Di 10 salên dawî de 536 kolber hatin qetilkirin
Hêzên dewleta Îranê di 10 salên dawî de li sînora Başûr û Rojhilatê Kurdistanê 536 kolber qetil kir.
Hêzên dewleta Îranê di 10 salên dawî de li sînora Başûr û Rojhilatê Kurdistanê 536 kolber qetil kir.
Di nava 10 salên dawî de di encama gulebarana raste rast a hêzên dewleta Îranê de li sînora Başûr û Rojhilatê Kurdistanê 536 kolber hatin qetilkirin, hezar û 249 kolber jî birîndarbûne.
Li gorî daneyên KolberNewsê her sal 40-70 kolber tên qetilkirin.
Kolber ji bo debara jiyana xwe bikin li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bazirganiyê dikin.