Bi pêxistina meşaleyan rojbûna Rêberê Gelê Kurd li Amedê hat pîrozkirin

Bazên Metrepolan li sûrên Amedê bi pêxistina meşaleyan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

 Bazên Metrepolan bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li sûrên Amedê meşaleyan pêxist. Bazên Metrepolan banga mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê da.

Bazên Metrepolan diyar kir kir ku ew ê xwedî li bîranîna fermandarê mezin hevrê Fazil derbikevin û wiha got: “Rojbûna Rêber Apo û sala 51’emîn têkoşîna azadiyê ji bo gelê Kurd xala werçerxê ye. Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bidomînin. Jiyan û tenduristiya wî ji bo me xeta sor e. Em ê nehêlin ku tu planek têk biçe. Em ê bi dirûşmeya, “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” têkoşîn û berxwedanê bidomînin.

4’ê Nîsanê ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, ji bo milyonan Kurd bûye sembola rojbûna gelan. Ji aliyê gel ve weke rojbûna têkoşîna azadiya neteweyî hatiye qebûlkirin. Em Bazên Metrepolan rojbûna gelê Kurd silav dikin ku 4’ê Nîsanê weke rojbûna xwe dibînin.”