ROJEVA 2'Ê NÎSANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- KCK'ê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kir ku têkoşîna ji bo azadiya wî berpirsyariya sereke ye. KCK'ê bang li her kesî kir ku tevlî pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê bibin û li her derê daran biçînin.

- Gerîlayên YJA Star û HPG'ê bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn û gotin, "4'ê Nîsanê roja jinûve bûyînê ye."

- Hevşaredara HDP'ê ay Erdîşê Yildiz Çetîn işaret bi girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê kir û destnîşan kir ku bi vê hilbijartinê re wê AKP biqede.

- Ashley Johnston ê ji Awûstralyayê dema ku li welatê xwe efserî dikir, bi zilma DAÎŞ'ê hesiya û biryar da ku divê ev yek bê guhertin. Lewma jî bi koma Lions of Rojava hat qada şoreşê.