‘Rojbûna Rêber Apo vejîna gelê Kurd e’

Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistan (YRK) Cûdî Serdem 4’ê Nîsanê, roja vejînê li hemû gelan û li gerîlayan pîroz kir û peyama mezinkirina tekoşînê da.

Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Cûdî Serdem wisa dest bi nirxandinên xwe kir; ‟Rêber Apo 4’ê Nîsana 1949’an de li Amarayê ji dayik bû. Ew roj ne bi tenê rojeke zayînê ye, ew roj vejîna gelê Kurd û ya hemû mirovahiyê ye. Rêber Apo di nirxandinên xwe de wateya vê rojê bi rengekî berfireh pênase dike û dibêje; ‛Gelê Kurd di dîrokê de hatibû rewşeke wisa ku ji nirxên xwe hatibû dûrxistin.’ Rêber Apo bi têkoşîna ku ava kir xwedî li van nirxan derket û da jiyankirin. Ji ber vê jî civaka Kurd û Kurdistan asta ku ava bû berhema Rêbertî ye. Li ser van esasa helwesta Rêber Apo ji bo gelê Kurd û giştî mirovahî di her aliyan de helwesteke dîrokî û heta dawî stratejîk e. Ji ber vî jî em dibêjin ku dîrok di vê rojê de herîkîna xwe guhert û li hember pergala modernîteya kapîtalîst alternatîfek pir bi hêz ava bû. Di ronahiya van rastiyan de em dibêjin ku rojbûna Rêber Apo rojbûna her yek ji me ye, rojbûna gelê Kurd e. Em vê rojê pîroz di serî de li dayê Uveyş û bi giştî li dayikên Kurd û Kurdistanê û li gelê xwe pîroz dikin.”

Cudî Serdem nirxandinên xwe wiha berdewam kir “Rêber Apo bi helwesta xwe ve nirxên ku ava kir, asta ku çêkir ne bi tenê ji bo gelê Kurd pêş xist; ji bo giştî cîhanê pêş xist û her kesî li derdorê fikir û ramanên xwe kom kir. Ji bo vî jî em rêbertiya Rêber Apo wek Rêbertiyekî gerdûnî pênase dikin. Bi taybet ji bo Rojhilata Navîn xeta Rêber Apo bû xeta esas ku ew ê jiyan di derdorê wî de teşe bigire. Girêdayî vê rastiya di roja îro de ji neteweyên cuda gelek heval hene ku em bi hev re jiyana Apoyî parve dikin û li hember dagirkeriyê, li hember pergalê modernîteyê kapîtalîst têdikoşin. Gelê Ereb, Tirk, Fars rexneyan li me dikin û dibêjin ‛Hûn çima Rêber Apo bi tenê wek Rêberê gelê Kurd pênase dikin? Rêber Apo di heman demê de rêberê Ereban, Tirkan, Farisan e. Ya rastî Rêber Apo rêberê mirovahiyê ye.’ Ev gotin di bingeha xwe de gelek rastiyan dihewîne. Bi taybet em dibînin ku hemû gelên bindest, demokrasîxwaz û azadîxwaz li derdora paradîgmayê Rêber Apo kom dibin û hebûna xwe bi rastiya Rêber Apo pênase dikin. Ji ber vî jî wate û girîngiya 4’ê Nîsanê bi van rastiyan re her sal zêdetir bilind dibe.”

Cûdî Serdem di derbarê girîngiya 4’ê Nîsanê de got; “Li hember pergala dagirker ku gelan ji bo her cure berjewendiyên xwe bi kar tînin, Rêber Apo paradîgmayek cihanî ava kir. Ev paradîgma li Rojhilata Navîn wekî xeta sêyem xwe birêxistin dike û her ku diçe berfireh dibe, mezintir dibe. Li derdora fikir û ramanên Rêber Apo him yekîtiya gelan û him jî yekîtiya baweriyan çêdibe. Me pir caran bihîstiye ku Misilmanan ji bo Rêber Apo gotine; ‛Ya ku Misilmantiya rast dike Rêber Apo ye.’ Xiristyan jî ji bo Rêber Apo heman nirxandinê dikin. Rêber Apo her çiqasî di fikir û felsefeya xwe de bê emsal be jî, nêrînên wî neşibin ya tu kesî jî û li hember şaşitî, kêmasî û nebesiyan xwedî helwest û rexneyên pir radîkal be jî heta niha tu kes negotiye ku ev nêrînên heyî dijberî pîvanên exlaqî û civakî ne. Rêber Apo di her milî de li dijî pergala dagirker e; pergala dagirker dixwaze civak ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne û civakê ji xwe re bike kerî û li ser civakê bibe şivan. Lê Rêber Apo bi sîstema xwe di civak de îrade û însiyatîf pêş dixîne û berjewendiya gelan di ser her tiştî re digire. Ji bo vî jî zayîna Rêbertî li hember pergal alternatîfa herî radîkal û bihêz e.”

Cûdî Serdem di dawiya nirxandina xwe de da zanîn ku; ‟Rêber Apo zayîna xwe ji sê qonaxan digre dest. Ev qonaxana ji zayîna xwezayî dest pê dike û merhele bi merhele heta roja me ya îro tê. Her qonax di nav xwe de pêşketinên mezin ava dike û di dîrokê de cihekî zêrîn digire. Li ser van esasan Rêber Apo Kurdê rasteqîn ku li ser bingehê nirxên civakê exlaqî-polîtîk ya neolotîkê bi wate dibe ava dike û bi vê avakeriyê di giştî cihanê de li hember pergalê modernîteyê kapîtalîst hêzê ava dike. Ji ber vî jî zayîna Rêber Apo zayîna gelê Kurd e û zayîna giştî mirovahî ye. Ji ber vê jî em rojbûna Rêber Apo li hemû neteweyên ku azadiya xwe di vê xetê de dibînin pîroz dikin û em bawer in ku her sala nû ew ê wateya heyî mezintir bike û meşa ber bi azadiyê û serfiraziyê xurttir bike.”