Yildiz Çetîn: AKP wê bi vê hilbijartinê re biqede

Hevşaredara HDP'ê ay Erdîşê Yildiz Çetîn işaret bi girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê kir û destnîşan kir ku bi vê hilbijartinê re wê AKP biqede.

Şaredariya Erdîşê ya HDP'î piştî ku sala 2019'an bi destê qeyûm hate desteserkirin, Hevşaredara Erdîşê ya HDP'î Yildiz Çetîn hate girtin. Karê destpêkê yê qeyûmê dagirker jî girtina saziyên jin û ciwanan bû. Navenda Jiyanê ya Jinê ya Zîlan û Mala Jinê hatibûn girtin.

Hevşaredara Erdîşê ya HDP'î Yildiz Çetîn li ser hilbijartinên giştî yên 14'ê Gulanê û xisarên ku qeyûman kirine ji ANF'ê re axivî.

Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 2023'an û destnîşan kir ku AKP wê di vê hilbijartinê de biqede. Yildiz anî ziman ku wê beriya hilbijartinê ji gel re qala krîz, talan, zilma 20 salan bikin û got, "Ev hilbijartin girîng e. Desthilatdariyeke welê li hemberî me heye ku zerarê dide mirovan, xwezayê, hiqûqê, demokrasiyê, bi kurtasî zerarê dide her tiştî. Li hemberî vê desthilatdariyê divê her kes li hev kom bibin û bi vî rengî tevbigerin."

Çetîn ragihand ku desthilatdariyê bi taybetî derbên giran li mirovahiyê, demokrasiyê û hiqûqê xist û got, "Yek ji van derban jî tayînkirina qeyûman li şaredariyên me ye. Bi vê darbeya qeyûm, projeyên me hatin beralîkirin. Qeyûm çawa ku hat, yekser ji bo xwe û alîgirên xwe kar kir. Projeyên me hemû serûbin kirin. Li ser binesaziyê, rê, xizmetên bajarî û jinan projeyên me yên cidî hebûn. Qeyûman ev hemû beralî kirin. Qeyûman êrîş birin ser qada jinê û nîşan dan bê çawa dijminê jinê ne. Em jin soz didin ku qadên xwe yên heyî ji nû ve ava bikin."

Yildiz Çetîn destnîşan kir ku li gel xisara qeyûman jî ew ê projeyên xwe dewam bikin, projeyên xwe yên nîvcomayî temam bikin û got, "Li ser daxwaza gelê xwe em ê xizmetê dewam bikin."