Fermandarê HPG’ê Zinar Sîpan li Londonê hate bîranîn

Ji bo fermandarê gerîla Zinar Sîpan (Burhanettin Yagmur) ê di sala 2018'an de li Qendîlê şehîd bû, li Londonê bi tevlîbûna malbatê merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

Ji bo Zinar Sîpan (Burhanettîn Yagmur) ê di sala 2018'an de li Qendîlê şehîd bû û zêdeyî 30 sal bû di nava refên gerîla de bû, li avahiya KCC’ê ya Londonê çalakiya bîranînê hat lidar xistin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Komeleya Çanda Karkerên Koçber (Gik-Dere), malbatên şehîdan û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk bi sedan kes beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir.

Li salonê ji wêneyên yek ji fermandarên HPG'ê Şahîn Gever (Kemal Turgut) ê ku bi Zinar Sîpan re li gel şehîd bûbû, quncikeke bîranînê hat çêkirin û li derdora wê find hatin pêxistin.

Di bîranîna ku dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin de pismamê Zinar Sîpan Yalçin Tetwan destpêkê mafê axaftinê girt.

Tetwan diyar kir ku Zinar Sîpan jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê feda kiriye û got, “Ji bo gelê xwe li çiyayên Kurdistan bûye meşaleya azadiyê. Bi têkoşîna xwe mîrasek mezin ji me re hişt. Em ê layiqî Şehîd Sîpan bin.”

Piştî axaftina Tetwan sînevîzyona li ser Zinar Sîpan ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Brîtanyayê ve hat pêşandan.

Piştî sînevîzyonê pismamê Zinar Sîpan Metîn Yagmur mafê axaftinê girt. Yagmur diyar kir ku Zinar Sîpan dema li Zanîngeha Erziromê dixwend tevlî nava refên gerîla bû û got, “Zinar Sîpan bi baweriya xwe ya sadetiyê û tercîha xwe ji me re rêberî kiriye. Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiya Kurd kir. Em ê şopdarê xeyalên wî bin.”

Hevrêyê şer ê Zinar Sîpan Heval Hatîce anî ziman ku Zinar Sîpan di salên zanîngehê de bi jiyan û helwesta xwe hevrêyekî bi bandor bû. Strana Heval Hatîce ya bi navê "Heval" ji bo Zinar Sîpan gotî, bû xwedî kêliyên hestiyar.

Ji Komîsyona Malbatên Şehîdan a Brîtanyayê Alî Poyraz, diyar kir ku li cihê xwerêveberiyê lehengiyeke mezin pêk hatiye û got: “Hevrê Zinar Sîpan li gelek deverên Kurdistanê ma. Li qadên herî dijwar têkoşîna gerîla meşand.”

Di dawiyê de Poyraz anî ziman ku divê gel li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ya dagirker bi bawerî û ruhekî mezin xwe ji hilbijartinên 14'ê Gulanê re amade bike.

Piştî Poyraz, Nûnerê KCDK-Başûr Heval Şivan axivî û bal kişand ser dilsoziya şehîdan a bi gel re û îro di têkoşîna vejîn û azadiyê de çi mîras hiştine.

Piştî axaftinan malbata Yagmur sersaxî qebûl kir û piştre ji bo meha Remezanê xwarina fitarê hat dayîn.