MXDŞ'ê hişyarî da: Êzidî li Efrînê bi zorê têne misilmankirin

MXDŞ'ê ragihand ku dewleta Tirk li Efrîn a dagirkirî bi darê zorê misilmantiyê li ser Êzidiyan ferz dike û destnîşan kir ku her kesên li hemberî van kiryaran bêdeng bimîne wê şirîkê vê yekê bin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) der barê zilm û zordariya dewleta Tirk a li Efrînê, bi taybetî jî ya li hemberî xelkê Êzidî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê gelê Şengalê em bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan û raya giştî dikin, li dijî binpêkirinên li ser gelê me yên li Efrîn a dagirkirî bêdeng nemînin."

Daxuyaniya MXDŞ'ê wiha dewam kir:

"Welatên ku heya niha komkujiya Êzidiyên Şengalê weke jenosîd nas kirine, divê bibin xwedî helwest. Ji ber ku Êzidî ne tenê li Şengalê, li ser xaka di bin destê komên ser bi dewleta Tirk de jî hene û heman hovîtî lê têne kirin.

Çawa ku 3’ê Tebaxê pêşmergeyên PDK’ê xiyanetê li civaka me kir û civaka me di komkujiyan re derbas bû, em dibînin heman tişt îro li ser Êzidiyên me yên li Efrînê jî tên kirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Êzidiyên li Efrînê li ber çavê ENKS'ê bi darê zorê têne misilmankirin û hate gotin, "Ev yek jî dubarebûna xiyanetê ye, heqareta li ola me ye.

Her kesê hemberî vê jenosîdê bêdeng bibe, em ê wan weke şirîkê hemû kiryarên li ser me tên kirin, bibînin. Pêwîste destpêkê hemû Êzidî û tevahî dostên gelê me, çawa dibe bila bibe, li hember vê jenosîda li ser Êzidiyan li Efrînê tê kirin, bêdeng nemînin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Bi zorê ol û baweriya gelê me diguherînin, di sedsala 21’ê de ev yek rûreşiya cîhanê ye. Em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya hemberî DAÎŞ'ê dikin, piştgiriyê bidin QSD’ê da ku komên çeteyên dewleta Tirk ji Efrînê derbixin. Xelkê wê yê esil were parastin û li ser malên wan vegerînin."