'4'ê Nîsanê hilatina hêviyê ye'

Gerîlayên YJA Star û HPG'ê bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn û gotin, "4'ê Nîsanê roja jinûve bûyînê ye."

Ji gerîlayên YJA Starê Bêrîtan Hakî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke gelan hemûyan, bi taybetî jî rojbûna jinan pênase kir û bi van gotinan işaret bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinê kir: "Rêberê me ji bo jinan bû çav û guh. Bi saya Rêbertî me koletiya ku hezar sal in li me tê ferzkirin fêhm kir û hewl da jê rizgar bibin. Rêya ku Rêbertî daniye ber me, têkoşîna li dijî koletî û paşverûtiyê ye ku li jinan tê ferzkirin."

Gerîla Bêrîtan bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin esaretê de ye û got, "Rêberê me 25 sal in li sîstema tecrîdê ya Îmraliyê bi fedakariyeke mezin li ber xwe dide. Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê prototîpeke sîstema dewletê ye, weke rewşa herî organîzeyî ıya dewletê li ser Rêberê me tê ferzkirin. Lewma 4'ê Nîsanê li hemberî her cûre sîstemên dewletê jinûve hilatina hêviya jinan û baweriyan hemûyan e."

'ROJBÛNA HERÎ BI WATE'

Ji gerîlayên HPG'ê Bager Kurdistanê destnîşan kir ku bi rojbûna Rêberê Gelê Kurd re hem dîrok hem jî zimanê gelê Kurd jinûve şîn bûne û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rojbûna herî bi wate pênase kir.

Ji gerîlayên YJA Starê Zîlan Aydin jî têkildarî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha axivî: "4'ê Nîsanê roja jinûve jidayikbûnê ye. Rojbûna jinan, gelan e. Em vê rojê bi coş, kelecan û kêfxweşiyeke mezin pêşwazî dikin. Ji bo me cihê rexnekirine cidî ye ku Rêberê me vê rojê ne di nava me de ye. Rêberê me 25 sal in di nava şert û mecên herî giran de li sîstema tecrîdê ya Îmraliyê tê girtin. Em gerîlayên YJA Starê bi biryar in ku Rêberê xwe ji aliyê fîzîkî ve azad bikin. Li herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke mezin heye. Em ê di vê sedsalê de têkoşîna xwe ya ji bo misogerkirina azadiyê mezin bikin."

'KOKA ME LI ÇIYÊ YE'

Ji gerîlayên YJA Starê Eylem Cûdî destnîşan kir ku ew li çiyê li dijî mêtingerî, talan û faşîzmê şer dikin û got, "Rojbûna Rêberê me moralê dide me. Rêberê me ji bo me çavkaniya herî bingehîn a moralê ye, navenda me ya hêzê ye. Li hemberî kiryarên li derveyî mirovahiyê yên faşîzm û mêtingeriyê em ji bo mirovahiyê li ber xwe didin, ji bo rizgarkirina rûmeta mirovahiyê em şer dikin. Jin ji Rêbertî hînî berxwedanê bûn. Armanc afirandina cîhaneke ji bo gelan hemûyan bi hêvî û jiyanê ye. Fikrê Rêbertî azad e. Rêbertî hêviya me mezin kir. Rêberê me dibêje, koka me li çiyê ye. Em jî berxwedana li çiyê gelekî bi wate dibînin. Em li ser şopa Rêberê xwe ne û vê rojê bi taybetî li zarokan pîroz dikin."

Ji gerîlayên YJA Starê Berbang Şeval jî anî ziman ku ew îrade û hêza xwe ya berxwedanê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werdigirin û got, "Rêya xwegihandina serketinê pejirandina fikrê Rêbertî ye. Biryardariya me ew e ku îsal bikin sala serketinê."