PJAK: Avakirina PJAK’ê ji bo gelê me bû şansek

PJAK’ê sala 74’an a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd weke ronesansekê pênase kir, sala 19’an a PJAK’ê jî di serî de li gelê Kurd, gelên Îranê û hemû malbatên şehîdan pîroz kir.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) salvegera 74’an a jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 19’an a PJAK’ê bi daxuyaniyekê pîroz kir.

PJAK’ê diyar kir ku îro li kolanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşîneke ya gelê Kurd û gelên hejar heye û got: “Ji bo gel di nava azadî, edalet, aramî, kêfxweşî û hêviyê de bijîn, îro di serî de li ser şopa gerîlayên jin, li kolanan hevrêyên can didin, hê xurtir dibin. Hedefa partiya me Îraneke demokratîk û azad e.

PJAK’ê anî ziman ku PJAK li ser bingehê raman û felsefeya Ocalan ê li Amarayê hatî dinê, gavên teorîk û pratîk avêtiye û serketinên mezin bi dest xistiye û wiha hate gotin: “Jinên Kurd, çi li çiyan û çi li kolanan be, weke hêza dînamîk a esasî ji bo avakirina sîstema şaristaniya demokratîk bi cesareteke mezin tevger dike û guman têde nîne ku ‘Sîstema Konfederalîzma Demokratîk û Netewa Demokratîk’ ava neke. Yekane rêya gelê Kurd û gelên hejar ev rêya demokratîk a Rêber Apo avakiriye. Cara ewil e ku gelê Kurd û gelan bi fedekariya gerîla gihişt şansê ku sîstema xwe bi x we ava bikin. Avakirina PJAK’ê jî li ser vî bingehî ye. Ji derveyî pratîgmaya Rêber Apo û PJAK’ê ti rêyeke din a gihiştina azadî, edalet û aramiyê nîne.”

PJAK’ê destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo û gelê Kurd girêdayî hev in û ji hev nayê qutkirin û ev hate gotin: “Ti guman jê nîne ku bi pêşengtiya Rêber Apo û gerîla ku hemû temenê xwe ji bo têkoşînê dane, wê têkoşîneke serketî mezin bê kirin. Wê têkoşîna gerîla û gel polîtîkayên qirker ên dijmin têk bibin. Ji bo wê ye ku wê têkoşîna heta gihiştina serketinê dewam bike. PJAK heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û gelê Kurd mîsyon û têkoşîna xwe dewam bike. Rêya diçe serktinê bi Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re derbas dibe.”