Zagros: Rêber Apo bû pêşengê gelê hejar, bû hêvî û baweriya mirovahiyê

Gerîlayê YRK’ê Hêriş Zagros 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kir û got “Di Newroza îsal de peyama gelan derket holê. Ev yek jî encama ew heqîqeta jidayikbûna Rêber Apo tê.”

Gerîlayê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Hêriş Zagros bi pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi axaftina xwe kir.

‘BÛ PÊŞENGÊ HEJAR, HÊVÎ Û BAWERIYA MIROVAHIYÊ’

Zagros 4’ê Nîsanê weke roja jidayibûna mirovahiyê û nasnameya xwe pênase kir û got: “Rêber Apo bû pêşengê gelê hejar, bû hêvî û baweriya mirovahiyê. A rastî jidayikbûna Rêber Apo bû jiyan û vejîna gelan. Bi taybet bû vejîna jinan. Ji bo wê ye ku Rêber Apo azadiya civakê girêdayî azadiya jinê dibîne. Di kesayetiya jinê de pêşengtiyê ji bo civakê dike.”

‘JI GAVA YEKEM HETA ÎRO TÊKOŞÎNEKE BÊHEMPA’

Zagros anî ziman ku îro hemû mirovahî raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kiriye û got: “Raman û felsefeya Rêber Apo peyama bi hev re jiyan û azadî ye. Rêber Apo ji gava yekem heta îro li dijî zilm, zordarî, stem û dagirkeriyê têkoşîn kir. Ji bo wê ye ku ev têkoşîn li ber çavê her kesê vekirî û zelal e.”

‘HEQÎQETA RÊBER APO DERXIST HOLÊ’

Gerîla Hêriş Zagros bal kişand ser hizir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Ocalan û wiha domand: “Îro em dibînin têkoşîneke mezin li seranserî cîhanê heye, hemû gelên azadîxwaz bi hêzkirineke mezin vê ramanê qebûl dikin. Di Newroza îsal de peyama gelan derket holê. Ev yek jî encama ew heqîqeta jidayikbûna Rêber Apo tê. Vê têkoşînê li Rojhilata Navîn heqîqeta Rêber Apo derxist. Di vê çarçoveyê de şerekî mezin dest pê kir û heta roja îro dom dike.”

‘DIVÊ HEMÛ DAYIKÊN KURD ZAROKÊN XWE MÎNA DAYIKA UVEYŞ MEZIN BIKE’

Zagros diyar kir ku divê dayikên Kurd weke dayika Uveyş zarokên xwe perwerde bikin ku hêz û îradeyê bide ku bikarin li ser lingê xwe bisekinin û got: “Bikarin tola xwe hilînin ku îro bû lêgerînvaneke mezin ê azadiyê.”

‘XELKÊ ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRANÊ ÇAV LI TÊKOŞÎNA RÊBER APO DIKIN’

Gerîlayê YRK’ê Hêriş Zagros bal kişand ser şoraşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dike û got: “Ew serhildana ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku çend meh in dewam dike, lêgerîna ji bo azadiyê ye. Ev yek wê nîşan dide ku çawa xelkê herêmê çav li têkoşîna Rêber Apo ya ji bo azadiyê tê dayîn dike. Divê ev şer roj bi roj mezintir bibe. Ev serhildana li Rojhilat û Îranê heye hêviyê dide.”

‘DIVÊ RAMAN Û FELSEFEYA RÊBER APO BIBÎNIN Û SERHILDANÊ XURT BIKIN’

Herî dawî Zagros ev bang kir: “Bang li hemû gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, mirovahiyê dikim; cihê xwe di serhildanê de bigirin, têkoşîna xwe ya li dijî desthilatdariya Îranê mezin bikin. Divê raman û felsefeya Rêber Apo bibînin, vê serhildanê xurt bikin. Bikin ku xwîna bi hezaran şehîd berhewa neçe. Bikarin ramanê Rêber Apo li hemû cîhanê belav bikin.”