Li Kerkûkê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin

Li Kerkûkê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan merasîmek hate lidarxistin.

Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK), Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li bajarê Kerkûkê bi boneya sala 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan merasîmek li dar xistin. Zêdeyî 50 jin û ciwanên bajêr beşdarî çalakiyê bûn. çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre sînevîzyona li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat temaşekirin.

Pîrozbahî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.