Gerîla Kemanger: Tecrîd wê bibe dawiya desthilatdariyê jî

Gerîlayê HPG'ê Diyako Kemanger diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîda li Îmraliyê re hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne, lê ev yek wê bibe dawiya desthilatdariyê jî.

Gerîlayê HPG'ê Diyako Kemanger diyar kir ku ew bawer dikin ku têkoşîna gerîla û gel wê bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi encam bibe.

Ji gerîlayên HPG’ê Diyako Kemanger bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Kemanger got, “Em 74’emîn rojbûna Rêbertî, li Rêbertî, li şehîdên Kurdistanê, li gelê Kurd û li gelên Mezopotamyayê pîroz dikin. Rojbûna Rêbertî rojbûna Kurdistanê ye. Ev du sal in tu agahî ji Rêbertiya me nayê girtin. Tecrîdeke giran heye. Têkoşîna gerîla û gel wê bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi encam bibe, baweriya me ji vî tiştî heye.”

Gerîla Kemanger da zanîn ku dewleta Tirk bi tecrîda li Îmraliyê hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne, lê ev jî wê bibe dawiya desthilatdariyê û wiha dewam kir: “Em gerîlayên Kurdistanê em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî, têkoşîna xwe bidomînin. Divê her kes fêm bike ku desthilatdariya AKP-MHP'ê tecrîdeke bi vî rengî ya giran li ser Rêbertî ferz kiriye û hevdîtinan ewqasî asteng kiriye. Azadiya Kurdistanê bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî ve girêdayî ye. Em bi hemû hêza xwe li dijî her cure teknîkê şer dikin. Bi baweriya xwe ya bi Rêbertî re em soz didin ku em ê vê têkoşînê bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî tacîdar bikin.”