Fermandarê min ê pêşîn: Fazil Botan

Min cara yekem di sala 1993’an de li çiyayên Herekolê ew nas kir. Di wan salan de Rêbertî ji bo avakirina yekîneyên gerîla yên gerok û avakirina artêşa jinan perspektîf dida.

Têkoşîna azadiya gelê me bi qehremanî û lehengiyê tijî ye. Gerîlatiya li Kurdistanê ne weke gerîlatiya şerê gelên din e. Pir zehmet e. Ji bo wê îradeyek mezin, fedakarî, sekne û şiyana pratîkî hewce dike. Fermandarê mezin ê şerê me yê gerîla Fazil Botan (Ahmet Şeker) yek ji nûnerên kêm ên vî şerê gerîla ye.

Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Fazil Botan di sala 2015'an de li Rojava birîndar bûbû û piştre çûbû Ewropayê. Di 15’ê Hezîrana 2022’an de li Fransayê şehîd bû. Li ber bîranîna heval Fazil bi rêzdarî serê xwe ditewînim. Fermandar Fazil dîrokeke mezin a berxwedanê li pey xwe hişt. Em jî weke hevalên wî em ê xwedî li van berxwedan û hewldanên azadiyê derkevin. Û teqez em ê bi têkiliyên kûr ên hevaltiyê jiyana azad ava bikin.

Qirkirina dewleta Tirk a li Kurdistanê cuda ye. Li dijî van polîtîkayên qirkirinê encax bi azadî, welatparêzî, azweriya jiyaneke mirovî û îradeya mezin dikare pêk were. Di vê çarçoveyê de, şerê gerîla yê li Kurdistanê, aliyê herî radîkal, azadîxwaz û hebûnî yê serhildana li dijî koletiyê ye. Gelê me, ciwan û jinên me ev yek fêhm kirin û ji destpêka têkoşîna azadiyê ve tevlî nava refên azadiyê bûn. Weke ku tê zanîn têkoşîna me ya rizgariya netewî ji ya neteweyên din cudatir in. Di warê Kurdistanî û Kurdayetiyê de înkar û îmhayek pir kûr heye. Ji bo vê jî diviyabû pêşî hebûna nasname, çand, ziman û dîroka Kurdan bihata rojevê. Gerîla di serî de navê têkoşîna hebûnê ya gelê me bû. Ji bo ku bikaribe şerê gel ê şoreşgerî bimeşîne, girêdayî pêşketin û serkeftina artêşa gerîla bû.

Hevrê Fazil kesayetek dîrokî bû ku li ser esasê welatparêziya mezin, dilsoziya bi ax û gel re beşdarî şerê hebûnê bû ya ku Serok Apo dabû destpêkirin. Kesayetiya wî ya pir bi biryar û serhişk nûnertiya dîroka çanda Botanê dikir. Ew nîşaneya rêhevaltiyê bû. Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û veguherandina Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve gelekî hêrs bû. Ji ber vê yekê ew hevalê me bû ku hişmendiya dijmin di kesayeta xwe de cih kiribû û li ser vê bingehê bi îdîayeke mezin têdikoşiya. Fermandarekî ku hema bêje di hemû qonaxên dîroka gerîlayên me yên li Kurdistanê de cih girtibû û sûd ji hemû tecrubeyan stendibû.

Min cara yekem di sala 1993’an de li çiyayên Herekolê ew nas kir. Di wan salan de Rêbertî ji bo avakirina yekîneyên gerîla yên gerok û avakirina artêşa jinan perspektîf dida. Yekîneyên gerîla yên gerîlla ji bo meşandina şerê gerîla yê çalak û bi bandor, ji bo derbeyan li dijmin bixin, rêxistineke bingehîn bû. Di pêngaveke wiha girîng de rola Eyaleta Botanê ku erdnîgariya dilê gerîlayê azadiyê ye gelekî stratejîk bû. Eyaleta Botanê her tim bûye navenda gerîlayên azadiyê. Di têkoşîneke wiha de min Fazil Botan li Botanê nas kir. Fermandariya pêvajoya mezinkirina artêşa gerîla, çalakiyên serketî û pûçkirina dewleta Tirk ji Botanê girt ser milê xwe. Heval Fazil ji rol û misyona xwe haydar bû. Li ser vî esasî bi awayekî herî aktîf pêşengiya pratîkê dikir.

Bi helwesta xwe ya ciddî û bi biryar, timî dida derdora xwe. Her tim li hemberî çalakiyên dijmin hişyar bû, hemû hevalên li derdora xwe bi rêk û pêk jiyana xwe ya bi disîplîn, feraseta pratîk û fedekariya xwe digirt. Bi tevlêbûna xwe û jiyana xwe ya dilnizm, her tim pêşengtiya xwe kir. Heval Fazil bi jiyan, bi helwesta xwe û bi her tiştî parçeyek ji çiya û erdnîgariya Kurdistanê bû. Di vê erdnîgariyê de dilgerm bû. Ji ber vê sedemê, avahiyek wê hebû ku hema hema bi her tiştî re bi erdnîgariyê re têkildar bû.

Beşdarî bi sedan çalakiyan bû, bi sedan çalakî koordîne kir. Hema bêje hemû jiyana xwe ji bo pêşketin û serkeftina şerê gerîla da. Di bin fermandariya wî de bi hezaran namzetên gerîla, jin û mêr, di pratîkê de perwerde kir, cesaret da û ew fêrî şer û fermandariyê kir. Di dîroka şerê me de yek ji fermandarên herî bi tecrûbe bû. Hevalekî me yê wisa bû ku di warê pêşxistina pêşengiya pratîk a di şerê gerîla de kedeke mezin da artêşa jinê.

Her wiha hevalekî me bû ku bi fermandariya berxwedana Qendîlê ya li dijî dewleta Îranê di serkeftinên li hemberî dijmin ên di berxwedana Zapê de bi dest xistibû navê xwe di dîrokê de nivîsand.

Heval Fazil ku hemû jiyana xwe, hest û ramanên xwe ji bo rizgariya welat daye meşandin, ji yekîneya herî biçûk a xebata leşkerî heta karê herî mezin bi ked, bîr, cesaret û jêhatiya xwe heta niha bi kedeke mezin beşdar bû. Heta sala 2015’an ku qeza kir, wî bi fedakariyeke mezin xebatên xwe yên leşkerî domand.

Hevalê Fazil bi têkoşîn û berxwedana xwe mîraseke mezin a berxwedanê hişt. Ez fermandarê leheng û qehreman ê Botanê Fazil Botan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Em tu carî wî ji bîr nakin. Bê guman em ê xebatên xwe yên ji bo afirandina Kurdistana Azad û jina Azad bi serkeftî bidomînin.

 

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka