Hevrêtiya heqîqet û azadiyê

Ew pêşengên fêmkirin û revekirina rastiya Rêbertî û paradîgmayê bûn û pêşbîniyên wan jî nîşan didin ku çawa beriya salan ruhê pêvajoya heyî nas kirine.

ALÎ HAYDAR KAYTAN-RIZA ALTÛN

Heval Fûat zanayê gel bû, derwêşê hemdem bû lê belê pirtûka wî jî tim di destê wî de bû…

Dema mirov qala heqîqetê dike li gel Rêber Apo yekem kesê ku tê bîra mirovan Heval Fûat e. Ravekirina Rêber Apo û rastiya Rêbertî ya hemû caran ji xwe re weke erka şoreşgerî ya sereke diyar kiribû.  20 salan beriya niha bi van gotinên hêja qala gerdûnîbûna rastiya Rêbertî ya îroyîn kiribû:

‘’Rêber, bes ne çareseriyên herêmî peyda dikin di heman demê de ji bo pirsgirêkên mirovahiyê yên giran dibin jî rêyên çareseriyan pêşniyar dikin.  Ji ber vê taybetmendiya xwe li gel taybetmendiyên neteweyî û herêmî xwedî karekterên gerdûnî ne jî. Çareseriyên wan ne perçeyî, yekbûyî ne, ne serveyî, kûr in, ne neteweyî, gerdûnî ne. Heman tişt ji bo Rêber Apo jî gelekî derbasdar in. Ez di wê baweriyê de me ku zanîna meşa lêgerîna rastiyê ya Rêbertiya me ya hê di zarokatiyê de ya ji bo hemû mirovahî û nifşên pêşerojê têrê dikin ku mirov fêm bike ku çareseriya bi dest xistiye ne neteweyî ye ji wê wêdetir xwedî wesfeke gerdûnî ye.’’

Her wiha ferqa di navbera rastiya Rêbertî û ‘’serok’’ de jî wiha bilêv kiribû:

‘’Serok, serokê çînekê ye, serokê neteweyekê ye, serokê civakekê ye û serokê komekê ye. Lê belê Rêber di esasê xwe de ew kes e ku xîtabî hemû mirovahiyê dike.  Xemxurê hemû mirovahiyê ye, ji bo hemû mirovahiyê alternatîfan ava dike, ji bo hemû mirovahiyê exlaqekî nû diafirîne û ji bo hemû mirovahiyê pergaleke civakî ya nû ava dike. Mirov dikare vê yekê di rastiya Rêbertiya me de bi hêsanî bibîne.’’

Pêvajoya heyî van gotinan bi awayê herî xwerû dubare îspat dike.

Heval Fûat xwe ji bandorên Komkujiya Dersimê rizgar kirine û bûye sembola hebûna neteweyî. Di heman demê de jî rastiya Rêbertî ya gerdûnî fêm kiriye û di jiyana xwe de bi awayê herî resen û xwerû nûnertiya komunalîteya ku tê wateya rizgariya hemû mirovahiyê kiriye. Di şexsê Dersimê de li hemberî koletiya ku li neteweyê tê ferzkirin qêrînekî serhildanê bû û di heman demê de jî şervanekî aşitiyê bû. Ev yek jî di axaftineke xwe ya di 15’ê Nîsana 2008’an de bi vî rengî dianî zimên:

‘’Em gel in! Hûn ê vê yekê baş bizanibin: Ji niha pê ve êdî ne hûn ê me weke koleyên xwe bibînin û ne jî zarokên me bikin leşkerên xwe.  Ger hûn hebûna me ya weke gelekî bikin egera hebûna xwe, wê misogeriya hebûna we tu caran nebe. Ji ber ku gelekî ku xwe ji nû ve afirandiye û vejîna xwe pêk aniye tu caran tune nabe. Girêdayî vê yekê ne em, hûn ê tune bibin. Em tu caran destûrê nadin ku hûn welatê me yê ku hûn dixwazin ji me re bikin goristan ji xwe re bikin welat û li ser gorên me bi rehetî bijîn. Ger hûn bi berdewamî bangên aşitiyê yên pêkvejiyana weke xwişk-birayên azad red bikin, hûn ê winda bikin. Ez dizanim ku ev yek biryardariya gelekî ye ku ji bilî jiyana azad tu hebûnan qebûl nake. Kesek tîne ziman lê belê di rastiyê de qîrîna milyonanan e. Ev qîrîna me ya azadiyê ye, li hemberî dewletparêziya hin kesên din qîrîna mirovahiyê ye ku rehên wê li gel me ne. Me li gel Rêber Apo hebûna xwe îspat kir û em ê weke gelekî ku li gel Rêber Apo azad bûye jî hebûna xwe bidomînin. Ew tim bi me re ye û em li gel wî ne. Hezkirina me ya ji bo Ocalan, hezkirineke Ocalanî ye. Em yek in.’’

Ew pêşengên fêmkirin û ravekirina rastiya Rêbertî û paradîgmayê bûn û pêşbîniyên wan jî nîşan didin ku çawa beriya salan ruhê pêvajoya heyî nas kirine.

Heval Riza ji dibistanên pergalê hez nekiribû, çend salan xwendibû lê belê dev jê berdabû lê belê di jiyana şoreşgerî de tu kesî bi qasî wî nedixwend. Tevî ku hemû kesan bi awayekî dijîtal dixwend jî wî hê barê pirtûkan li gel xwe gerand. Tecrûbeyên wî yên teorîk-entellektuel nuwaze bûn. Sembola xwepêşvebirina mirovan bû. Nirxandinên wî yên têkildarî pêvajoyê bi awayekî balkêş hemû yekbûyî bûn. Pirtûka ‘’Dîroka Gerdûnî û Rojhilata Navîn nivîsandibû. Rastiyên ku di vê pirtûkê de anîbûn ziman weke kurteya guherîna paradîgmayê û helên me yên  xwenûkirinê ne. Di pirtûka xwe de wiha dibêje:

‘’Em di nava xwedubarekirineke ku xwe tim bi amûrên zîhniyeta modernîteya kapîtalîst îfade dikir de bûn. Dema em vê yekê diyar dikin helbet em nabêjin ku tu tişt nehatekirin, lê belê em di bin bandorên giran ên ferasetên weke pozîtîvîzm, laîkbûn, oldarî, zayendperestî û hwd. de di nava xwedubarekirinekê de diman.  Me her çend têkoşîn dimeşand jî me nedikarî xwe ji perçebûyîna mekanîzmayeke ku desthilatdarî û dewletê diafirînin, rizgar bikin. Ev yek, yek ji bobelatên sereke yên ku di dîrokê de hatiye serê hemû şoreş û şoreşgeran. Bûye weke çarenûsa hevpar a hemû berxwedanên civakî yên piştî berxwedana jinan e ku berxwedana jinan yekem berxwedana li hemberî şaristaniyê ye…

Xala bingehîn a parêznameyên Rêbertî ev der e. Çimkî îfadeya şikilgirtina di kesayetan de ya zîhniyet û feraseta ku di tevahiya dîrokê de kom bûye gelekî kevnar e. Bi hînbûniyên xwe, tevgerên xwe û pergala xwe ya ramanê hemû kes tecrûbeyekê îfade dikin û awayê herî dawîn ê şaristaniyê ye. Şaristanî hemû tecrûbeyên xwe bi awayekî li gel kesan dide îfadekirin.  Em weke îdafeyeke geşedanên dîrokê yên şariştaniyên heyî şikil digirin. Li hemberî pergala heyî di serdema ku em dibêjin em xwediyê sekna herî milîtanî ne jî bi zanebûnî yan jî bêhemdî wê îfade dikin.  Em nikarin xaleke bingehîn a cudakirinê derxînin holê. Ji vî aliyî ve di têkoşîna me ya ji bo dilpakiyên azadî, serxwebûn û hwd. de belavbûn çêdibin. Ev belavbûn çavkaniya xwe ji avaniya zîhniyeta ku şaristaniyê li gel kesateyan û civakê ava kiriye, digire. Beriya her tiştî tişta ku parêznameyên Rêbertî nîşanî me daye, di mijara ku veqetîna ji vê heqîqeta binhegîn hewce ye de hêzeke qanihkirinê ya mezin derdixîne holê. Destpêkê her kesî dixe nava pevçûneke dijwar ya li gel xwe.  Di vê pêvajoya pevçûnan de kesayetan bi jiyan û tevgerên xwe re dixe nava pevçûnekê û wan digihîne kapasîteya paradîgmayî ya meşandina têkoşîna li hemberî şaristaniyê. Ev jî tê wateya veqetîna ji modernîteyê. Ev veqetîn di rastiyê de tê wateya pêkhatina meşandina têkoşîna azadî û wekhevbûnekê.’’

Ew hevrê bûn ku herî zêde ew li ser paradîgmayê kûr dibûn. Mezinahiya wan a têkildarî hêvrêtiya heqîqet û azadiyê tim ji ber lêgerînên yekbûna li gel rastiya Rêbertî bû. Li gel ku ev yek di hemû jiyana xwe de nîşan dan jî di heman demê de bi perwerdeya bi hezaran hevrêyan re jî eleqedar bûbûn. Mezintirîn pêşengên akademiyê bûn. Cihê lê diman xweş dikirin, ronî dikirin û dibûn çavkaniyên moralê. Hemû kesan xwe li ba wan rehet hîs dikir û teqez li ba wan hînî tiştekî dibûn.

Xewnek bû. Dengekî balkêş got: ‘’Çi mirazên te hebe bibêje û tu çi dixwazî bixwaze.’’ Min got: ‘’Xizir kî ye, ji min re bibêje, ez tiştekî din naxwazim.’’ Dema got: ‘’Dibe, lê binêre vaye tê’’ min dît ku Heval Fûat tê. Dema ku min ev yek ji wî re anî ziman bi mutewazîbûna xwe ya hemû caran got: ‘’Lê belê Xizir xwe weke Xizir nîşan nade.’’ Tam jî weke gotina wî. Xizir bû lê belê nedigot.  Derwêşbûn tişteke bi vî rengî ye…

Carna dema dest bi axaftinê dikir ev îfade dianî ziman: ‘’Hevalno! Hûn dizanin!’’ Aha dema ev yek dianî ziman, me dizanî ku tespîteke ku wê çav û dilên me berfireh bike, bi dest xistiye û dê li gel me parve bike.

Heval Riza li hemberî pirsgirêkên herî dijwar jî tebatîbûna xwe nîşan dide û li çareseriyan digeriya. Gelekî dihatin hezkirin û bêrîkirin. Bûbûn weke kesayetên efsûnî. Mezintirîn hesreta wan azadiya Rêber Apo bû.

Em dubare wan bi hez, rêzdarî û minetdariyeke bêdawî bi bîr tînin û Hêvrêtiya wan soza me ye: Rojên em bibêjin ku bila dilê we rehet be, ‘’çavên we ronî bin’’ nêzik in.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka