO 4'Ê NÎSANÊ BI WATE DIKARE BÊ PÎROZKIRIN'

Rêya herî girîng a fêhmkirin û pîrozkirina bi wate ya 4'ê Nîsanê ew e ku paradîgma, îdeolojî, azadî, demokrasî û feraseta jiyana nû ya Rêber Apo hîn bi kûrahî bê fêhmkirin û li nava mirovahiyê bê belavkirin. Ev yek berpirsyariya herî bingehîn a kesayetên Kurd e. Her kesayetên Kurd divê jiyan, sekn û fikrên Rêber Apo baş fêhm bikin ku Rêber Apo hebûna xwe daye rizgarî û azadiya gelê Kurdistanê. Her Kurd divê paradîgmaya Rêber Apo ku manîfestoya rizgariya bindestan, jinan û gelan e, bigihîne tevahiya mirovahiyê. Divê em vî karî bi xurtî bikin, li dijî komploya navneteweyî di asta navneteweyî de hestiyariyekê û têkoşînekê biafirînin.

'BI XURTÎ TEVLÎ PÎROZBAHIYAN BIBIN Û DARAN BIÇÎNIN'

Rêber Apo bi fikir, sekn, têkoşîn û jiyana xwe bû ewladê herî hêja û rast ê mirovahiyê. Lewma em Rêber Apo û rojbûna wî careke din bi hurmet silav dikin, hezkirin û hesreta xwe nîşan didin. Em vê rojbûna bi wate li gelê Kurdistanê yê welatparêz, li gerîlayên ku fedaiyên Rêber Apo ne û jin, ciwanên Kurdistanê yên welatparêz, li jinan û gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikin. Gelê me û dostên gelê me divê li her devera ku lê ne bi tevlîbûneke xurt 4'ê Nîsanê pîroz bikin û li her devera ku lê ne daran biçînin."